Sîstema modernîteya kapîtalîst, bi gotineke din DYE, Brîtanya û Îsraîl yanî NATO hê Tayyîp Erdogan bikar tîne. Piştî hilbijartinên 24-28’ê Gulana 2023’yan, bi destpêkirina şerê Xezeyê di 7’ê Cotmeha 2023’yan de bi kar anî. Piştre ji bo teşwîqkirina Hîzbûllahê ji bo êrîşî Îsraîlê bike, bi kar anî; herî dawî niha ji bo hilweşandina rejîma Baasê ya li Sûriyeyê bi kar anî.
Piştî sala borî di çarçoveya Şerê Xezeyê de qaşo Tayyîp Erdogan û Îsraîl gotin davêtin hev, kes bibîr nedibû ku rêveberiya Tayyîp Erdogan û rêveberiya Îsraîlê wê bi hev re operasyona li dijî Sûriyeyê bimeşînin. Ji xwe kesî îhtîmalek wiha jî nedida. Ya rast, dema ku hêzên HTŞ û SMO'yê ji Îdlibê heta Helebê dest bi êrîşê kirin, bi rengekî zelal zehmet bû ku mirov fêm bike bê li pişt vê êrîşê gelek rojan kî heye. Her wiha hinek ji wan qet fam nedikirin. Tenê rêveberiya Tayyîp Erdogan dîtine û tenê tiştên ku dîtine anîn ziman.
Belê, mîna li Xeze û Lubnanê, yê ku li Sûriyeyê jî hêz xistiye tevgerê rêveberiya Tayyîp Erdogan bû. Êrîşên hevpar ên hêzên HTŞ û SMO’ê di rastiyê de ji aliyê rêveberiya Tayyîp Erdogan û generalên Tirk ve hatin koordînekirin. Qet nebe tişta ku xuya dikir ev bû û yên ku xwedî nêrîneke siyasî ya kûr nebûn ancex vê dîtin. Di encamê de êrîşên ku rejîma Baas hilweşand û li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê gel qetil kir, ji aliyê rêveberiya Tayyîp Erdogan û sîstema şerê taybet a Tirk ve hat bi rê ve birin. Bi vî rengî sîstema şerê taybet a Tirk a bi serkêşiya Tayyîp Erdogan li Sûriyeyê serketineke leşkerî bi dest xist. Niha jî behsa qaşo vê serketinê dikin, pîroz dikin û li ser vê bingehê hewl tê dayîn pêşî li hilweşîna rejîma AKP-MHP'ê bê girtin.
Lê belê her ku dem derbas dibe diyar dibe ku plana Sûriyeyê ya mijara gotinê, di rastiyê de planeke NATO'yê ye. Ji aliyê DYE, Brîtanya û Îsraîlê ve hatiye amadekirin û bi cih anîn. Rêveberiya Tayyîp Erdogan tê de hatiye bikaranîn û ev rastî her diçe zelaltir xuya dibe. Diyar bû ku HTŞ’ê ji aliyê hêzên bi heman rengî ve bi taybetî Brîtanya û Erebîstana Siûdî ve hatiye amadekirin. Pêvajoya li Xezeyê di 7'ê Cotmeha 2023'yan de destpê kir, li Sûriyeyê dewam dike û ev yek hat fêmkirin. Di rastiyê de tê dîtin ku pêvajoya bi navê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku di 2'ê Tebaxa 1990'î de li Iraq û Kûweytê destpê kir, niha li ser Sûriyeyê giran bûye.
Eşkere ye ku hevkariya Brîtanya, DYE û Îsraîlê stratejiya 'Pergala Nû ya Cîhanê' ya di destpêka sala 1990'î de hat amadekirin û projeya nû ya rêya enerjiyê ya ji xeta Hîndîstan-Îsraîl-Qibris-Yewnanîstanê pêk tê, li gorî plansaziya xwe pêk tîne. Astengiyên li pêşiya xwe carnan bi komkujiyan û carnan jî bi rêbazên cuda ên hîleyan dide ber xwe û hewl dide bi pêşde here. Di vê oxirê de şexsiyetên mîna Tayyîp Erdogan weke sîxur-provokator bi kar tîne.
Diyar bû ku niha dora Sûriyeyê ye û li ser vî esasî serweriya Baasê ya 60 salan li Sûriyeyê bi dawî bûye. 50 salên desthilatdariya Esed hilweşiya. Li Rojhilata Navîn sîstemên netew-dewlet ê yekparêzî ku hilweşîna wê bi rejîma Baas a Iraqê re destpê kir, niha ev hilweşîn li Sûriyeyê didome. Li Sûriyeyê jî peykerên zexim ên netewe dewletê bi rastî jî hatin xistin. Xuya ye polîtîkayê Trump ê di 6'ê Mijdarê de weke serokê DYE’yê hat hilbijartin, bi cih hatin anîn. Ji bo vê jî rêveberiya Rûsyayê ku bi DYE'yê re li hev kirî, desteka xwe ya ji bo Rêveberiya Esad a li Sûriyê vekişand. Ji xwe di êrîşên beriya niha yên li Lubnan û Sûriyeyê de hêza Îranê bi temamî qels bûbû. Li ser vê bingehê hêzên HTŞ û SMO’yê yên di bin fermana Tayyîp Erdogan de karîbûn ewçend bi hêsanî bikevin Şamê.
Niha jî tê gotin ku dîsan dora Iraqê ye û dê hêzên li dijî DYE-Brîtaniya-Îsraîl ên li vê deverê bên têk birin. Ev demeke ji xwe DYE’ê li herêmê eniyên leşkerî li gorî vê yekê ji nû ve birêxistin dike. Eşkere ye, hem li gorî rewşa şer a navborî tedbîrên xwe bi pêş dixist, hem jî xwe ji bo şerekî bi vî rengî amade dikir. Bi kurtasî, ji bo wan pir ne zehmet e ku bi planeke bi vî rengî li Iraqê amadekariyên ku hatine pêşbînîkirin pêk bînin.
Baş e piştî vê wê çi bibe? Bi gotineke din dor tê kî? Dema ku ev pirs tên pirsîn, her kes ji mêj ve li Îranê dinêre û mîna ku her tiştê hatî kirin û her tim li dijî Îranê ne, dinirxîne. Bêguman ev nirxandin ne şaş e; Lê belê gelekî teng û kêm e. Di rastiyê de êrîşa hevpar a DYE-Brîtanya-Îsraîlê ya li dijî Îranê bi kuştina Qasim Silêman destpê kir. Ji Hîzbûllah û Sûriyeyê niha hatiye Iraqê. Ev hemû êrîş bi armanca tengkirin û qelskirina Îranê ye û armanca wan ew e ku rejîma Îranê bi temamî bixin bin bandora xwe.
Sîstema sermayeya yekdestî ya navneteweyî ya yekparêz bi van êrîşan armanc dike ku statukoya netewe-dewletê ya li Rojhilata Navîn têk bibe û bi vê yekê re herêmê ber bi belavkirina sermayeya zûtir û guncavtir veke û qezencên xwe zêde bike. Ji ber vê hewl dide sîstemên netewe-dewlet ên yekparêzî ku piştî Şerê Yekemîn ê Cîhanê hatine avakirin, biguherîne. Diyar e ku Îran yek ji netew-dewletên ku şekil dide herêmê ye. Lewma ya wê şoreşa modernîteya demokratîk bijî û bibe sîstemeke alternatîf, ya jî wê bi temamî teslîmî sîstema kapîtalîst a modernîteyê bibe! Xuya ye ji bo Îranê rêyeke sêyemîn nemaye.
Gelo tenê Îran li Rojhilata Navîn e ku di vê rewşê de ye? Gelo êrîşên bi pêşengiya DYE-Îngilîstan-Îsraîlê bi tenê Îranê hedef digirin? Gelo tenê Îran sîstema netewe-dewletê ya diyarkar a li herêmê ye? Helbet na. Li gel Îranê Tirkiye jî heye. Di rastiyê de, piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, Tirkiye di pêkhateyên netew-dewletên yekparêz ên herêmê de rola yekem û serdest lîst. Netewperestiya ereb ên weke Nasrawî û Baasê, mîna berhemeke neteweperestiya Tirk a Kemalîst bi pêş ket. Di sedsala dawî de Tirkiyeyê mohra xwe li avadaniya netewe-dewlet a yekparêzî ya Rojhilata Navîn xist. Ji bo vê jî Tirkiye di rêza pêşî de statûkoya netew-dewletê ya li Rojhilata Navîn temsîl dike. Ji ber vê yekê, êrîşên sermayeya yekperest, ji her kesî bêhtir Tirkiyeyê hedef digire. Piştî Sûriyeyê ji aliyekî ve dor li Iraq û Îranê, li aliyê din jî Tirkiye ye.
Wekî din wê li Xeze, Lubnan, Sûriye û Iraqê şer rû bide û sîstema kevn wê hilweşe; Lê belê ev der têra avakirina sistemeke nû nakin. Hêza Îranê jî wê têrê neke ku li Rojhilata Navîn sîstemeke nû ava bike. Eşkere ye ku eger tê xwestin li Rojhilata Navîn sîstemeke nû bê avakirin, divê ji Tirkiyeyê destpê bike. Heta ku li Tirkiyeyê sîstema netew-dewlet perestî ya nîjadperest-faşîst hebe, li Rojhilata Navîn sîstemeke nû nikare bê avakirin. Ji ber vê yekê, dor hê bêhtir nêzî Tirkiyeyê dibe. Weke ku me berê jî anîbû ziman, wê dojeh li Qibrisê rabe.
Yanî eger em van hemûyan li ber çavan bigirin, hingî tiştê ku Tayyîp Erdogan li Sûriyeyê bi dest xistiye serketine ango têkçûn e? Bêguman ev pirs girîng e û gelek derdor ji xwe vê pirsê dikin û hewl didin bersivan bibînin. Eşkere ye ku ev nîqaş wê di dema pêş de hîn bêhtir zêde bibin. Wê hewl bê dayin ku bandora geşedanên Sûriyê ya li ser Tirkiyê rastir û kûrtir were fêmkirin. Belê, Tayyîp Erdogan li Sûriyeyê serketineke leşkerî bi dest xist. Li ser vê bingehê dikare têkçûna polîtîkaya xwe kamûflaj bike. Bi pîrozkirinê dikare hewl bide civakê bixapîne û li ser vê bingehê pêşî li hilweşîna desthilatdariya xwe bigire. Di vê wateyê de mimkun e mirov behsa serketineke Tayyîp Erdogan a weke şexsekî bike. Lê belê ev yek ji bo Tirkiyeyê ne serketineke wekhev e. Serketina Tayyîp Erdogan ji bo Tirkiyeyê bibe bibe ancex dikare bibe serketina Pîrus ê. Yanî tê wateya ku difikire bi serketiye, lê di esasê de têk çûye.
Ji ber ku bi sîstema netewe-dewlet a yekparêzî re, Tirkiye nikare xwe bigihîne cihekî. Ji bo zîhniyet û sîstema netewe-dewlet a dijî Kurd û yekparêzî dawiya rê hatiye. Ne Kurd û ne jî gelên din ên li Tirkiyeyê vê sîstemê qebûl nakin. Ji ber vê yekê, guhertina Tirkiyeya sedsalî êdî pêwîstiyeke mecbûriye. Dil dixwaze ku ev guhertin bibe alîgirê azadî û demokrasiyê, Kurd, gel û jin bi ser bikevin, bindestî û kedxwariyê ji nû ve mezin nekin û kûr nekin!
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka