Li Sûriyeyê hemû hêzên peywendîdar bi awayekî lêhûrbuyî ketine tevgerê. Îsraîl rêya ku ji xwe re diyar kiriye de dimeşe. Dê kîjan dewlet çi bibêje, Sûriyê çawa were sazuman kirin, dîplomasî û nîqaşên li ser maseyan re dema xwe derbas nake. Di derheqê ewlekariya xwe de gavên yek alî davêje. Di vê mijarê de serbest e. Jixwe hemû sererastkirinên herême ji bo ewlekariya Îsraîlê tên çêkirin. DYA, Îngîlîstan û hêzên din yên bibandor kiryarên Îsraîlê dipejirînin. Derveyê vê planên di derheqê heremê de jî ji hev re çêkirine.
Îran ajotin derveyê Sûriyê. Rusya windahiyeke stratejîk re rûbirû ma. Tam dihate gotin ku Rusya êdî Rojhilata Navîn de bibandore, dewletên Ereb re têkiliyên xwe xurt dike lê êdî gotin di cîh de ye ku mirov bêje ‘Rusya ji Behra Spî hate qewitandin.’ Bi mijûlkirina Rûsyayê ya li Ukranyayê ve destkeftiyên wê yên Rojhilata navîn ji dest girtin. Dê ji vir û şûn de Îran zêdetir bi xeteriyan re rûbirû bimîne. Dewrgirtina erkê vê dê zext li ser Trump zêdetir bibin. Qada tevgerê ya Rojhilata Navîn dê zêdetir were teng kirin. Windahiya Îranê dê tenê bi Sûriyê ve sînordar nemîne. Jixwe rêxistinên wek Hemas û Hîzbullah bi derbkirinan ve milên wan hatin sepandin. Dê Îran pirsgirêkên navxweyî ve were mijûlkirin da ku bînin asta ku nekaribe zirarê bide Îsraîlê. Jixwe welatên Ereban ên din jî bi hevpeymana Îbrahîmî ve têkiliyên wan bi Îsraîlê re hatiye asayi kirin. Dê meşa wan ya vê rêyê de bidome.
Tirkiye bi weke tê hêvî kirin ku HTŞ parastiye û amade kiriye ve dixwaze herkesê zêdetir di Sûriyê de bibe xwediyê axaftinê. Rewşa heyî diyar dike ku berjewendîyek bi dest xistiye. Ya girîng dê vê ezmûnê çawa bi kar bîne? DYE û Îsraîl dê çiqasî rê ji Tirkiyê re vekin? Erdoxan heta ku ji destê wî tê dixwaze bi DYE û Îsraîlê re di nava hevsengiyekî de be. Gotin di cîh de be Erdoxan Rusya qewitand. Şikestinek mezin hevpîşeyê xwe Putîn da jiyan kirin! Di cîhekî de wan jî ev heq kirî bû. Êdî bila li ser kiryarên xwe bifikirin.
Wek bendewariyên di vê mijarê de jî Tirkiyê nîşan da ku ew pêşiya Sûriyêyeya Demokratîk asteng in. Hemû bandor û hesabên xwe li ser derve hiştina Kurdan ya tevlîbûna ji vê pêvajoyê û ev nebe jî ji bo Kurd di vê pêvajoyê de bi destkeftiyên herî kêm ve derkevin, bi kar tîne. Hêzên HTŞ’ê ber bi Şamê ve ajotin yên SMO’yê jî ajotin li ser Til Rifat û Şehbayê. Armanca wê ya sereke bê Kurd kirina van herêman bû. Vê têr nekir berê çeteyên xwe da Minbicê. Dîsa vê jî têr nekir erîş bire ser bendavaTişrîn û Qereqozaxê. Ji bo Kurdan teng bike û heremên Xweser biqedîne, çavên Erdoxan reş buye. Reqa û heremên din de jî xwest ku Ereban provake bike. Tam xwest ku bernameya qaosê pêk bîne. Xwest ku bila her cîh tevlîhev bibe, li dijî Kurdan her cîh bibe cephe û bi vê awayê Kurd û Rêvebiriya Xweser têk biçin.
Niha jî hêzên xwe li derdorê Kobanê kom dike û dixwaze vî bajarî dorpêç bike û têk bibe. Ew Kobanê ya ku ji aliyê manewî ve ji bo Kurdan nirxê xwe zêdeye û biberxwedana ya li dîjî DAIŞ’ê ve buye sembol, dixwaze vî bajarî bixe û bi vî awayê vîna Kurdan bişkîne. Lê armanc ne tenê Kobanê ye, dixwaze tevahî rêxistinbûna Kurdan belav bike û îradeya wan ji holê rabike.
Bi civîna Urdunê ve DYE, Ewropa û welatên Ereban bangawaziya qedandina pevçûnên li Sûrî kirin. Herî kêm wisa duxwiyê ku dixwazin di Sûrî de pevçûnan bidin sekinandin û pêşiya çareseriyê vekin. Jixwe di rewşa heyî de derveyê Tirkiyê hêzên ku şer dikin nînin. Niha jî dixwazin bi gora Suleyman Şah ve şerekî derbixin. Ev gor di cihekî biçûk de bi awayekî sembolîk hebû. Li ser gefên DAIŞ’ê wê demê Erdoxan bi alîkariya YPG’ê ve ev gor birîbûn gundekê Kurdan yê bi navê Eşmê. Niha jî dixwazin vergerînin. Rêveberiya Xweser jî diyar kir ku ew girêdayî hevpeymana ne, ji ber wê ew dikarin gorê bînin cihê wê yê berê. Tirkiye axeke zêdetir dixwaze û dixwaze ku li wê derê baregeheke leşkerî ava bike û çekên giran bi cîh bike. DYE navberî dikir. Ji ber vê xwesteka wan, hevdîtin bê encam mabûn.
Diyare ku nîyeta Tirkiyê çiqas xirabe. Ji bo anîna wê gorê rewşeke wisa lezgîn jî nîne. Ji xwe ew bi salane li Eşme’yê ye. Demekî dîsa bimîne dê çi bibe? Ger ku hûnê bînin jî divê hûn girêdayî zagonên berê bin! Lê armanca wan serwerî avakirina pira Qereqozaxê û dorpêçkirina Kobanê ye. Jixwe berê jî êrîşên giran biribûn li ser wê pirê. Ew êrîş şikestin lê wan dîsa jî dev jê berneda. Ji ber vê Kobanê û Pira Qereqozaxê di bin dorpêçkirin û gefeke giran de ye. Ji bo ku Kurd li Sûriyê birêxistinî nebin û bê statû bin van tişta dikin. Di demeke ku hêzên HTŞ û yên din dibêjin Kurd parçeyekî Sûriyê ne, divê mafên xwe bigrin dest, lê Tirkiye xirabkariya xwe didomîne. Tişta destê wê de maye tenê PKK’ye. Dibêjin ‘PKK xwe di nava QSD’ê de vedişêre. YPG û PKK’ê yekin û bila YPG were tasfîyekirin.’ Bi xwe HTŞ kirîbûn lîsteya terorê lê niha bi hev re ne. Ev tê wê wateyê ku peyva ‘Terorîst’ peyveke wisa ji aliye hiqûqî ve dîyarde û mayînde nîne. Kê ji bo berjewandîyên wan nîn be jê re dibêjin terorîst. Ger hesabê wan were wê demê pirsgirêk tune. Lê tu dewleteke cîhanê YPG wek terorîst pejirandiy e. PKK lîsta terorê de ye. Tirkiye bi vê yekê ve derdikeve rê û dibêje YPG’ê PKK ye, xwe di nava QSD’ê de veşartiye. Ji ber vê jî dixwaze tevlêbûna Kurdan ya vê pêvajoyê taloq bike. Li ser erdê bi dorpêç û êrîşan ve ji aliyê sîyasî û dîplomatîk ve jî bi vê awayê dixwaze Kurdan bê bandor bike.
Kurd û dostên wan, derdorên demokratîk divê bizanibin ku Rêveberiya Xweser di bin dorpêçeke giran de ye. Heta ku ev nivîs were parvekirin dibe ku êrîş destpê kiribin jî…
Çavkanî: Rojnameya Ronahî