Gelê Wanê ji bo Wijdan û Edaletê berê xwe da Qada Aştiyê ya Mûsa Anter

Gelê Wanê ji bo mîtînga Wijdan û Edaletê berê xwe dide Qada Aştiyê ya Mûsa Anter

Mîtînga Wijdan û Edaletê piştî Amed û Stenbolê îro li Wanê tê lidarxistin. Mîtîng rastî salvegera qetilkirina Mûsa Anter hat û bi deh hezaran kesan berê xwe dan qada mîtîngê. Gelê Wanê bi cil û bergên neteweyî û pankartên aştiyê banga Wijdan û Edaletê kirin.

Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr, Parlementerên Wanê Lezgîn Botan, Bedîa Ozgokçe Ertan, Rêxistinên HDP û DBP’ê yên li Wanê û navçeyan, saziyên sivîl, hevşaredar û endamên meclîsên şaredariyê beşdarî mîtîngê bûn.

Mîtîng bi rêzgirtina ji bo ‘şehîdên azadiyê’ dest pê kir.