Gabar: Divê ciwanên Kurd xwedî li berxwedana zindanan derkevin

Endama Koordînasyona PAJK'ê Gulçiya Gabar, biryarnameya dawî ya desthilatdariya AKP-MHP'ê nirxand û got, "Divê jin û ciwanên Kurd bi pêşengiya vê pêvajoyê rabin û zindan bi tenê neyên hiştin."

Tifaqa qirêj a desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê welêt roj bi roj dixe nava kaosê. Biryarnameyên di hukmê qanûnan de, ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê tên derxistin, krîzeke mezin bi xwe re tînin. Bi biryarnameya di dawiya sala 2017'an de hate derxistin re, zexta lixwekirina kincê ji yekrengî ya li ser girtiyan, fermî bû. Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê bi rengekî vekirî biryara xwe ya li dijî vê pêkanînê şekere kirin. Endama Koordînasyona PAJK'ê Gabar, ev pêkanîn û tifaqa qirêj ji ANF'ê re nirxand.

'JINÊN KURD WÊ LI BER PÊKANÎNÊN FAŞÎST RABIN'

Gabar da xuyakirin ku pêkanînên hikumeta AKP'ê polîtîkaya ji bo tepisandina gelê Kurd e û got, "Li girtîgehê şoreşger û li derve jî gelê me li ber xwe didin. Hikumeta AKP'ê nikare çavên şoreşgerên Kurdistanê û gelê me bitirsîne. Erdogan girtîgeha Gûantanamoyê weke model li ser Kurdan ferz dike. Êşkenceya giran li Kurdan rewa dibîne. Gotina 'berxwedan jiyan e' ya hevalê Mazlûm û berxwedana hevala Sara çawa ku Esad Oktay têk birin, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP jî wê têk biçe. Çawa ku hevala Sara tif li rûyê zaliman kir, jinên Kurd û mirovên xwedî wijdan jî wê li ber hovîtiya Erdogan rabin û têbikoşin."

Gabar biryarnameyên tên derxistin weke êrîşek li dijî felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û got, "Pêkanîna kincê ji yekdengî berhemek ji zîhniyeta tekparêz e. Şoreşgerên Kurd wê vê yekê qebûl nekin. Ev pêkanîna faşîst êrîşek li dijî felsefeya Rêbertî ye. Felsefe û îdeolojiya Rêbertî pirrengî ye. Felsefeya Rêbertî gelan li hev dicivîne û gelan azad dike."

Gabar bi bîr xist ku ji bo şikandina pêkanînên faşîst û dawîanîna li êşkenceyê gelek berdêl hatin dayin û got, "Ji bo dawî li van êrîşan bê anîn, em ê dîsa berdêlan bidin. Weke gelê Kurd, weke Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd em xwe ji dayina berdêlan venagerin."

'DIVÊ GEL BI ÇALAKIYÊN XURT BERSIVÊ BIDE'

Gulçiya Gabar anî ziman ku divê gel bi çalakiyên xurt bersivê bide pêkanîna kincê ji yekrengî û wiha dewam kir: "Ji ber şert û mercan, zêde derfetên hevalên li zindanê nîne. Yê ku vê zilmê bisekinîne gel bi xwe ye. Çawa ku dewletên Ewropayê hevparê tecrîda giran a li Îmraliyê ye, divê mirov li pêşberî vê zilmê jî bêdeng nemînin. Lewma gelê Kurd ê li Ewropayê dijî divê li dijî van bûyeran helwesteke zelal û xurt nîşan bide, çalakiyên xurt li dar bixin. Dewletên Ewropayê destek dan hikumeta AKP'ê û di şer û polîtîkaya li Kurdistanê de rola van dewletan heye... Eger dewletên Ewropayê dengê xwe lê bikira, wê dewleta Tirk nekarîbûya qanûnên bi vî rengî yên kêfî li ser girtiyên şoreşger ferz bikira."

Gabar li dijî tifaqa AKP-MHP'ê peyamên girîng da ciwanên Kurdistanê û got, "Herî zêde gel û ciwanên Kurd ên li welatên Ewropayê û metropolên Tirkiyeyê dijîn divê li dijî van qanûnên faşîst rabin. Pêwîste ciwanên me yên Kurd saziyên AKP-MHP'ê bişewitînin. Divê ciwan destûrê nedin ku yên biryarên bi vî rengî yên faşîst digirin bi rehetî tevbigerin. Pêwîste li zaliman welê bê ku ji siya xwe jî bitirsin. Siyasetmedarên AKP-MHP'ê û yên ev biryar dane, nikaribin li Tirkiye û Kurdistanê hilmê bistînin. Gelê Tirk ê bindest jî divê li dijî zaliman serî hilde. Ciwanên me jî divê bi rola pêşengiyê rabin."

Gabar destnîşan kir ku divê ciwanên Kurd hikumetê ji ber van biryarên xwe yên faşîst poşman bikin û xwest, zindanan bi tenê nehêlin.