Gelek sedem hene ku Suryanî dengê xwe bidin HDP’ê

Suryaniyên Mêrdînê dibêjin, 24’ê Hezîranê ew ê dengê xwe bidin namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û bidin HDP’ê. Suryanî ji bo ku destekê bidin HDP’ê gelek sedeman rêz dikin.

Suryaniyê Mêrdînê Samî Akyol diyar kir ku ew li dijî hişmendiya yekreng in û got, 24’ê Hezîranê ew ê destekê bide kîjan partiyê û namzetê serokkomariyê jî diyar e.

Akyol got, "Ji ber ku ez li dijî hişmendiya yekreng im, ez ê ku Suryanî me, ez ê di vê hilbijartinê de dengê xwe dimim Demîrtaş û HDP’ê."

Aykol wiha domand: "Em dixwazin bi çand û dînê xwe bijîn. Ez rast nabînim ku welatek ji hêla kesekî ve were rêvebirin. Hiqûq, aborî, siberoja welat û gel divê teslîmî kesekî neye kirin. Em demokrasiyê dixwazin. Em dixwazin akademisyen, rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar  û rojnamevan werin berdan. Em dixwazin rewşa aborî baş bibe. Di vê hilbijartinê de her dengekî ku ji HDP’ê re biçe wê demokrasiyê bîne, wê gel û bawerî bi ser bikevin. Ji bo vê ez dibêjim Selahattîn Demîrtaş û HDP. Ez bawer im ku hemû Suryanî weke min difikirin. Di vê hibijartinê de ji bo ku HDP bi ser bikeve tişta ku ji destê min were ez ê bikim."

GABRÎEL: EZ JINEKE SÛRYANÎ ME Û DENGÊ ME JI HDP’Ê RE YE

Suryaniya ji Mîdyadê Dîba Gabrîel jî got ji bo ku ew ne misilman in zext û zorê li wan dikin û dibêje ji bo ku ew aştî û demokrasiyê dixwaze ew ê dengê xwe bidin HDPê.

Gabrîel got: "Ev sed sal in, ji dema ku Komara Tirk ava bûye û niha em bi êşên ku bi zarokên me didin jiyîn têne ceribandin. Heta niha yek mirovê me yê dîn nebûye xwedî statû û meaşekî. Em bacê didin û zarokên xwe dişînin leşkeriyê. Êşa ku malbata min ji vê rejîma dîktayê dîtî qet ji bîr nakim. Êşên ku dane me ew qas pir naqedin. Ez Suryaniyeke jin im û ji bo van êşên ku dane me 24’ê Hezîranê ez ê dengê xwe bidim HDP’ê  û Demîrtaş û ji bo ku HDP bendê derbas bike ez ê heta kêlîka dawî jî bixebitim."

ÎLERÎ: LI DIJÎ REJÎMÊ Û ŞERÎATÊ EZ Ê BIBÊJIM HDP

Alî Îlerî jî got ji bo dahatuya zarokan û ciwanan wê dengê xwe bide HDP’ê û got, "Ji ber kar û barê xwe ez li elek welatan geriyam. Ez ne Tirk im. Min gelek mirovên ku ji ber rêveberiya şerîatê ya li Siûdî, ji ber rêveberiyên Sûriyê û Iraqê mexdûr bûne, dîtine. Niha jî pergala rejîma dijdemokratîk a AKP’ê heye. Ji bo vê, ji bo siberoja zarokan û ciwanan ez dibêjim HDP. Di vê hilbijartinê de ji bo ji Demîrtaş û HDP’ê re deng biçin tişta ku ji destê min were ez ê bikim, ez ê ji mirovan re ta bi derziyê ve bikim û bikim ku rewşê fêhm bikin."