BI DÎMEN

Gelê Tebqayê bi şervanên YPG'ê piştrast e

Şervanên YPG'ê dibêjin, êdî kêm ma ye ku ew derba dawî li DAIŞ'ê bixin.

Şervanên YPG'ê ku li taxa Kessare ya Tebqayê di nava gel de ne, destnîşan kirin ku kêm ma ye ew derba dawî li çeteyên DAIŞ'ê yên li qadeke biçûk a li rojhilatê bajêr asê man e, bixin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku YPG pêşengiyê jê re dike, operasyonên xwe yên li Tebqa û Reqayê didomînin. Xusûseke girîng a ku di van operasyonan de balê dikişîne ser xwe, ewlekariya gelê sivîl e. Şervanên YPG'ê, hem gelê ji zilma DAIŞ'ê reviya ye digihînin qadên ewle, hem jî li herêmên hatine rizgarkirin, parastina gel dikin. Li gorî şervanên YPG'ê, nêz e ku mizgîniya rizgariya Tebqayê bê dayîn.

Li taxa Kessare ya Tebqayê, ku nû hatiye rizgarkirin, ji şervanên YPG'ê Bahoz Tolhildan û Ala Zaxo ji ANF'ê re axivîn.

Şervanê YPG'ê Bahoz Tolhildan diyar kir, wan dest bi pêngava rizgarkirina gel kirine û niha giştîne qonaxeke girîng e. Tolhildan got, "Piraniya navenda bajêr bi temamî ketiye bin kontrola me" û wiha dewam kir: "Em niha li vê derê di nava gel de ne. Her ku dibînin em ji bo azadiya wan şer dikin û hatine, ewqasî jî moralê wan zêde dibe."

LI CIHEKÎ TENG ASÊ MAN E

Şervanê YPG'ê Ala Zaxo jî bibîr xist, ku ew niha li taxa Kessare ne û ji bo rizgarkirina taxan û bajarokê Tebqayê, bi fedakarî û kedeke mezin şer hate kirin. Zaxo got, "Çeteyên DAIŞ'ê niha li cihekî teng ê li rojhliatê bajêr asê man e" û bi berdewamî got, "DAIŞ nikare li ber me bisekine. Nema dikare li dijî me şer bike. Weke ku hûn jî dibînin em di nava gel de ne. Ji bo me ya girîng ewlekariya gelê sivîl e. Carna, ji bo gel zerarê nebîne em wan derdixînin derveyî qada şer. Carna jî weke hûn li vir dibînin, dema em parastina wan dikin, bi me re dimînin. Gelekî kêfxweş in ji ber ku bi me re ne. Em ê di demeke nêz de mizgîniya rizgariya temamiya bajêr biidn gel."