Gelê Sûrê: Kesê ku wijdan pê re heye, divê guh bide qîrîna me

TJA'yê seriyek da taxa Alîpaşayê. Şêniyên taxê bang li gel kirin ku guh bidin wan.

Li taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên navçeya Sûr a Amedê dewleta Tirk xaniyên gel hildiweşîne. Tevgera Jina Azad (TJA) û endamên "Platforma Surê Hilneweşînin" destek dane şêniyên taxê. Şêniyên taxê ku av û elektrîk li ser wan hatiye birîn û tê xwestin ku bi darê zorê wan ji malê wan derxînin li ber xwe didin.

'KEPÇEYÊ LI MALA ME DIXIN Û GEFÊ LI ME DIXWIN'

Malbat nikarin têkberê xwe ji mal derxînin. Malbat dixwazin ku gel li wan xwedî derbikeve. Jinan diyar kirin, ku polîsan gef li wan xwarine û gotin, "Li gel ku em li mala xwe ne jî kepçeyê li mala me dixin û wiha gefê li me dixwin. Dibêjin heta Duşemê divê hûn malê vala bikin. Divê her kes zû li dijî kavilkirina Sûrê li ber xwe bide. Bi darê zorê dixwazin me derxînin. Kesên ku wijdan û sinc bi wan re hebe divê guh bidin vê qîrînê."

Li hêla din, li gel hilweşandina ku ev bi mehan didome, Azîze Akay a 60 salî ku ev 8 salan dendikan difiroşe li nav kavilan dendikên xwe difiroşe. Azîze Akaya got, "Ji bo ku jiyana neviyên me û jiyana me bidome em ji Sûrê dernakevin. Ez ê dengikên xwe bifiroşim û têkoşîna xwe bidomînim."

Serdana jinan li Sûrê didome.