Gelê Başûrê Kurdistanê li ser piyan e: Bila hikumet îstifa bike

Gelê Başûrê Kurdistanê daket kolanan û dixwaze hikumet îstifa bike. Hêzên PDK'ê jî guleyan li gel direşînin.

Başûrê Kurdistanê veguherî qada çalakiyan. Gel li Silêmanî, Helebçe, Seyîdsadiq, Ranya, Qeladiz, Sengeser, Derbendîxan, Kelar, Teqteq û Çemçemalê daket qadan û ji ber ku xizmet nayê kirin, mûçe nayên dayin û pirsgirêkên gendeliyê nayên çareserkirin daxwaza îstifayê li hikumetê kir.

HEWLÊR

Li navçeya Rewandizê yê Hewlêrê, Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) êrîşî gel kir.

Hêzên asayîşê yên ser bi PDK'ê, bi quntaxê çekan û ço êrîşî gel kirin. Ji ber êrîşa asayîşê gelek kes birîndar bûn, gelek kes jî hatin binçavkirin.

SILÊMANÎ

Gel, li bajarokê Pîremegrûn ê navçeya Dûkan a Silêmaniyê agir berda ofîsa Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK).

Gelê ku dixwaze hikumet îstifa bike, li gelek cihan bû hedefa êrîşên hêzên asayîşê.

Bi hezaran kesî bi zimanên Îngilîzî, Kurdî û Erebî dirûşmên "Bila hikumet îstifa bike", "Em hikumeta we naxwazin, dest jê berdin û êdî biçin", "Bes e ji hikumdariya 26 salan re" qîriyan û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Bi hezaran mamoste, karker û welatiyên li navenda Sera ya Silêmaniyê li hev civiyan, wê bimeşin.

Li Silêmanî, bi hezaran kesên ji bo şermezarkirina pêkanînên hikumetê daketin qadan, ji Serayê heta ber ofîsa PDK'ê ya li kolana Salimê meşiyan. Dema ku çalakger gihîştin kolana Mewlewî, hêzên asayîşê pêşî li wan girtin û ji welatiyan xwestin ji hev belav bibin. Ligel astengiya polîsên asayîşê, welatiyan meşa xwe dewam kirin. Asayîşê ji bo pêşî li welatiyan bigire, gaza îsotê bi kar anî û fîşek berda hewayê.

Çalakgerên li ber ofîsa PDK'ê li hev civiyan, ji hikumeta Herêma Kurdistanê xwestin ku îstifa bike. Welatiyan dan xuyakirin ku ew êdî ne tenê ji bo elektrîk, av û mûçeyan derdikevin kolanan, ew dixwazin êdî hikumet biçe, lewma dadikevin qadan. Welatî dirûşmên "Bese ji hikumdariya 26 salan re", "Bila hikumet îstifa bike" diqîrin.

KEVIR AVÊTIN AVAHIYÊN PARTIYÊ

Li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê, çalakgeran danê sibehê dest bi xwepêşandanên protestoyî kirin û çalakî hê jî dewam dikin. Girseya gel berê xwe da avahiyên partiyên herêma Kurdistanê û kevir avêt avahiyan.

Hêzên ewlekariyê yên li ofîsên partiyan, gule li gel reşandin. Hêzên ewlekariyê li dora ofîsa PDK'ê xeta parastinê ava kirin. Li gorî agahiyan, kadroyên PDK'ê ji navçeyê derketine.

Li ber avahiya qeymeqamtiya Seyîdsadiqê, piştî ku çalakgeran kevir avêtin, tevlîhevî derket û hin welatî birîndar bûn.

'HETA KU EM ENCAMÊ WERBIGIRIN WÊ ÇALAKIYÊN ME BIDOMIN'

Gelê ku li Silêmaniyê li Çemçemalê derketin qadan, nerazîbûnê nîşanî polîtîkayên hikumetê didin. Hemwelatiyan banga îstîfayê li hikumetê kirin û diyar kirin heta ku daxwazên wan bi cih were wê çalakiyên wan bidome. Qaymeqamê Çemçemalê Remk Remezan jî di warê şîddeta li ser gel de banga bihistyariyê kir.

GERMIYAN

Li Germiyanê li navçeya bi navê Kelarê çalakvan bi pêşengiya mamoste û karmendan li Parka Leyla Qasim kom bûn. Çalakvanan diyar kirin ku tu meşrûtiyeta hikumetê nemaye.

Çalakvanê bi navê Arî Ezedîn ê ku di nav Meclîsa Mamosteyên Protestovan a Germiyanê de ye têkildarî armanca wan a çalakiyê ji Rojnewsê re axivî û got, "Em mamoste, karmend û gel, em qebûl nakin ku Başûrê Kurdistanê di nav rewşeke wisa xerab de bin. Tu aliyê vî tiştî tune ye ku mirov biparêze. Ji ber vê jî me biryar da ku em çalakiyên girseyî li dar bixin. Li Başûrê Kurdistanê tu rewabûna desthilatdariyê nemaye. Divê gel di nav mekanîzmaya stendina biryaran de be û ew bi xwe biryara xwe bigire."

ÊRÎŞ DIKIN

Li herêman çalakî hê jî didomin û hêzên ewlekariyê êrîşî girseya çalakvanan dike û guleyan li wan direşîne. Hat ragihandin ji ber ku Asayîşa PDK’ê êrîşî çalakvanan dike, hin hemwelatî birîndar bûne.