Gelê Wanê: Çi dibe bila bibe em ê tecrîdê parçe bikin

Welatiyên Wanê li ber tecrîda giranî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûn û xwestin,  demek berî demekê heyet biçe dîtina Ocalan. Welatiyan gotin: "Çi dibe bila bibe em ê tecrîd parçe bikin."

Şêniyên Wanê nerazîbûn nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û diyar kirin ku dema hevdîtin û diyalog hebe aştî û çareserî jî heye û dema hevdîtin qut dibe û agahî ji Ocalan nayê girtin şer, alozî û rageşî zêde dibe.

'WÊ JIN TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN'

Jina bi navê Guler Avci ( 40) diyar kir ku ew bi ti awayî tecrîda li ser Ocalan qebûl nakin û wiha axivî: "Tecrîda li ser Ocalan cihê xwe di heq, hiqûq û mirovahiyê de tine ye. Ji ber ku ji fikrên Ocalan ditirsin, dixwazin wî bêdeng bikin. Ez bang li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa û CPT dikim ku demildest ji daxwazên gelê Kurd re bibin bersiv. Mixabin piştî pêvajoya aştiyê welat ber bi kaosê ve diçe û sedema vê jî tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan e. Birêz Ocalan rêberekî dinyayê û Rêberê Gelê Kurd e. Çi dibe bila bibe em ê tecrîdê bişikînin. Li her derê welat û Tirkiyeyê ji bo tecrîd û azadiya Ocalan çalakiyan dest pê kirine. Di 15 salên desthilatdariya AKP’ê de jin herdem bûne hedef û bi tecrîda li ser Ocalan re zext û qirkirina li ser jinê jî zêde bûye. Çiqas tecrîd kûr bibe, qirkirina li ser jinê jî zêde dibe. Ji bo vê jî em bang li tevahiya gelê Kurd dikin ku derkevin qadan."

'JI BO BIRATIYA GELAN TEMÎNATA AŞTIYÊ YE'

Welatiyê bi navê Haydar Tenik (54) jî da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo biratiya gelan temînata aştiyê ye û wiha pê de çû: "Di şexsê Ocalan de gel tê tecrîdkirin, ti aliyê vê tecrîdê yê hiqûqî û qanûnî tine. Qanûn û hiqûq di bin piyan de ye. Ew mafê me jî heye ku em li dijî vê derkevin. Bila kes li qusûrê mêze neke, em vê qebûl nakin, em ji vê re nabêjin eywallah. Ti faydeya vê tecrîdê ji hikûmetê re û ji ti kesê re nîne."

'TECRÎD GELEKÎ XETER E'

Îkram Cengîz (33) anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan "Gaveke gelekî xeter e" û got: "Qanûnên xwe jî perîşan kirin. Em li dijî vê dernekevin û nerazîbûnê nedin nîşan, em ê çi bikin?"

'DIVÊ EM AGAHIYÊ JI RÊBERÊ XWE BIGRIN'

Siddik Kandemîr (60) jî bang li raya giştî kir û got, divê hemû kesên bi wijdan li dijî tecrîdê rabin ser piyan û wiha axivî: "Ji bo çareserî pêş bikeve divê bi Ocalan re hevditin bê kirin. Ji ber vê yekê em dixwazin heyeta Îmraliyê û malbata Ocalan demek berî demekê biçin bi Ocalan re hevdîtin bikin. Em hemû li bendê ne ku agahiyek û peyamek ji Ocalan bê girtin. Em bawer dikin ku bi rakirin tecrîdê li ser Ocalan aştî û çareserî pêş bikeve."

'TECRÎD SÛÇÊ MIROVAHIYÊ YE'

Yucel Yavûz Agaoglû (48) da zanîn ku tecrîd ne tenê li ser Ocalan û gelê Kurd tê meşandin, tecrîd li ser tevahiya Rojhilata Navîn tê meşandin. Fesîh Bozkaya (55) jî got: "Tecrîda li ser birêz Ocalan tê meşandin zilm û sûçê dijmirovahiyê ye. Ev zilemek li dijî tevahiya gelê Kurd tê meşandin, dema kêr karê wan tê dibêjin em birane û em bi Kurdan re birane. Nexê kesê zilmê li me dike ne birayê me ne û em bi wan re nabin bira. Birêz Ocalan rêberek yê dinyayê ye. Heta ku tecrîd neyê rakirin em ê li qadan bibin û em ê li ber xwe bidin."

'EM DIXWAZIN OCALAN AZAD BIBIE'

Hatîce Yildiz (50) jî got, tecrîda li ser Rêber Apo li ser jinê ye û wiha got: "Bi tecrîda li ser Ocalan li ser 3 milyon gel tecrid tê meşandin. Em dixwazin birêz Ocalan azad bibe. Em dixwazin birêz Ocalan bê berdan. Ji ber ku ew her dem hiqûqê diparêze û mafê jinê diparêze. Nêzî 3 sal in em agahiyê jê nagirini. Em dixwazin malbat, parêzer û heyet biçin hevdîtin pêre bikin û agahî jê bigirin. Heta tecrîd bidome qirkirina li ser jinê jî dê bidome û li welat kaos pêş de biçe."

Hasan Arslan (62) jî bilêv kir ku navê tecrîdê di ti qanûnên cîhanê de nîne û got, divê demildest parêzer û malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biçe Îmraliyê û em ji rêberê xwe agahiyê bigirin.