Gelê Şengalê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiya

Li Şengalê li dijî tecrîda li Îmraliyê meşek hate kirin, berxwedana zindanan hate silavkirin.

Bi sedan kes li navçeya Sinûne ya Şengalê hatin ba hev û li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Di meşê de berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyan jî hate silavkirin. Bi sedan kes bi banga TAJÊ û YCJÊ li pêşiya Meclîsa Gel a Sinûne hatin ba hev û bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ meşiyan.

Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de hate diyarkirin ku “Dewleta Tirk a faşîst û dagirker dixwaze me gel ji Rêber Abdullah Ocalan veqetîne. Şertên tecrîda li Îmraliyê roj bi roj zêde dibe. Em nikarin agahiyan ji Rêber Apo bistînin. Destûr nayê dayîn ku ne malbat û ne jî parêzer biçin Îmraliyê. Pergala heyî ji paradîgmaya azadiyê û felsefeya Rêber Apo ditirse.”

‘RÊBER APO TÊ WATEYA AZADÎ, EXLAQ Û RASTIYÊ’

Di dumahîka daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Hêzên serwer baş dizanin ku civaka ku xwe her dem birêxistin dike û bûye xwedî îrade wê karibe serî hilde. Heke îro civaka Êzidî xwedî statuyeke azad û nasnameyê be, ev tişt bi saya Rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye. Pêşketina pergala demokratîk a li Şengalê were astengkirin jî civaka Êzidî êdî dikare xwe bi rê ve bibe. Bi taybetî jinên Êzidî zincîra koletiyê qetandine û ji hemû jinên cîhanê re bûye mînak. Heke Rêber Apo ji civakê were dûrxistin, tiştekî bi navê exlaq, azadî û rastiyê namîne. Azadiya Rêber Apo, azadiya hemû jinan û civakê ye.”