Gelê Heftenînê: Heke em bibin yek wê êrîşên Tirk bişikin

Gelê herêma Heftanînê got heke ew bibin yek û serî rakin ew ê zordarî û êrîşên dewleta Tirk bişikînin û têk bibin.

Ji 23’ê Tebaxa 2019'an ve li ser herêma Heftenînê êrîşên dagirkerîyê yên artêşa Tirk dewam dikin. Gelê Kurd yê ku li gundên Heftenînê jiyana xwe didomînin derbarê êrîşên li ser herêmê nêrînên xwe anîn ziman. Gelê herêmê dibêje; ‘Em ê li hember van êrîşan jî ti carî serî netewînin’

'JI BER ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK EM NIKARIN JIYANEKE ARAM DIJÎN'

Êrîşên dagirkerî û faşîzma dewleta Tirk li tevahiya Kurdistanê didome. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê bi destpêkirina operasyonên bi navê Pençe û Kiranê ve hêzên dagirker ya artêşa Tirk hewl didin ku dewlemendiyên Kurdistanê û gelê Kurd yên ku li herêmê dijîn ji qirkirinê re derbas bikin. Li gundekî girêdayî Heftenînê jina bi navê Zeynep ji bo êrîşên li ser xakên xwe wiha dibêje; “Ji ber êrîşên heyî em nikarin jiyana xwe ya asayî bidomînin. Nikarin biçin nava zevî û darên xwe. Ji ber şerê heyî gelek niştecihên herêmê dev ji warên xwe berdan. Em êdî naxwazin dewletên zordar êrîşê me bikin. Dixwazin jiyanek aram bijîn. Heke ev şer xilas bibe gel jî dev ji koçberiyê berde û cardin vegerên warên xwe. Ji ber bombardimana balafiran kesekî nikare biçe nava zeviyên xwe û bixebitin. Zilma Saddam çawa ku li ser Kurdan rabû emê vê zilma Tirka jî tine bikin. Bi navê hebûna PKK’ê êrîşê sivîlan dikin lê ev ne rast e. Heta roja îro her tim xwîna gelê Kurd rijiya ji îro pêve em naxwazin gelê Kurd di nava xwînê de jiyan bike. Em hemû Kurd birayên hevdû ne ji ber vê daxwaziya me jî gelên koçerbûyî cardin vegerin ser cîh û warê xwe.

'KESÊN SIVÎL, ZAROK Û JIN TÊNE KUŞTIN'

Dayîkek din ya bi navê Xeyal Sadik dibêje; ‘Ji ber êrîşên balafiran zarokên me nikarin biçin şivaniyê jî bikin. Êrîşê gunda dikin, kesên sivîl, jin û zarokan dikujin. Dema ku êrîş dikin hemû Kurdan ji xwe re dikin armanc. Em naxwazin dewleta Tirk xakên me dagir bike. Bi balafirên şer bombardiman dikin ji ber vê yekê divê Kurd li her derî yekîtiya xwe xurt bikin û li hember dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng nemînin. Xwezaya Kurdistanê di encama van êrîşan de tê guhertin. Bi vê temenê xwe ya mezin ez nikarim biçim nava zêviyên xwe. Divê Tirk dawî li vê zilmê xwe bînin. Ji ber ku êrîşê gunda dikin gelek gund hatin vala kirin û koçberî çêbû. Derdorê gundê me jî bombardiman dikin lê belê di vir de sîvîlan dikin armanc. Dewleta Tirk tenê dijminahiya Kurda dike. Em vê yekê ti carî qabul nakin.

'JI BER ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK GEL NEÇARÎ KOÇBERIYÊ DIBE'

Kalekî bi navê Hecî ji bo dagirkeriya li ser herêma Heftenînê dibêje; “Dewleta Tirk dibêje PKK li Başûrê Kurdistanê ye ji ber vê em êrîş dikin lê belê ew derewên xwe diveşêrin, êrîşê gund û warên me dikin û nahêlin em di nava aramiyê de bijîn. Ji ber balafirên Tirkiyê em nikarin di nava gundê xwe de jî tevbigerin. Balafirên şer li Sîdeka êrîş birin ser sîvîlan û di malbatekî de gelek kes şehîd bûn û zirarekî mezin dan xwezayê. Çend caran balafir derdora gund bombardiman kir û dibêjin ji ber PKK’ê em êrîş dikin lê ev ne rast e, ew dijmin hemû Kurdan e. Heke ne wiha be çima gelê vê derê bi zorî didin koçber kirin. Gundên derdor hemû ji ber vê êrîşê neçar man û dev ji gundên xwe berdan. Em ji ber vê dagirkeriyê nerazîne. Hemû hêzên cîhanê dibin yek û li hember gelê me êrîş dikin. Li Rojava, Bakûr, Başûr û li her derî ku Kurd dijîn bi êrîşên hovane re rû bi rû dimînin. Em hêvîdarin hemû Kurd bibin yek, hêza xwe mezin bikin û li hember vê zordariyê berxwe bidin.”

'DAGIRKERIYA TIRK A LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ EM NAXWAZIN'

Yek ji nîştecîhên herêmê Çawiş Heydar dibêje; “Ev êrîşên neheq in. Zilm û zordariyek mezin li ser gelê me heye. Lê kesek li hember vê zordariyê deng nake. Ev zilm ne roja îro ji geliyê Zîlan, Bedîrxan Bega heta roja îro dewam dike. Gelê me her tim ji komkujiyan derbas bûye, dewleta Tirk di her dema dîrokê de hebûna gelê Kurd qabul nekiriye û xwîna Kurda rijandiye. Vê zilmê ku dewleta Tirk dike ji Saddam jî borî ye. Heta vê rojê bi milyonan mirovên Kurd bi destê Dewleta Tirk hatine kuştin. Heta gelê me nebe yek emê her tim bi êrîşên wiha hovane re rû bi rû bimînin ji ber vê serî de emê hevkarî bi dijminê xwe re nekin. Li Heftenînê êrîşê sîvîlan dikin, ajalên me dikujin. Dewleta Tirk tenê ji ber dijminahiya Kurdan ewqasî êrîş dike. Em jiyanek azad dixwazin. Divê dewleta Tirk ji ser axa me derbikeve.”