Dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komployeke mezin û tasfiyeyekê pêş dixe. Jixwe destkeftiyên Rojava hemû caran di hedefa wan de bûn. Herêmên Kurdan weke ‘korîdora terorê’ û Kurdistan jî weke ‘terorîstan’ bi nav kiribûn. Ji ber vê yekê ev têgeh însan û gelan bi bîr naxin. Li vir bi awayekî eşkere mantiqa înkara gelê Kurd û tunekirina gelê Kurd heye. Li seranserê cîhanê tu dewlet QSD û YPG’ê weke avaniyeke terorî pênase nakin û nabînin. Lê belê dewleta Tirl bi israreke mezin hemû caran dibêje ku YPG û PKK yek in û heman tişt in.
Ji bo nebûna hebûn û statûya gelê Kurd di destê dewleta Tirk de ji bilî PKK’ê argûmaneke din nemabû. Çimkî êdî hemû cîhanê gelê Kurd nas dikir. Kurd ew hêza pêşeng e ku li Sûriyeyê DAÎŞ têk bir. Li gel hêzên navneteweyî li dijî DAÎŞ’ê têkoşiya û heya niha jî vê têkoşînê didomîne. Li cem gelên cîhanê ji bo gelê Kurd sempatîyek çêbû. Li hemberî vê yekê li dijî gelê Kurd di dijminahiya xwe û êrîşkariya xwe de israr kir. Şerê li dijî DAÎŞ’ê dihate dayîn tim paş guh kir û hewl da veşêre. Hema rabû û rûnişt gotina PKK’ê û terorê bilêv kir. Hewl da gelê Kurd, berxwedana wan û rastiyan reş bike.
A niha Erdoganî hema bibêje rêveberiya HTŞ’ê hembêz kiriye. Hema bûye piştvakê wan. Dixwaze wan jî daxilî rêveberiya xweser û bloka ku dixwaze li dijî Kurdan ava bike, bike. Rayedarên Tirk çeteyên SMO’yê yên girêdayî wan li hemberî gelê Kurd û Rêveberiya Xweser amade kirin û a niha jî berê wan daye şer. Piştî ku HTŞ’ê Heleb bi dest xist, berê çeteyên SMO’yê dan Şehba û Til Rifatê. Piştre Minbic û herêmên din hedef hatin girtin. Ev qaşo hêzên muxalîf ên Sûriyeyê bûn, ji cîhanê re wisa tên pênasekirin. Lê belê rêveberiya Beşare Esad hilweşiya. Ev êdî muxalefeta çi dikin? Diviya ev a niha weke HTŞ’ê li Şamê bûna û tevlî pêvajoya siyasî bibûna.
Armanca sereke ya Tirkiyeyê ne pêkanîna aşitî û aramiya Sûriyeyê ye. Armanca dewleta Tirk weke li Başûrê Kurdistanê nebûna statûya Kurdan e. Hem bi xwe û hem jî bi çeteyên weke SMO’yê yên girêdayî wan êrîşî Rêveberiya Xweser dikin û dixwazin destkeftiyan tune bikin. Ji SMO’yê encama ku hêvî dikin, nagirin û a niha jî dixwazin HTŞ’ê bixin dewrê. Dewleta Tirk bi xwe bikeve şerî, dibe ku cîhan û dewletên Ereb nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Lê belê ger vê yekê bi destê HTŞ’ê bike, ev yek wê ji bo wan bibe rewşeke biavantajtir.
Li vir helwesta HTŞ’ê derdikeve pêş. Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Xweser HTŞ’ê ragihandiye ku ew naxwazin bi wan re şer bikin. Lê belê HTŞ’ê li hemberî êrîşên li ser gelê Kurd û Rêveberiya Xweser heya niha tu daxuyanî nedaye. Lê belê bandora wê gelekî li ser SMO’yê heye. Ger bixwaze wê van pevçûnan bide sekinandin. Lê belê di vê mijarê de pêngaveke wan çênebûye. Li gel hêêzên Rêveberiya Xweser têkiliyeke siyasî pêş nexistiye. Ev yek jî balê dikşîne û rewşeke ecêb e. Gelo di nava komplo û plana dewleta Tirk a li ser gelê Kurd û Rêveberiya Xweser de HTŞ jî cih digire? Em dikarin bibêjin ku wisa ye. Çimkî daxuyaniyên Hakan Fîdan ên dawîn vê yekê tîne bîra mirov.
Rayedarên Tirk digotin ku ‘’Wê YPG û QSD werin tasfiyekirin, wê çekên xwe deynin û li cihê xwe rûnên.’’ Ji êrîşên bi destê SMO’yê encamên ku dixwestin, bi dest nexistin. Ji cîhanê bangên bidawîbûna şerî zêde bûn. Her kesî fêm kir ku dewleta Tirk sedema van pêvçûnan e û bi destê dewleta Tirk tên domandin. Jixwe Tirkiye vê yekê venaşêre. Bi tenê em li çapemeniya Tirk binêrin, hemû tişt bi awayekî, eşkere li holê ye. Ger ji SMO’yê re piştgiriya hewayî neyê dayî, ew nikare şer bike. Dewleta Tirk piştgiriya hewayî dide SMO’yê, ji wan wesayîtên zirxî û her cure alikariyê dabîn dike û generalên artêşa Tirk şerî bi rê ve dibin. Bi tenê SMO’ya weke pîyon tê bikaranîn û navê wê heye. Lê belê plan û şer dewleta Tirk bi xwe ye.
Dewleta Tirk a niha tengav bûye, pirsgirêk zêde bûne û nikare bibêje ku em ê berê artêşa xwe bidin şerî. Lê belê êdî dibêjin ku ‘’Bêçekkirin û tasfiyekirina YPG û QSD’ê karê HTŞ’ê ye, wê ew van yekan bikin.’’ Wisa dixuye ku karê tasfiyekirinê ji HTŞ’ê re maye. HTŞ’ê têkildarî vê mijarê hê tiştek negotiye. Negotiye ku ‘’Em ê pirsgirêka heyî ne bi çekan, bi diyalog û hevdîtinên siyasî çareser bikin’’, û nabêje. Di mijara xakên ku Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin de deve xwe venakin û gotinekê bilêv nakin. Madem li Sûriyeyê rejîm guherî, penaber dikarin vegerin ser xaka xwe wê demê egera dagirkeriya dewleta Tirk çi ye? HTŞ dibêje ku bila Îsraîl nekeve xakên Sûriyeyê û bila dagirkerî bi dawî bibe. Lê belê xakên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, zêdetir in. Ev yek bi dagirkeriyê re jî ne sînordar e. Li Sûriyeyê xwînê dirijîne û şerî berdewam dike.
Rewşeke ecêb ya din jî helwesta ENKS û PDK’ê ye. Ew jî di nava vê komployê de roleke aktîf dilîzin û daxilî vê yekê ne. ‘’Hemû civakên Kurd dibêjin ku yekîtiyekê ava bikin û bi heyeteke hevpar herin Şamê.’’ Lê belê ENKS bêfikarane ji vê yekê re bersiva ‘’na’’ yê dide. Ew jî weke gotinên dewleta Tirk dibêjin ku ‘Bila PKK ji herêmê derkeve.’ Beriya niha ENKS’ê li hemberî raya giştî nedikari bi vî awayî biaxve. Niha bi cesareta ku ji dewleta Tirk standî, bi awayekî ecêb dixwaze Rojavayê bê banbor bike. Tişta sosret ew e ku hê jî di nava lihevkirinê de ne. Gelo bername û çareseriya lehevkirinê ji bo Kurdan çi ye? Niha li dijî kê muxalefetê dike, yan jî hikûmeya wan a demkî li hemberî kê ye? Ev muxalefet bi awayekî fîîlî ji holê rabûye û sedema hebûna wê nemaye. Hebûna wê bes ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gelê Kurd tê bikaranîn.
Divê gelê Kurd, hêzên enternasyonalîst û derdorên çepgir û demokrat bizanibin ku li dijî Kurdan û Rêveberiya Xweser komployeke nû û konsepta tunekirinê di dewrê de ne. Divê ev rastî ji gelên cîhanê re werin vegotin û komplo were pûçkirin.
Çavkanî:Yenî Ozgur Polîtîka