Gelên Rihayê: HDP hêviya gelan e

Gelên li Rihayê ku Kurd û Ereb bi hev re lê dijîn, êdî ji polîtîkayên hikûmetê ku dixwaze di nav civakê de tevlihevî derxîne, aciz in. Şêniyên Rihayê bang li her kesî kirin ku dengê xwe bidin HDP’ê.

Wekî gelek bajarên Kurdistanê gelê Rihayê jî ji xwe bawer e ku hemû namzetên HDP’ê bişînin meclisê. Gelên li Rihayê ku gelê Kurd û Ereb bi hev re bi aramiyê dijîn, êdî ji polîtîkayên hikûmetê ku dixwaze di nav civakê de tevlihevî derxe aciz in û bang li her kesî kirin ku dengê xwe bidin HDP’ê.

‘HDP WÊ BIBE PARTIYA YEKEMÎN’

Ji hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê re, ku bi fermana AKP-MHP’ê biryara wê hate dayin, 14 roj man. Ji bo em nêrînên gelê Rihayê yên der barê hilbijartina 24’ê Hezîranê de bigirin me berê mikrofona xwe da Rihayiyan. Bêguman tevahiya gelê Rihayê jî wekî her car ji rewşa heyî nerazî ne û li dijî AKP’ê bi bertek in. Yek ji welatiyê ku em pê re axivîn Mehmet Emîn Guler ê ku her roj tê li buroya hilbijartinê ya HDP’ê rûdine. Guler da zanîn ku AKP- MHP û CHP-ÎP ji bo HDP di bin bendê de bimîne tifaq çêkirin, bi izna xwedayê mezin em ê hemû bendan birûxînin û em ê di bin bendê de nemînin. Ji ber ku HDP têkoşîna rûmetê dide meşandin, ji bo heq û edaletê dixebite, em liv irin û em ê dengê xwe bidin HDP’ê. ‘’

Guler anî ziman ku ew ji xwe bawerin û bi hêvî ne. Ew ê ne tenê li Rihayê li hemû bajarên Kurdistanê partiya yekemîn bin. Guler bang li kesên ji beriya niha dengê xwe didan AKP’ê kir û ev tişt got: “Bila gelê Kurd, mirovên zana û birûmet baş bifikirin û dengê xwe bikar bînin. 16 sal e AKP çi bi serê Kurdan tîne, divê êdî em xwe nas bikin. Ji bo vê jî bi hemû hêza xwe em dixebitin û em ê serbikevin.”

‘RIHA BI DENGÊ XWE TIRKIYEYÊ BIHEJÎNE’

Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Miyaser Korkmaz jî diyar kir ku xebatên wan yên 24’ê Hezîranê bi çoş û kelecanek mezin didome û wiha axivî: “Bi ruhê 7’ê Hezîranê em li kolan û kûçeyên Rihayê digerin û bi gel re tên ba hev. Coşa xebatan ji 7’ê Hezîranê zêdetir e. Wê Riha bi dengê xwe Tirkiyeyê bihejîne. Em li Rihayê digerin hemû welatî ji AKP bihêrs in û pirsgirêkên xwe ji bo me vedibêjin. Esnafên Rihayê bêdeng in û ji ber krîza aboriyê gelek esnafan jî derabeyên xwe anîne xwarê. Esnaf û gelê Rihayê tev jî dibêjin em ê dengê xwe bidin HDP’ê û dibêjin HDP manûnemana me ye.’’

‘24’Ê HEZÎRANÊ WÊ DAWIYA AKP’Ê’

Welatiyê bi navê Şukru Hançer jî dibêje bi îzna xweda wê 24’ê Hezîranê bibe dawiya AKP’ê û wiha axivî: “ 16 sal e AKP li desthilatê ye, ji bo Rihayê û ji bo vî welatî ji derveyî krîzê tiştek nekirine. Riha ji aliyê xaka xwe ve gelek dewlemend e, ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP’ê tevahiya gelê Rihayê xîzan bûne û havînê, di şert û mercên herî xirab de ji bo kar gel berê xwe didin welatên xerîbiyê. AKP’ê axa Rihayê hemû xistiye destê axa û began û gel jî xîzan e. Dawiya AKP’ê hatiye û êdî dema HDP’ê ye. Eger HDP were ser desthilatê êdî li ser vê axê wê her kes weke hev be û bi aramî bijîn. Ji bo vê jî ez bang li tevahiya gelên Rihayê dikim ku dengê xwe bidin HDP’ê.”

‘WELAT DITENGIJE’

Dayika bi navê Hedlê Ugur a ji bo HDP’ê xebatan dimeşîne got ku welat ketiye tengijî ye, li ser hemû aliyên civakê êrîş hene û wiha axivî: “Êrîşê dibine ser her kesî. Ji ber vê jin, kedkar, ciwan, Kurd û Ereb di bin sîwana HDP’ê de dicivin.”

‘HÊVIYA ME HDP YE’

Welatiyê bi navê Mehmet Altindag jî destnîşan kir ku gelê Rihayê dilsozê têkoşîna xwe ye û xwedî li HDP’ê derdikeve. Altindag ev tişt anî ziman: “Gelê Rihayê jî wekî her deverên Kurdistanê tenê hêviya wan HDP ye. Di heman demê de derdorên ku berê dengên xwe didan AKP jî gelek ji wan vegeriyane û bi taybetî ji tifaqa AKP-MHP’ê şaş dibînin. Kurdên me yên ku berê xwe didan AKP’ê jî hem ji ber polîtîkayên li dijî Kurdan hem jî tifaqa bi MHP’ê re niha dibêjin ew ê dengên xwe nedin AKP’ê û denge xwe bidin HDP’ê.”