Gelê Şengalê, hikumeta Iraqê û planên tasfiyeyê yên PDK’ê protesto kirin

Bi hezaran gelê Şengalê peymana di navbera Bexda û Hewlêrê ya ji bo tasfiyekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê protesto kirin.

Îro bi hezaran kes li Şengalê li dijî planên tasfiyekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên Parastina Şengalê meşiyan. Meşa ku li ber avahiya Laleş a navenda Şengalê destpê kir heya Yermûkê dewam kir. Bi navê meşvanên Êzîdî kesayetê naskirî yê Şengalê Şêx Semîr Derwêş daxuyaniya bi zimanê Erebî hatibû amadekirin xwend.

Di serî daxuyaniya ku kesayetê Êzîdî Şêx Semîr Derwêş xwend de hate gotin, ew weke şênî û pêkhateyên Şengalê peymana 9’ê Cotmeha 2020’an a di navbera Serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî û PDK’ê de hatiye îmzekirin red dikin û ev peyam hate dayîn; “Wekî şênî û pêkhateyên Şengalê careke din em bi vê xwepêşandanê helwesta xwe li hemberî peymana 9’ê Cotmeha 2020’an a di navbera hikumeta Kazimî û PDK’ê de hatibû îmzekirin, eşkere dikin. Em bi tu awayî vê peymanê qebûl nakin.”

Şêx Semîr di daxuyaniyê de careke din berpirsên fermana 73’an a 3’yê Tebaxa 2014’an bi bîr xist û ev tişt got; “Em careke din bi bîr dixin ku yê Şengal bi qirkirin û êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên terorîst re ên 3’ê Tebaxa 2014’an re rû bi rû hiştin, dûrûtiya siyaseta Bexda û Hewlêrê ya li hemberî Şengalê ye. Madeya (140) yek ji wan sedeman e ku em rûberûyê çeteyên DAIŞ’ê werin û gel bê parastin bimîne, Şengal radestê DAIŞ’ê hate kirin. Ji ber paşguhkirin, xemsariya we ya li hemberî Şengalê xelkê me hatin qetilkirin, serê wan hate jêkirin, jin hatin revandin, koçber bûn.

Di dewama daxuyaniyê de Şêx Semîr diyar, eger niha Êzîdî ji qirkirinê rizgar bibin, di encama berxwedan û israra gel de bûye û wiha dirêjî bi daxuyaniyê da; “Yên ku planên çeteyên DAIŞ’ê ya ji bo qirkirna Êzidiyan bi temamî pûç kir, berxwedan û israra xelkê Şengalê bû. Di encama hewldanên me de Şengal hîn jî weke parçeyeke Iraqê maye. Lê tevî vê yekê jî bi hezaran jin û zarok hatin revandin, li bazaran hatin firotin, xelk hatin koçberkirin, zarokên me li ser fikrên tundrew hatin perwerdekirin, bi hezaran kes hatin qetilkirin û gelek perestgeh û cihên me yên pîroz hatin teqandin. Lê bi sedan keç û xortên me ji bo parastina Şengalê xwe fedakirin.”

Di daxuyaniya gelê Şengalê de siyaseta Hewlêr û Bexdayê ya li beramber Êzîdiyan tê bibîrxistin û ev rexne tê kirin; “Hemû tiştên ku hatin serê me di encama xemsariya hikûmetên Bexda û Hewlêrê de çêbûn. Beriya fermanê şêniyên Şengalê beşdarê rêveberiyê û hêzên ewlekariyê ne hatin kirin. Rêveberî li gorî berjewendiyên partiyan û şexsan hatibû avakirin. Wisa xuya dike niha jî hûn dixwazin, bi heman şêweyê wê rêveberiya berê ya siyasî dubare bikin. Nîşaneya vê jî peymana ku we bêyî girtina nêrîna gelê Şengalê îmze kiriye ye.”

Her wiha Şêx Semîr Derwêş di dewama daxuyaniyê de dibêje; “Hûn bi vê peymanê dixwazin jehrê bidin me. Em baş dizanin ku ev peyman dê xizmetê ji yekîtiya Iraqê û berjewendiya gelên Iraqê re neke, berovajî wê serweriya hêzên herêmî û ajandeyên derve li Iraqê xurttir bike. Her wiha evê bikeve bin xizmeta berjewendiyên şexsî û PDK, Tirkiye, bermahî û hevalbendên DAIŞ’ê.”

Şêx Semîr Derwêş yê bi navê gelê Şengalê daxuyanî xwend diyar kir wan heya niha timî zimanê diyalogê esas girtiye û vê peyamê da hikûmeta Iraqê ya Kazimî; “Tevî ku hûn guh nadin denge gelên Şengalê û li gel ku siyaseta ku hun dişopînin şaş e jî, me heya niha timî rêbaza diyalogê hilbijartiye. Me ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan proje pêşkêş kirin, we guh dida, lê di pratîk de ti gav ne diavêt. Piştre jî hun li gorî berjewendiyên xwe û hevkarên xwe tevgeriyan. Ji bo parastina Êzîdiyan û pêkhateyên din ên Şengalê, we tenê gavek jî rast neavêt, we ti garantî neda me.”

Şêx Semîr Derwêş dazanîn ew weke gelê Şengalê vê peymana Bexda-Hewlêrê weke peymana xiyanetê bi nav dikin.

Kesayetê naskirî yê Êzîdî Şêx Semîr careke din daxwazên gelê Şengalê rêz kir û got; “Çareseriyên ku me pêşkêş kirine, ji bo mayîndekirina aramî û îstiqrarê ye. Ji bo vegera koçberan e, peydakirina kesên hatine revandin e. Em dixwazin hûn rêz li îrade, nêrîna gel û fedekariyên ku kirine, bigirin. Parastina Şengalê ji bo parastina yekîtiya Iraqê û serweriya wê girîng e. Ev dê bihêle hemû pêkhate û neteweyên din ên Iraqê bi hev re bijîn”