Gelê Sûrê li ber xwe dide: Zulfu Lîvanelî bang kir

Li Sûrê ya ku polîsan dora wê pêçandiye, gelê navçeyê li ber bariyeran li ber xwe dide.

Li navçeya Sûr a Amedê, ku polîsan dora wê pêçandiye, gelê Sûrê li ber bariyeran li ber xwe dide. Nivîskar Zulfu Lîvanelî jî vîdeoyek belav kir û got, "Bîrdariya herî mezin mirov e. Tiştên ku li wê derê pêk hatine, dilê min şewitand."

Li ser navê "veguherîna bajar" li taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûrê hilweşandin didome û polîsan vê sibehê li gelek kolanan bariyer danîn. Polîsan gel tehdîd kirin da ku gel di nava 2 saetan de ji malên xwe derkevin. Gel li vê derê dest bi berxwedanê kirin û gotin em dev ji malên xwe bernadin.

ZULFU LÎVANELÎ: EM XWEDÎ LI SÛRÊ DERKEVIN

Nivîskar Zulfu Lîvanelî ji sala 1996’an û vir ve nûneriya nêta baş a ÛNESCO’yê dikir û di 25’ê Gulana 2016’an de got, "Dema ku li Sûrê dîrok dihat binpêkirin, di civîna li Stenbolê de durûtî dihat kirin" û ji peywira xwe îstîfa kiribû. Lîvanelî vîdeoyek belav kir û got, "Sûr ji bo min gelekî girîng e. Ji ber ku gelek bermahiyên dîrokî lê hene. Lê li gorî min bîrdariya herî mezin mirov e. Ne bi tenê avahiyan, li wê derê tiştên hatin serê mirovan jî dilê min şewitand û ji ber vî tiştî min dev ji peywira xwe ya li ÛNESCO’yê berda. Li Tirkiyeyê her kesên xwedî wijdan divê xwedî li Sûrê derkevin. Divê em xwedî li Sûrê derkevin."

ŞEV Û ROJA ME NEMA

Ji şêniyên Sûrê, welatiyê bi navê Cûma diyar kir, ji ber ku wî dev ji mala xwe bernedaye heta niha 15 hezar TL ceza lê hatiye birrîn û got, "Bi rojan e av û elektrîka me tune. Hêza me nema. Niha ji ber ku dora me girtine, em xaniyê xwe vala dikin. Yên ev tişt anîn serê me, Xwedê belaya xwe bide wan."

'EM Ê MALÊN XWE VALA NEKIN'

Şêniyeke din a taxê Saîme Tûnç jî got ku, "Em bê av û elektrîk man. Me dîsa jî dev ji mala xwe berneda. Niha jî dora mala me, bi bariyeran girtine. Nahêlin em derkevin derve, em derkevin nahêlin em têkevin hundir. Em ê tu carî dev ji mala xwe bernedin."

JI PLATFORMÊ BANGA LEZGÎN

Plaforma li Dijî Dilweşandina Sûrê jî îro bangeke lezgîn kir û got, "Îro taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûrê bi bariyeran dora wê hatiye girtin. Em hemû aliyan vedixwînin Sûrê. Em bang dikin ku di saet 14.00’an de her kes werin pêşiya Keyîtiya Alîpaşayê."

Endamên çapemeniyê yên pêşveçûnên Sûrê dişopandin, bi darê zorê ji herêmê tên derxistin.

Gelê li taxê ava xwe ji dêr û mizgeftan dikişandin. Ava dêr û mizgeftan jî hate qutkirin.