Bernameya bîranîna komkujiya Parîsê ya 2’yemîn hat eşkerekirin
Ji bo Komkujiya Parîsê ya 2’yemîn ya di 23’yê Kanûna 2022’yemîn de pêk hat, bernameya çalakiya bîranînê hat eşkerekirin.
Ji bo Komkujiya Parîsê ya 2’yemîn ya di 23’yê Kanûna 2022’yemîn de pêk hat, bernameya çalakiya bîranînê hat eşkerekirin.
Di 2’yemîn salvegera qetilkirina Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil û hunermend Mîr Perwer ên di 23'yê Kanûna 2022'yan li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin de, wê li cihê komkujî lê hat kirin, çalakiyên bîranînê bên lidarxistin.
Çalakiyên ku wê di pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) bên lidarxistin de, wê bi dirûşma "Kujer diyar in, Fransa çima bêdeng e?" pêk werin. Li gorî plansaziya çalakiyan a hat ragihandin, wê di 23'yê Kanûnê roja Duşemê saet 10:30’an de li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsê civînek bê lidarxistin.
Di saet 11:37’an de li ber avahiya komeleyê, li cihê ku komkujî lê pêk hatiye wê çalakiyeke girseyî ya bîranînê bê lidar xistin. Çalakiya ku wê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê bike, wê bi stranên hunermendan berdewam bike.
Di saet 14:00’an de wê li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya dîwanek bê avakirin. Li ser navê Tevgera Tamîl a Srî Lanka, li ser navê TJK-E wê axaftin bên kirin. Jiyana şehîdên Parîsê wê bên vegotin.
Dîsa wê li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya saet di 18.00'an de bi beşdariya dostên Kurdan panelek bê lidarxistin. Li vir wê li ser navê malbatên şehîdan TJK-E û KNK'ê axaftin werin kirin. Dostên Kurdan wê biaxivin. Piştî axaftinan wê stran û helbest werin pêşkêşkirin.
Di heman demê de di 23’yê Kanûnê de wê kampanya nameyan derbarê 4 hezar û 25 rojên di navbera Komkujiya Parîsê ya yekemîn û duyemîn de ji Wezareta Edaletê ya Fransayê û herêmên cuda re bên rêkirin. Di vê kampanya nameyan de wê 4 hezar û 25 name bên amade kirin û ji herêmên cuda yên Fransayê bên şandin.