Gerîla Êriş Serhed: Herêm di bin kontrola gerîla de ye

Gerîlayê HPG'ê Êriş Serhed têkildarî şerê navbera dewleta Tirk û gerîla axivî û anî ziman ku herêm di kontrola gerîla de ye. Êriş Serhed got, "Gerîla xwedî wê tecrûbeyê ye ku li her cihî şer bike û dijmin têk bibe."

Gerîlayê HPG'ê Êriş Serhed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji 23'ê Nîsana û vir ve li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi operasyoneke berfireh kiriye û destnîşan kir, ku ev operasyon ji bo şikestina xwe ya li Garê veşêre û di nava civakê de tehşîr nebe, tê meşandin.

'HESABÊ DEWLETA TIRK LI HEV DERNEKET'

Êriş Serhed qala operasyonên dagirkeriyê ya Tirk kir û got: “Destpêkê li Bakurê Kurdistanê dest bi operasyonan kir û piştre jî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin hedefa xwe. Li ser vê bingehê operasyon dan destpêkirin. Hesabê dewleta Tirk ê li malê û li sûkê li hev nehat. Bi gotinên; 'ez ê biçim Herêmên Parastinê yên Medyayê di çend rojan de bigirim' propaganda û şerê taybet dimeşand. Ev yek tim li ser rêya medayayê kir. Lê tişta dixwest pêk nehat."

'ARTÊŞA TIRK NIKARE LI BER GERÎLA ŞER BIKE, PIŞT DAYE TEKNÎKA ESMANÎ'

Gerîla Êriş Serhed anî ziman ku deleta Tirk nikare li ber gerîla şer bike û ev nirxandin kir: "Dewleta Tirk bi leşker û çekên destê xwe nikare şer bike. Niha tenê bi teknîkê şer dike. Baweriya xwe tev daye Balafirên Keşê yên Bêmirov û dîsa Biçek (ÎHA-SÎHA) û balafirên şer. Vîna wê ya bikare li hember gerîla şer bike nemaye. Tenê ji esmanan ve şarê gerîla dike. Li ber çavê raya giştî ya cîhanê û her kesê tevî ewqas bomberdûman û êrîşên esmanî yên li ser herêmê ku ti dever nîne ku neyê bombe kirin jî, gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi rêbaz û teknîka demê ya nû li dijî dijmin şer dikin. Dewleta Tirk a weke endameke NATO û xwe weke artêşeke mezin dide nasîn, em gerîla bi rêbaz û taktîkên nû yên xuliqkar li hember wê şer dikin û çalakiyên serketî pêk tînin. Teknîka ku dewleta Tirk bi gerîla re şer dike, kamera û dîsa gelek beşên wê ji welatên din in. Dewleta Tirk di şexsê gerîla de dixwaze gelê Kurd tine bike. Em bi îdîa û biryarin heta dilopa xwîna xwe ya dawî li dijî dewleta Tirk a dagirker-qirker li ber xwe bidin, bi ser jî bikevin"

'EM GERÎLAYÊN PISPOR ÊN KÛANTOMÎK ÊN XEYALET IN'

Êriş Serhed qala berxwedan gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û got: "Berxwedan li Avaşîn, Metîna û Zapê dîsa Mamreşo, Cîloyê Biçûk, Kelha Bedewê û Şehîd Serdar derdikeve encam û îsbata vê yekê ye. Ev zêdetirî 3 mehe operasyon dewam dike. Dema hatin, xwestin hema carekê bikevin herêmê, leşker danin û xwe li deverên stratejîk bi cih bikin. Lê bi rastî tişta ku xwestin pêk nehat. Fermandarî û gerîla êdî mîna berê gerîlayê klasîk û terzê berê şer nakin. Mîna gerîlayê modern a sedsal 21’ê terz û şer dikin. Em gerîla li ser bingehê li her derê ne, hema demê ne li her derê ne. Gerîlayên pispor ên kûantomîk ên xeyalet in. Em li cihê ku dijmin hêvî û texmîn neke lê didin û vedikişin. Dikevin şoqê. Em xwedî ezmûn in, li her devera bejahî şer bikin û dijmin şaşomaşo bikin. Bi çalakiyên gerîla dikin û dîmenên tên parvekirin îsbata vê yekê ne. Her çendî dewleta Tirk vê veşêr e jî gel vê dibîne. Dewleta Tirk kuştî û birîndarên xwe vedişêrin û nadin raya giştî. Binketin û windakirina xwe qebûl nake.

'QAD DI BIN ÎNSIYATÎF GERÎLA DE YE Û GERÎLA KENGÎ BIXWAZIN DIKARIN LI DIJMIN BIDIN'

Weke gerîlayên Azadiya Kurdistanê û artêşa gel, ji bo azadiyê em terzê nû yê gerîlayên modern ji bo xwe esas digirin. Propaganda û şerê taybet ên dewleta Tirk ên li ser gerîla dikin hemû nerast û vala ne. Qad di bin kontrol û însiyatîfa me de ye. Însiyatîfa şer di destê me de ye. Em kengê bixwazin dikarin çalakî bikin û şer jî bikin. Me lewaziya dijmin girtiye. Ewqas hêsan nîne ku were bikeve Herêmên Parastina Medya û destê xwe bihejînin. Derûniya wan têk çûye. Gerîla tine nabe."

'DIJMIN NIKARE BÊ KEŞFÊ TEVBIGERE'

Gerîla Êriş Serhed wiha domand: "Em gerîla bi xwezayê re tim yekin û baş sûdê ji xwezaya lê ne digirin. Lê dijmin bi qasî me nikare li ser vê erdnîgariyê bimîne û bikar bîne. Dijmin hatiye axa Kurdistanê dagir bike, ev ax axa me ye. Em in xwediyê vê axê. Dijmin nikare bê keşfê gavekê li van deran bavêje. Hêsan nikarin li van deran bigerin, her dar û kevirek ji bo wan gerîlayeke yê Kurdistanê ye. Her tim di nava tirs û xofê de ye.

'ŞEHÎDÊN MAMREŞO RUHÊ DEMÊ Û BERXWEDANEKE DÎROKÎ DERXISTIN HOLÊ'

Di şexsê hevrê Şehîd Serhed Giravî, Andok, Sarya û Rûken de Berxwedana Mamreşo bû destpêkek. Ji xwe berxwedana Garê ya bi pêşengtiya şehîd Şoreş Beytûşebab gavek mezin bû. Berxwedana Mamreşo bû ruhek. Ruhê demê û berxwedanek dîrokî derxist pêş. Li Zapê hevrê Bawer, Delal û Egîd Batman berxwedaniya wan ji bo me bû sembolek. Heman demê hevrêyên li Metîna şehîd ketin, sembola me ne. Bi saya şehîdên leheng em gihane van rojan. Em bi şehîdan serbilind û ji bo me mînak in. Ji bo me çavkaniya hêz û moralê ne. Ew nebin em nikarin kêliyekê bijîn û nefes hildin. Ew rêber û pêşengên me ne. Ji bo tolhildana wan em şer dikin.

'ÎDÎA Û BIRYARA ME HEYE, EM Ê DIJMIN TÊK BIBIN Û TEQEZ SER BIKEVIN'

Em gerîlayên Azadiya Kurdistanê, bi îdîa û biryar in ku em ê vê dewleta Tirk bin bixin. Baweriya me bi me û hêza me heye, em gihane qonaxa dawî ya serketinê. Me heqîqetek heye û ji vê heqîqetê jî bawerin. Pratîka derketiye holê serketin teqez wê ya me be. Em ê bi serbikevin. Em ê sala 2021’ê bikin sala mîsogeriya azadiya fîzîkî ya Rêberê Apo, gelê me yê bindest, hemû gelan û hevrêyên me yên di girîtîgehan de. Şerê ku îro dimeşe wê bibe mizgîniya şoreşa Kurdistanê. Serketin ya me ye. Li ser vî esasî ji hemû hevrêyan re serketinê dixwazin."