Gelê Qesrî Şîrînê li naverastê maye

Yek ji bajarên ku erdheja hefteya bihurî gelekî bandor lê kir, Qesrî Şîrîn e. Li vî bajarî gel hê jî li derve dimîne. Mexdûrên erdhejê yên li derve mane, banga alîkariyê dikin.

Erdheja hefteya bihurî ya li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê rû da, herî zêde bandor li bajarê Qesrî Şîrîn ê wîlayeta Kirmanşanê kir. Bandora erdhejê hê jî didome.

Ji ber nebûna şebekeyên avê, ava vexwarinê bi destê mirovan nakeve. Hema bêjin temamiya xaniyên li vê herêmê hilweşiyane, lewma mirov di vê serma û seqemê de ji neçarî li derve dimînin.

Şêniyên Qesrî Şîrînê gotin, tevî ku demeke dirêj di ser erdhejê re derbas bûye jî hê alîkariyeke têrker ji wan re nehatiye dayin û diyar kirin ku alîkariya tê kirin jî ya ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve tê astengkirin, ya jî li hewcedaran nayê belavkirin.

Gel dibêjê, xaniyên ku ji ber erdhejê xera nebûne jî ne saxlem in ku mirov lê bimînin. Bi hezaran kesên li ber avahiya Heyva Sor a Îranê her roj li hev dicivin, dibin mexdûrê heqaretên hêzên rejîma Îranê. Gelek mirov bêyî ku alîkariyê bigirin ji neçarî vedigerin.