Fezlekeya 'rûniştina li ser derenceyê' li Pîr ê HDP’yî vekirin!

Li ser Parlamenterê Amedê yê HDP'yî Ziya Pîr ji ber ku li ser derenceyê çalakiya rûniştinê kiriye fezleke hate amadekirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Parlamenterê Amedê yê HDP'yî Ziya Pîr fezleke hazir kir. Fezlekeya derbarê Pîr ji ber tevlêbûna li çalakiya şermezarkirinê ya operasyonên bi ser HDP û DBP'yiyan e, ku 13'ê Cotmehê ya 2016'an li ber avahiya DBP'ê ya Amedê pêk hatibû û Pîr li ser derenceyê rûniştibû. Di fezlekeyê de Pîr bi '’muxalefeta li qanûna civîn û xwepêşandanê' tê sûcdarkirin û tê xwestin ku destnedana Pîr were rakirin.

Di fezlekeyê de tê gotin, li dor avahiya DBP'ê beriya daxuyaniyê polîsan tevdîrên hewce standine, nêzî 100 kesê ku hatin avahiya bajêr li ser derenceyê avahiyê rûniştine û li ser vê di hevdîtina bi Parlamentera Amedê a HDP'yî Feleknes Uca re, biryara qedexeyê ya Walîtiya Amedê ji bo wan hatiye gotin.

PERGALA CAMEWERIYÊ  XIRA NEKIRIN, LÊ XEM NAKE!

Di fezlekeyê de her çendî tê gotin, 'li ser derenceyan, bêyî ku werin ser rê, bêyî ku pergala cameweriyê xira bikin û bêyî ku dirûşmekê berz dikin û metaryaleke nivîskî vekin' li ser Pîr ji bo ku tevlî çalakiyê bûye hatiye gotin ku sûcê 'tevlêbûna li civîn û xwepêşandanên dijî qanûnê' pêk aniye.

Heke destnedana Pîr were rakirin li ser Pîr heta bi 3 salan ceza dikare were xwestin.