Gelê Kurd ber bi Cûdî ve dimeşin, leşkerên Tirk êrîş dikin

Gelê Kurd, ji bo Meşa Cûdî ya li dijî “Xerakirina Şer û Talankirina Xwezayê’’ li Şirnexê hatin ba hev. Gel di meşê de israr dike, leşkerên Tirk ên dagirker êrîş dikin.

Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li Şirnexê meşek a mezin ber bi Çiyayê Cûdî ve tê lidarxistin.

Meşa bi şîara ‘’Em li dijî xerakirina şer û talankirina xwezayê dimeşin’’ destpêkê ji bajarên Serhedê destpê kir. Gelek kesên li Wanê hatin ba hev, li navçeya Kercews a Êlihê tevlî milê meşê yê din bûn.

Ji bajarên mezin ên Tirkiyeyê û ji Amedê Hevserokê DTK’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û nûnerên rêxistinên civaka sivîl di nav de, bi sedan kes li Êlihê hatin ba hev. Gelê di têketina bajêr de hat ba hev, bi milê meşê yê ji Serhedê hat re li Kercewsê bû yek û ber bi navçeya Hezexê ya Şirnexê bi rê ket.

JI 7’Ê HETA 70’Ê TEVLÎ BÛN

Bi sedan kesên ji Riha, Dîlok, Mêrsîn û Mêrdînê ku Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî di nav de bû li Nisêbînê hatin ba hev. Biçûk û mezin tevlî meşê bûn û ber bi Cizîrê ve bi rê ketin û li ser rêya der û dorê ya Cizîrê bi milê meşê yê din re bûn yek. Gel ji vir ji bo tevlêbûna meşa li Cûdiyê bi wesayîtan derbasê qada Şantiye ya Mîlgayê bû.

Leşkerên Tirk, bi ava bişid û bombeyên gazê êrîş bir bi ser gel de. Gel di meşê de bi israr e.