Gelê Dêrsimê dengbêj Silo Qiz veşartin

Dengbêj Silo Qiz ê ku rehmet kiribû li Dêrsimê hate veşartin.

Dengbêj Silo Qiz ê ku yek ji şahidê Qetlîama Dêrsimê bû, duh rehmet kiribû. Li Cemxaneyê ji bo Silo Qiz merasîm hate lidarxistin. Nevî û zarokên Silo Qiz, Şaredarê Dêrsimê Mehmet Fatîh Maçoglû, şaredarên navçeyan, nûnerên HDP’ê û yên saziyên sivîl tevlî merasîmê bûn.

Lêkolîner Cemal Taş, li ser navê hunermendên Dêrsimê Mazlûm Buyuktaş qala jiyana Silo Qiz kirin. Taş diyar kir ku dengbêj Silo Qiz di qetlîama Dêrsimê de hê xortek bûye. Taş bal kişand ser vî tiştî ku  dîrok, çand û baweriya Kirmanciyê bi saya hozanên wekî wî heta roja me hatiye.

Piştî merasîma li Cemxaneyê cenazeyê dengbêj Siloz Qiz li gundê Milû yê Dêrsimê hate veşartin.