Şeniyên Xanesorê: "Bila her kes rabe ser xwe. Îro roja xîret û namûsê ye. Çawa di qewilê me de digotin ku wê rojeke Êzidî pişta dijmin bişkîne û nava welatê me derxe, ev roj ew roja qewlê me de tê gotine."
ANF
ŞENGAL
în, 3 adarê 2017, 13:12
Li bajarokê Xanesorê yê Şengalê, ji ber êrîşa çekdarên PDK'ê şer derket û di encamê de bi dehan çekdarên PDK'ê hatin kuştin, gelek jî teslîmî hêzên YBŞ/YPJ û Asayîşê bûn.
'YEK JI PÊŞMERGEYÊN ÊRÎŞÎ ME KIR, DI 3'Ê TEBAXÊ DE BI DAIŞ'Ê RE ÊRÎŞ KIRIBÛ'
Şêniyên Xanesorê nerazîbûneke tund nîşanî vê êrîşa PDK'ê dan.
Endamê Meclîsa Avaker a Şengalê Herbo Xidir hêrs û kîna xwe ya li ser êrîş û dagirkirina çekdarên PDK’ê li ser Xanesorê anî zîman û got: "Çawa ku çeteyên DAIŞ’ê di roja fermana 73’an êrîşê Şengalê kirin, niha jî ev pêşmergeyên Barzanî heman şêwazî êrîş dikin. Yek ji wan kesê niha nava pêşmergeyan de heman kes û şexsiyet misilmanê Sinûnê bû dema 3’ê Tebaxê êrîşê me kir wê demê cihê xwe gel DAIŞ’ê girt û niha carek din dixwazin me qetil bikin. Ev biryar a Erdogan û Barzanî ye."
'ÎRO ROJA XÎRETÊ YE; EM Ê PIŞTA DIJMIN BIŞIKÎNIN'
Xidir bang li civaka Êzidî kir û got: "Bila her kes rabe ser xwe. Îro roja xîret û namûsê ye. Çawa di qewilê me de digotin ku wê rojeke Êzidî pişta dijmin bişkîne û nava welatê me derxe, ev roj ew roja qewlê me de tê gotine. Wê ku ziyanê bibîne Barzanî ye. Em qebûl nakin pêşmerge û hêzên din werin rêveberiya me bikin û desthilatdariya xwe ser me bidin meşandin. Em jî ti hêz û ti aliyan natirsin heya dilopa dawî ya xwîna em ê Şengalê biparêzin. Bila oldar û ilmdarê Êzidiyan rabin ser xwe û terka wan Başûr bikin. Eger Barzanî dixwaze Şengalê biparêze 10 km çeteyên DAIŞ’ê ji çiya dûr in bila biçin wan herêman rizgar bike. Ewên em qetil kirin û jinên me firotin, niha jî Barzanî wan xwedî dike. Serokê Barzanî Erdogan e û tehlimatê xwe ji wir digire. Barzaniyê em firotin nayê me naparêze, ev hemû derewin û Barzanî derewan dike."
'DI 3'Ê TEBAXÊ DE HÛN ÇIMA JI ŞENGALÊ REVIYAN?'
Welatiyê bi navê Xelef Xwedê jî bal kişand ser van êrîş û bêdengiya hikûmeta Herêmê û ev tişt got: "Em qebûl nakin ev çekdar bikevin Xanesorê. Ez vê pirsê ji van pêşmergeyan dikim, 'we çima di 3’ê Tebaxê em hiştin nava lepê çeteyên DAIŞ’ê?' Hûn jî çeteyên DAIŞ’ê ne. Niha jî tên dibêjin em hatine we biparêzin, ev ne raste û ne xêra Êzidiyane. Ji ber ku li Xanesorê rastiya Êzidiyatiyê tê meşandin. Barzanî vê qebûl nake. Wê demê we qebûl kir we Şengalê hişt, niha hûn çima tên vir bigirin? Her tiştê me heye û em ne muhtacê tû hêzên derve ne. Yek ji Barzanî, Erdogan û hêzên din nakeve axa me û em ê hemberî wê xwe bikin siper. Yên ku were êrîşê Şengalê bike, yan ew ê hemû werin kuştin, yan em ê xilas bibin. Vaye meydan ê dixwaze bila were."
'EM JI TI HÊZ Û TI DEWLETÊN CÎHANÊ NATIRSIN'
Ciwanê bi navê Hecî Nesir Silêman destnîşan kir ku ew wekî ciwanên Êzidî ji ti hêz û ji ti dewletan natirsin û got, "Eger werin jî em ê axa xwe û welatê xwe biparêzin. Silêman wiha dewam kir: "Niha Barzanî dixwaze bi van çekdarên xwe me bitirsîne û werin desthilatdariya xwe ser me bidin meşandin. Lê ez vê vekirî dibêjim em ji ti hêz û ji ti dewlêtên cîhanê natirsin, kî tê bila were em ê axa xwe biparêzin."