Şayan Eskerî PDK li ser malên gel gendeliyê dike

Şayan Eskerî: Li Herêma Başûrê Kurdistanê nexweşxane û zanîngeh li ser bûdceya hikumetê tên çêkirin, lê şexs desteser dikin.

Partiya Demokat a Kurdistanê (PDK) li herêmên ku di bin serweriya wî de ye, bi bûdceya giştî ya hikumetê bi dehan navend û proje çêkiriye. Lê ew projeyane ji aliyê kesên ser bi malbata Barzanî ve tên desteserkirin û veguhertine projeyên şexsî û ji bo gel sûdê jê bigre pereyek zêde ji gel tê girtin.

Di vê derbarê de Endama Parlamenta Herêma Kurdistanê Şayan Eskerî li hesabê xwe yê medya dîjîtal çend belge û delîlan eşkere kiriye ku nîşan dide bê ka ew projeyên giştî çawa ji aliyê şexsan we hatine desteserkirin. Şayan Eskerî di peyama xwe de dibêje, "Zanîngeha Kurdistan û nexweşxaneya Santî Life û Senterî Medya bi pereyên giştî hatine çêkirin, lê kirine malê şexsî. Her wiha ew hemû pereyên zexim çûne hesabê bankî yên hin şexsên ku navê wan ji dadgehê re şandiye."

Eskerî her wiha di peyama xwe de daxwaz ji serokê zanîngehê Bêl Ramêl (Wezîrê Berê yê Xwendina Asta Jorîn a Brîtanyayê) kiriye ku dest ji kar berde, ji ber ku bi pereyê hikumetê hatiye avakirin. Lê ji aliyê şexs we hatiye desteserkirin û radigihîne, "Wezareta Darayî sala 2006’an 6 milyon dolar ji bo çêkirina wê xerc kiriye."

Di dawiyê de jî Şayan Eskerî banga xwe wiha tîne ziman: "Eger ku zanîngeha Kurdistanê malê şexsî ye wê çaxê ew pereyên ku hikumetê bi wê zanîngeh çêkirî vegerînin. Eger ku yê hikumetê ye wê demê çima di berdêla xwendinê de ji xwendevanan pere distînin? Zanîngehê vegerînin ji bo xizmeta giştî. Her wiha daxwaz ji Bêl Ramêl jî dikim ku heya mafê giştî yê zanîngeha Kurdistanê vedigerînin, dest ji rayeya xwe berde."