Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Fihûşa bi kontrol û parastina dewletê

Dewleta Tirk bi rengê  şerê taybet li bajarên Kurdistanê bikranîna tiryakê û fihûşê geş dike, nexasim pitşî êrîşên dagirker ên li ser bajaran ev polîtîkaya xwe geştir kiriye.

Li Amedê bi kontrola hêzên dewletê madeyên hişbir têne firotin û fihûş tê kirin. Li taxa Huzurevlerî ya navçeya Kayapinarê ya Amedê 400 malên fihûşê hene, ev jî kambaxiya rewşê nîşan dide.

Di serî de navçeya Sûrê ya Amedê dewleta Tirk bi polîtîkaya şerê taybet bi ser navçeyên Baxlar, Kayapinar û Yenîşehîrê de diçe. Li taxên Alî Paşa, Iskender Paşa, Azîzoglu û Ismet Paşa firotina madeyên hişbir û fihûş bûye rewşeke 'asayî''.

LI BER EMNIYETÊ FIHÛŞ

Şêniyên taxê dibêjin hema hema li gel ku her şev endamên Tîmên Taybet bi şev digerin jî fihûş û karê tiryakê naqede. Otel Şenol a çar qatî ya li ser kolana Gazîler a Sûrê ya li pêşberî Midûriyeta Emniyetê ji bo fihûşê tê bikaranîn. Esnafên li kuçeyê ji vê rewşê bêzar in û Midûriyeta Emniyetê guh nade giliyên esnafan.

Li taxa Iskender Paşa kesên ku ji wan re 'kîsgir' dibêjin û madeyên hişbir difiroşin zîtirkan didin xwe. Hema hema li serê her kuçeyê ev kes hene û êdî pêdivî pê nabînin ku karê xwe veşartî jî bikin.

LI MALÊN APART DIKIN

Li navçeyên din ên Amedê jî rewş ne cuda ye. Tê gotin li taxa Huzurevlerî ya navçeya Kayapinarê behsa 400 malên fihûşê tê kirin. Şêniyên taxê gelek caran gilih kirin lê tiştek neguheriye.

Li semta Ofîsê ya Yenîşehîrê jî fihûş li malên apart, ku ji bo rojekê têne kirêkirin, tê kirin. Bi ser de li gel ku ev mal ji hêla polîsan ve têne 'kontrokirin' jî hê jî aktîf in.

Li Baxlar û Erganî jî van salên dawî bûyerên fihûşê û firotina karê madeyên hişbir zêde bûne.

JI CIWANÊN PARTIYÊ DITIRSIYAN

Jineke ji taxê wiha dibêje: ''Van 3 salên dawî rewş her ku diçe xirabtir dibe. Kuçe ji sêwartalên esrarfiroş tije bûne. Polîs hema hema her roj li ser dewriyê digerin. Van kesên ku esrarê difiroşin dibînin. Ev esrarkêş berê ji Partiyê û ciwanên Partiyê ditirsiyan. Ciwanên ku ji wan ditirsiyan niha nîn in. Ti derdekî wan jî bi polîsan re tine.''

LI 'HAYAL KAHVESİ' HER TIŞT TÊ KIRIN

Li navçeya Kayapinarê jî hem bikaranîna madeyên hişbir û hem jî fihûş zêde dibe. Li cihê bi navê ''Hayal Kahvesi'' ku li ser wê kolanê e ku jê re ''Rêya 75 Metro'' tê gotin û mekanên luks li ser in, karê madeyên hişbir tê kirin û fihûş tê kirin. Yekî ku li sîteyeke nêzî mekanê dimîne û nexwest navê xwe bide got bi şev li ber wê mekana navborî jinên ku bi rengê karkerên seksê têne xebitandin seraqet mêr li wan dixin û got, ''Her roj pevçûn çêdibin, hev birîndar dikin. Min bi çavê xwe dît ku li vir madeyên hişbir jî tê firotin.''

POLÎS KÊFXWEŞ IN

Li navçeya Huzurevlerî jî rewş eynî ye. Yek ji esnafê taxê dibêje: ''Em baş pê zanin ku tenê li vê taxê 40 malên fihûşê hene.  Em çûne qerqolê û me gilhê van malan jî kir. Li van malan hem fihûş tê kirin û hem jî karê madeyên hişbir. Wesayitên polîsên fermî diçin û tên. Her tişt ji bo wan xweş e, polîs pir kêfxweş xuya dikin.''

BERÊ NIWÊRÎBÛN BIKIN

Du yixtiyarên zewicî ku ji taxa Kaynartepe, ya ku hebên hişbir pir lê têne bikaranîn, derketin, gotin, ''Piştî ku meclîsa taxê ya partiyê hate girtin bikaranîna madeyên hişbir zêde  bû. Em wan salan li taxê bûn. Teşqeleyên biçûk hebûn lê ev ew qasî nedihatin ber çav. Piştî ku meclîsa taxê hate girtin ev tiş bûn. Berê ji ciwanên partiyê ditirsiyan û kesî newêrabû van tiştan bike. Lê dewletê ciwanên partiyê girtin an jî qetil kirin. Niha li kûderê sêwertalek hebe hatiye taxê. Dixwazin ciwanên taxê jî bikin weke xwe.''

TEMENÊ FIHÛŞÊ HETA BI 16 SALAN KETIYE

Li navçeya Amedê Erganiyê jî bikaranîna madeyên hişbir û fihûşê pir zêde ye. Jinên ku tînin navçeyê li kulubên şevê û li baran wan dixebitînin. Jinên ku li Sûriyê malbatên wan hatine kuştin pêşî li kulubên şevê yên Amedê, yên bi navê Maşirî û Yakamozê û piştre li Erganiyê têne bikaranîn. Kulubên şevê yên bi navê Maşirî û Yakamoz 150 metroyî nêzî cihên kontrolê yên polîsan in û li cem wan qijleya leşkerî heye. Tê gotin jinên navborî ku têne bikaranîn temenê wan di navbeyna 16-30'î de ye.