KCK: Gelên me wê teqez ji zihniyeta qirker hesab bipirsin!

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera 30’emîn a Komkujiya Sêwasê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku wê teqez ji zihniyeta qirker hesab bipirsin û siberojên ronî ava bikin.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku dewleta Tirk a qirker, di serî de Kurd û Elewî dijminê hemû gelan e û dixwaze wan ji holê rake û diyar kir ku Komkujiya Sêwasê jî bi vê armancê pêk hatiye.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hemû hêzên azadî û demokrasiyê divê li dora hêmanên jiyan û têkoşîna demokratîk hîn xurttir bibin yek û got: “Mirov encex bi vî rengî dikare dawî li sîstema qirker bîne. Em şehîdên Komkujiya Sêwasê ku bi hovane û bêwijdanî hatine qetilkirin, bi rêzdarî bi bîr tînin. Bîranînên şehîdan wê her tim di têkoşîna me de bijî û ji rêya me re bibe ronahî.”

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“2’ê Tîrmeha 1993’an li Sêwasê li Otela Madimakê di encama êrîşeke nemerdane de rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û hunermend jî di nav de 34 mirovan jiyana xwe ji dest dan. Em dikevin salvegera 30’emîn a vê komkujiyê de, em bi nefretek mezin şermezar dikin, em yên komkujî pêk anîne lenet dikin. Di şexsê kesên di Komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dane de, em hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Soza ku me daye şehîdan, car din dubare dikin. Gelê me wê teqez hesabê ji zihniyeta qirker ku dixwaze jiyanê bi komkujiyan bifetisîne, hesab bipirse, siberojên azad û ronî ava bike.

Dewleta Tirk a qirker di serî de Kurd û Elewî dijminê gemû gelan e û bi vê dijminahî û zextê, bişaftin, komkujî û her cûre rêbazên qirkirinê dixwaze gelan ji holê rake. Komkujiya Sêwasê jî bi armancê pêk hatiye û dewama komkujiyên Dêrsim, Mereş û Çorûmê ye ku berê li dijî Elewiyan pêk hatiye.

NÊZÎKATIYA LI HEMBERÎ ELEWIYAN, RÛYÊ QIRKER Ê DEWLETÊ BI EŞKERE DATÎNE HOLÊ

Elewî di tevahiya dîrokê de bûne hedefa hêzên desthilatdariyê û komkujî lê hatiye kirin. Dikare were gotin ku ji ber nirxên demokratîk, azadîxwaz û komunal yek ji civakên ku herî zêde komkujî û qirkirin lê hatî kirin civaka Elewî ye. Zext û komkujiyên li hemberî civaka Elewî di pêvajoya netew-dewletê de hîn zêdetir bûye. Dewlet ji ber ku xwedî zihniyeta desthilatdarî û anît demokratîk e, civaka Elewî ji bo xwe xeter dibîne û armanc dike ku bi rêbazên qirkirinê bawerî û çanda Elewî ji holê rake. Ev nêzîkatiya dewletê ya li hemberî Elewiyan, rûyê wê yê qirker bi eşkere datîne holê.

Zihniyeta dewletê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê encex bi rêbazên zext, komkujî û qirkirinê dikare li ser lingan bisekine û hebûna xwe bidomîne. Komkujiyên li hemberî Elewiyan datîne holê ku dewleta qirer û mêtinger ne tenê dijminê gelê Kurd e, dijminê Elewî û hemû gelan e. Ev dijminahiya dewletê ya li hemberî gelan, yekîtiya demokratîk a gelan û têkoşîna wê ya hevpar dike neçarî. Em bawer dikin ku yek ji encamên herî girîng ku em ji komkujiya derxînin, ev e. Civaka Elewî xwedî zanebûnek girîng a demokratîk e û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê pêşengiyê ji civakê re dike. Bi qetilkirina rewşenbîr, nivîskar û hunermandan hatiye xwestin ku pêşî li pêşketina têkoşîna demokratîk bigirin.

KOMKUJIYA SÊWASÊ JI ALIYÊN HÊZÊN DEWLETÊ VE HATIYE PÊKANÎN

Komkujiya Sêwasê jî mîna komkujiyên din ên Elewiyan, ji aliyê dewlet û hêzên ku dewletê ew birêxistin kirine, hatiye kirin. Berê hesasiyetên mezhebî û dînî hatine provokekirin û ji bo qetlîamê zemînek hatiye avakirin, piştre jî bi destê avadaniyên faşîst ên paramîlîter qetlîam hatiye kirin. Ji ber ku kesên dewletê bi rê ve dibin xwedî li qetlîamê derketine û kesên qetlîam kirine nehatine darizandin û cezakirin, vê rastiyê bi eşkere datîne holê.  Ji ber ku qirkirina li ser civaka Elewiyan û polîtîkayên qetlîamker didome, ev jî têkiliya dewletê ya bi qetlîaman re îspat dike.

Yek ji taybetendiyên girîng ê komkujiya Sêwasê jî, ew ku yekbûna têkoşîna demokratîk û şoreşgerî ya li Kurdistanê û ya têkoşîna demokrasî û şoreşgerî ya li Tirkiyeyê, asteng bike. Têkoşîna şoreşgerî ya li Kurdistanê û tevgera gel a demokratîk, têkoşîna li Tirkiyeyê di aliyê erênî de bandor kiriye. Kurd û Elewî ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê dînamîkên herî esas in. Timî li hemberî Kurdan û Elewiyan komkujî tên kirin û bi vê yekê dixwazin dînamîkên esas ên demokratîkbûna Tirkiyeyê ji holê rakin.

RÊBER APO JI BO ELEWIYAN TÊKOŞÎNEKE FIKRÎ Û PRATÎKÎ MEŞAND

Rêber Apo ji bo ku hem gelê Kurd-Elewî û hem jî hemû civaka Elewî nirxên xwe yên bawerî û nasnameyê bi dest bixe û bigihijin azadiya xwe, têkoşîneke zêde ya fikrî û pratîkî meşand. Rêber Apo li ser nirxên azadîxwaz û demokratîk a bawerî û çanda Elewî sekinî û zindîkirina van nirxan weke berpirsyariya exlaqî, demokratîk û şoreşgerî dîtiye.

EM ŞEHÎDÊN XWE BI RÊZDARÎ BI BÎR TÎNIN

Di roja me de desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst nûneriya siyaseta û zihniyeta qirker dike. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi rojane li dijî Kurd, Elewiyan, jinan, karkeran, kedkaran, rewşenbîran, nivîskaran û hunermendan polîtîkayên komkujiyê bi rê ve dibe. Sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê, şerê li hemberî Kurdan, zext û êrîşên li hemberî Elewiyan, komkujiyên jinan, mêtingeriya li hemberî karker û kedkaran, qedexekirina hunerê, girtina rewşenbîr û rojanamevanan û hewldana bêdengkirina wan, divê her yek weke komkujî bê dîtin. Di serî de Komkujiya Sêwasê helwesta herî rast a divê li hemberî hemû komkujiyan were girtin, li dijî van polîtîkayên qirker û faşîst ên desthilatdariya AKP-MHP’ê, divê têkoşerên demokrasî û azadiyê yekîtiya xwe hîn mezintir bikin û têkoşîna demokratîk geştir bikin.

Em bi vê baweriyê car din dixwazin diyar bikin ku divê hêzên azadî û demokrasiyê li dora hêmanên jiyan û têkoşîna demokratîk yekîtiya xwe hîn xurttir bikin. Mirov encex bi vî rengî dikare dawî li sîstema qirker bîne. Em bi vê baweriyê car din şehîdên Komkujiya Sêwasê ku bi hovane û bêwijdanî hatin şewitandin û qetilkirin, bi bîr tînin. Bîranîna şehîdan wê her tim di têkoşîna me de bijî û ji rêya me re bibe ronahî.”