Gelo operasyona ‘Sîxurê Îranê’ ya MÎT’ê dekûdolab e?

Operasyona ku MÎT’ê bi şeklê “Li Wanê sîxurên Îranê hatin destgîrkirin” ji raya giştî re ragihandî, di rastiyê de derket holê ku operasyonek li hemberî gundiyên ku li herêmê dijîn e.

Welatiyên ku li gundên sînorî bi cotkarî, ajokariya taksî û kasibkariyê re mijûlin xistin nava torbeyekê û wek “Sîxurê Îranê” hatin îlankirin.

Di operasyona hevbeş ya ji aliyê Dezgeha Îstîxbarata Netewî (MÎT) û Muduriyeta Emniyetê di 15’ê Îlonê de pêkhat de 8 kes bi hêceta ‘Sîxurê Îranê’ ne hatin destgîrkirin û piştî ku birin dadgehê ew 8 kes hatin girtin.

MÎT’ê ev opersyona ku di 24’ê Îlonê de pêkanîbû, nêzî 8 rojan ji raya giştî weşart. Di 3’ê Cotmehê de AA û TRT’ê operasyon bi sernavên ‘2 sîxurên Îranê ku dixwestin leşkerekî berê yê Îranî birewînin welatên xwe bi giştî 8 kes li ser sûc hatin destgîrkirin’, ‘Operasyona mezin’ û ‘Kê/î ji destê MÎT’ê kariye rizgar bibe’ ragihandin.

MÎT’ê dabû zanîn ku îstîxbarata Îranê diyarkiriye, kesên ku wan ji bo leşkerê berê yê Îranî M.A bi wesayîtê birevînin şandibûn Wanê li ser sûc hatine girtin. Tevî ku biryara veşartîbûna dozê hebû lê veşartina hemû agahiyên têkildarê operasyonê ya ji aliyê TRT û AA’yê bû sedemê derketina pirsên cidî.

PAKETA LASQEYAN KIRIN HÊCETA DESTGÎRKIRINÊ

A.E, A.S, C.S, K.B, S M.E.A, N.İ, T.A û S.S yên hatin destgîrkirin piştî ku 9 rojan a destgîrkirinê bi sûcbariya ‘Dabînkirina agahiyên veşartî yên eşkerekirina wan qedexe ye, endamtiya rêxistina ku bi armanca sûc hatî avakirin’ hatin destgîrkirin û li ser doza ku ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê re şandibûn jî biryara veşartîbûnê hate dayîn.

Têkildarê destgîrkirina 8 kesan, weke delîl tenê paketa lasqeyan ya di pişta wesayîtê hate nîşandan.

Her wiha ew kesane bi tawana ku bi avakirina torekê ya bi budceya 30 hezar dolarî ve hatin sûcbarkirin.

XWENDIN Û NIVÎSANDINA WÎ NÎNE LÊ SÎXURÊ ÎRANÊ HAT ÎLANKIRIN

Yek ji 8 kesên ku piştî destgîrbûyînê hatin girtin Solheddîn Selmanlû ye ku li bajarê Xoy a Îranê cotkarî dike… Selmanlû ji bo ku ji zarokên xwe yên wê biçin dibistanê pêlav, cilên dibistanê, pêdiviyên qertasiyê û cante bikire hatibû Tirkiyê û bi hêceta sîxurê Îranê ye hat destgîrkirin.

‘JI BO KIRÎNA PÊLAV JI BO ZAROKÊN XWE HATIBÛ TIRKIYÊ GOTIN SÎXURÊ ÎRANÊ YE Û HAT DESTGÎRKIRIN’

Birayê Selmanlû Ferhad Selmanlû tevî ku ji bo hevdîtina bi birayê xwe re çendî roje li Tirkiyê ye lê hêjî nekariye hevdîtinê pêk bîne. Selmanlû yên nahêlin bi birayê xwe re hevdîtinê bikin got ku birayê wî bi cotkariyê debara xwe dike. Her wiha diyar kir ku birayê wî ji bo kirîna pêlav û pêdiviyên qertasiyê ji bo zarokên xwe hatibû Tirkiyê û bi vî rengî destgîrkirina Selmanlû zarokên wî mexdur kiriye û got: “Ez ji bo birayê xwe hatim. Xwendin û nivîsandina birayê min tuneye. Ez serbest berdana birayê xwe dixwazim. Zarokê wî heya bêjî di rewşeke mexur de ne. Li wir xizmên me hene. Bi berdewamî tên û diçin.”

PARÊZER OZGOKÇE: TEVÎ BIYARA SÎNORDARKIRINÊ NÛÇEYÊN HATINÎ ÇÊKIRIN BÊ GUNEHBÛNA WÎ BINPÊ KIRIYE

Parêzerê Selmanlû Rojhat Levent Ozgokçe jî ev agahî dan: “Em dikarin wiha pênase bikin ku mafê lekedar nebûnê , zirar nedîtina rûmet û kerameta kesan di dema ku bi gumana sûc derhqê wî de lêpirsîn û darizandin tê rêvebirin, hurmeta wî di nava civakê de zirar nebîne, dûrmayîn ji nêzîkatiyên wek her cûre peyv, weşan û nûçeyên ku wê kesê di nav civakê de mehkûm bike û zirarê bide bê sûciya kesê ku hê jî derbarê wî de birayara dawî nehatiye dayin. Ji bo ku lêpirsîn an darizandina ku li dijî wî kesî tê kirin mafê lekedar nebûnê binpê neke, erkên girîng dikeve ser milê rayedarên edlî, rayedarên îdarî û dezgehên medyayê. Çi erkdarên cemaweriyê û çi jî endamên çapemeniyê divê li hember xeta di navbera mafê lekedar nekirina kesan û agahdarkirina raya giştî ya civakê baldar bin. Dema ku darizandina derbarê muwekîlê me berdewam dike û ligel biryara sînordar a di derbarê dosyayê de, nûçeyên ku ji hêla çapemenî, dezgehên medyayê û kesan ve têne çêkirin, di çarçoveya sûcê binpêkirina mafê lekedar nekirinê û texmîna bê sûciyê de ne. Di vî warî de, em ê li ser daxwaza muwekîlê xwe û malbata wî hewildanên yasayî yên pêwîst pêk bînin.