Gelê Nisêbînê li dijî zordariya dewletê her li ber xwe dide

Li Nisêbînê piştî berxwedana xwerêveberiyê Nisêbîn hate hilweşandin, li çar taxên Nisêbîn li ber TOKÎ’yê jin û zarok jiyan xwe didomînin.

‘Qedexeya derketina derve’ ku 14’ê Adara 2016’an li Nisêbînê hatî ragihandin, 25’ê Tîrmeha 2016’an ji qismî hate rakirin. Weke Sûr, Şirnex, Cizîr û Geverê dewleta Tirk dest bi hilweşandina malên gel kir. Li Nisêbînê bajar bi giştî hate xirakirin, 9 tax kirin ‘qada bi rîsk’ û li Dîcle, Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr, Zeynelabidîn û Qijleyê, dewletê hemû xaniyên gel dane ber xwe û li erdê rast kirin. Piştî hilweşandinê TOKÎ têne çêkirin, dema ku TOKÎ’yan çêdikin jî li gel guhdarî nakin. Gel erdê xwe dixwaze TOKÎ daîreyan dide, Wezaret dibêje wê pereyên erdên wan bidin, li herêmê TOKÎ her ku diçe zêdetir dibe.

GEL BERXWEDANA DIDOMÎNE

TOKÎ ku gel naxwaze bi lez û bez didome, gelê Nisêbînê jî li ber wan jiyana xwe didomîne. Mirovên ku malên xwe li taxên ku TOKÎ’yê xilas kirin, dibînin ku her qadên berxwedanê dibine cihê TOKÎ’yê. Nisêbînî dibêjin, gefên li wan dixwin û dibêjine wan ‘wê dor were we jî’ û dibêjin, ji bo ku malên xwe bernedin tişta ku ji dest wan tê wêb ikin.

PIŞTÎ EWQAS TIŞT TENÊ DENGÊ HILWEŞANDINÊ MA

Avahiyên TOKÎ’yê ku beriya bi heman dest pê kirin, hema bibêje li ber qedandinê ne. Xaniyên TOKİ’yê yên 5-6 qatî ku dişibin kozikan li ber qedandinê ne û eniyên wan ên derve têne boyaxkirin. Li Nisêbînê ji van 4 taxan ku her kes pê dizane kevir li ser kevir nema. Li van deran ku bi hilweşandinê bû weke reşeyekê li şûna dengê jin û zarokan niha tenê dengê hilweşandinê tê.

TIŞTIN KÊM IN..

Li taxên ku TOKÎ lê têne çêkirin têlên ku hatine danîn Nisêbînê dikine du beş. Têlên ku hatine danîn jiyanê û hilweşandinê ji hev qut dike. Li hêlekê tenê dengê înşeatê û mekîneyên kar tê û li hêla dî dengê cıvata jinan, zarokên ku dilîzin. Gel li gel her tiştî li ber xwe dide û li taxên ku tiştek jê nemaye li şopên jiyana xwe digerin. Bi hilweşandinê tax bûne weke çolê, parka herî mezin a Nisêbînê Mûsa Anter hate rûxandin. Ji parkên tenê dîwarên ku mirov dikare parkê mane û pirên diçûne ser hatine hilweşandin. Zarok li parkê li ber siha çend darên mayîn dilîzin. Zarokên ku di destê min de wênegirê dibînin hema di cih de dikevine wê rewşê ku ez wêneyên wan bigirim.

BI TENÊ MAYE

Em berê xwe didin taxa Koçera. Li vê derê em li jineke extiyar bi navê Zeynep rast tên, ku li hewşa xwe rûniştiye û nahêle dîwar lê bê lêkirin. Zeynep di dema şer de salekê dûrî mala xwe bû. Zeynep dest pê dike û qala Nisêbîna berê dike: "Di dema qedexeyê de ez wexteke kêm li vir mam. Piştre neçar mam derkevim. Salekê dûr mam. Dema em vegeriyan, tenê ev stûnên mala me mabûn. Me tamîr kir û niha tevî zarokên xwe lê dimînim. Dema ez çûm, min heywanên xwe jî bi xwe re biribûm. Êdî ne kêfa min mîna berê ye, ne jî tax. Berê em jin li vê derê li hev diciviyan, diaxivîn. Lê niha bi tenê me. Mala hemû cîranên min xera bûn."

DI BIN ZEXT Û ZORDARIYA HILWEŞANDINÊ DE XWE JI BO ZIVISTANÊ AMADE DIKIN

Zeynep a ku rondik ji çavên wê dibariya ez bi rê kir. Li cihekî nêz ez li du jinan rast hatim ku li ber tenûrê amadekarî ji zivistanê re dikirin. Jinan kîsek bacan dibiraşt û dixist nava şûşeyan. Ji bo pirsa "Li pêşberî me xanî tên xerakirin, hûn çi dibêjin?" yek ji jinan got, "Em çi bikin. Zêdeyî saleke xaniyan xera dikin. Ne em, lê ew ê hîn bibin bi me re bijîn. Cîranên me yên berê wê vegerin. Vê carê em ê ne bi tenê, lê bi wan re amadekariyên xwe bikin."