Gardiyanan li hucreya yekkesî êşkence kirin

Li Wanê, 10 gardiyanan avêtin ser hucreya yekkesî ku Şerafettîn Demîr lê bû û êşkence lê kirin.

Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê zext û zordariya li girtiyan mezin dibe. Şerafettîn Demîr ku ji sala 2011'an ve li girtîgehê ye û 3 salên dawî li hucreya yekkesî tê ragirtin, 10'ê Çileyê di bin navê "lêgerînê" de 10 gardiyanan avêtin ser hucreya ew lê bû û êşkence lê kirin.

'SERÊ SIBEÊ AVÊTIN SER HUCREYÊ Û LÊ DAN'

Bav Cemal Demîr diyar kir ku di 10'ê Çileyê de ew tevî hevser û kurekî xwe ji bo hevdîtina vekirî çûn girtîgehê û got, "Tevî kurê xwe û hevsera xwe Cûma em çûn hevdîtina vekirî. Destpêkê bi gotina 'dor nehatiye we' didin rawestandin. Piştre jî dibêjin ku Şerafettîn birine nexweşxaneyê. Dûre jî li odeyekê bi kur, hevser û kurê min ê girtî destûra hevdîtinê didin. Normal bi girtiyên din ên li girtîgehê re li heman odeyê destûrê didin ku hevdîtinê bikin. Lê belê vê carê li odeyeke bi tenê destûra hevdîtinê dan.

Hevsera min ji kurê min pirsî ku çima çûye nexweşxaneyê? Kurê min jî jê re got, 'dayê tiştekî min nîne'. Hevsera min dema bi destê kurê min girt, dît ku werimiye. Piştî ku hevsera min got, wan li te xistine, kurê min jî qala her tiştî kir. Got, 'Serê sibehê 10 gardiyan ketin oedeyê, piştî ku her der belav kir, li min dan'. Piştî ku lê dan ew birin revîre ya girtîgehê û li wir jî rapor nedan wî."

Bav Cemal Demîr serî li Şaxê Wanê yê Komeleya Mafên Mirovan da û got, "Gelo cihê vê yekê di Îslamiyetê de heye? Çawa dibe ku 10 kes êrişê dibe ser kesekî bi tenê yê li hucreyekê? Edaleta we li ku ye?"