‘Gelo em vê êşê çawan terîf bikin?’

Malbatên Roboskê di hefteya 311’emîn a de çalakiya xwe ya edaletê domandin. Malbatan nerazîbûn nîşanî Serokatiya Meclîsê dan û wiha gotin: “Em ji dewlet û rêveberan dipirsîn; gelo hûn çawan dixwazin em êşa xwe terîf bikin.”

Li gundê Roboskê ya navçeya Qilebana Şirnexê êrîşa hewayî pêk hatibû û 34 kes hatibû qetilkirin. Malbatên wan di hefteya 311’emîn a çalakiya lêgerîna edaletê li ser gorên zarokê xwe kom bûn û pankarta "Ji bo Roboskê, ji bo edaletê, bila kujer bên darizandin" vekirin. Li ser navê malbatan Velî Encû daxuyanî xwend.

Encû bal kişand ser 6’emîn salvegera komkujiyê û wiha got: “Kujer hîna jî nehatine dîtin. Parlamentera HDP’a Şirnexê Aycan Îrmez xwest bi her awayî komkujî bê lêkolîn kirin, lê ji ber ku Serokatiya Meclîsê ev pêşnûpirsa Îrmez “Sûc û bi birîn” dît red kir. Welatiyên me cenazayên 34 kesên piraniya wan zarok ên bi balafirên şer hatin bomberdomankirin, li ser pişta hêstiran barkirin. Gelo hûn çawan dixwazin em vê êş, felaket û tabloya heyî ji we re terîf bikin? Gelo kuştina 34 kesan ne komkujiye, lê çiye?”

Encû, di dawiya axaftina xwe de bi boneya 6’emîn salvegera komkujiyê, banga xwedî derketinê li hemû rojnameger, nivîskar, ronakbîr û nûnerên rêxistinên civaka sivîl kirin.