Geliyê Zapê bi rêya HES'an tê talankirin

Santralên Hîdro Elektrîk ên li ser Çepê Zapê yê navbera Colemêrg û Wanê hatine çêkirin, jiyana xwezayî ya li Geliyê Zapê ji holê radikin.

Gelê Zapê weke yek ji cihên herî girîng ên çandiniyê yên Colemêrgê tê naskirin. Li Geliyê Zapê ku taybetmendiyeke xwe ya mîkroklîma heye, hinar, kuncî, hejîr, tirî, gûz û gelek zebze û fêkiyên din şîn dibe. Li Geliyê Zapê, sewalkarî, mêşvanî û masîkarî tên kirin. Li vî geliyî, gelek cureyên giha heye, ku li ti cihekî Tirkiyeyê nîne. Ji ber HES'an beşeke mezin a gelî hate ziwakirin. Ji ber ziwakirina gelî, zerareke mezin li çandinî, sewalkarî û jiyana xwezayî bû. Şêniyên herêmê nerazîbûnê nîşanî vê yekê didin, ku Geliyê Zapê ji bo wan gelekî girîng e. Colemêrgiyan ragihandin, ku ji ber HES'ê beşeke mezin a gelî tine bûye û ji bilî zerarê HES bi kêrî tiştekî nayê.

DEWLET JIYANA XWEZAYÎ TINE DIKE

Dewleta Tirk, ku li Kurdistanê bi her awayî talan û qirkirina çandî û xwezayî dike, jiyana xwezayî jî tine dike. Di serî de li Colemêrgê, li ser hemû çemên li bajarên herêmê bendav û HES'an çêdike. Tevî ku pêwîstî bi HES û bendava nîne jî dewleta Tirk vê yekê dike. Ji ber HES a li Geliyê Zapê, bi hezaran cûre dar û giha, qadên çandiniyê tine bûn. Geliyê ku têra xwedîkirina bi sed hezaran kesî dike, ji aliyê dewletê ve bi zanebûn û HES'an tê tinekirin. Bi rêya van HES'an dixwazin gel koçber bikin.

AKP DIXWAZE HERÊMÊ JI MIROVAN XALÎ BIKE

Dewleta Tirk, ku bi bahaneya şer derketina zozan û qadên bejahî qedexe kir û li pêşiya gundan xendek kola, ji aliyekî ve jiyana xwezayî tine dike. Hikumeta AKP'ê ji bo herêma Colemêrgê ku ji aliyê cûreyên giha û heywanan ve dewlemend e ji mirovan xalî bike, çi jê tê dike.

GEL NERAZÎ YE

Ji ber HES'ê beşeke mezin a Geliyê Zapê bê av maye û karên çandinî û sewalkariyê li ber tinebûnê ye. Gel ji vê rewşê nerazî ye. Colemêrgî destnîşan dikin, ku dewlet bi zanebûn xwezayê tine dike û dibêjin, "Dewlet bi qedexekirina zozan û gundên me re hewl dide çandinî û sewalkariyê tine bike. Em niha nikarin sewalên xwe li zozanan bidin çêrandin. Em nikarin erd û zeviyên xwe yên li gundan biçînin. Mêşên me yên hingiv, ji ber bombeyên hatin barandin mirin. Niha jî hewl didin bedewiya xwezayî Geliyê Zapê tine bikin. Geliyê Zapê depoya fêkî û zebze ya vê herêmê ye. Dewlet ji ber ku bi vê dizane, bi rêya HES'an dixwaze xwezaya me tine bike. Ji ber van HES'an, ava ku me ji bo avdana zeviyên xwe bi kar danîn, li ser me birîn. Ji ber HES'ê cûreyên masiyên me li Çemê Zapê digirt, gelekî kêm bûne. Eger rewş bi vî rengî dewam bike wê li Çemê Zapê masî nemîne."