Festîvala 3’emîn a zarokan a Mexmûrê bi dawî bû

Li Mexmûrê Festîvala 3’emîn a Zarokan bi şîara ‘Azadî ji zarokatî destpê dike’ di roja 2’emîn de li NÇHM’ê bi tevlîbûna xwendekar û zarokan bi şahiyeke heybet bi dawî bû.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) Festîvala 3’emîn a Zarokan a di bin sîwana Meclîsa Zarokan, Kevana Zêrîn û Weqfa Jinê de, di roja 2’emîn de bi tevlîbûna zarokan, xwedekar û malbatan bi şahiyeke li Navenda Çand û Hûner a Mexmûrê (NÇHM) bi dawî bû.

Zarokan duh starta festîvalê bi meşê ya ji cil û bergên netewî dabû destpêkirin. Festîval îro bi şahiyeke heybet a li NÇHM’ê di roja 2’emîn de dewam kir.

Qada festîvalê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalna, alên PKK, YJA-Star, HPG, YPG, YPJ, wêneyên şehîdan hatibû xemilandin.

Şahî saet 14:00’an bi sirûda netewî ‘Ey Reqîb’ û deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Zarokan bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ qîr kirin.

Piştre jî ji Koordînasyona Meclîsa Îşatar Bêrîvan Kaya axivî. Kaya di şexsê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de hemû şehîdên şoreşê bibîr anî. Kaya festîval di serî de li zarokên Mexmûr û hemû zarokên Kurdan pîroz kir û got: “Di pêvajoyek wiha ku êrîş  li ser Kurdan û zarokan tê kirin de, pêkanîna festîvalek wiha ji aliyê zarokên Mexmûr ve cihê kêfxweşî û şanaziyê ye. Ji bo wê em zarokên xwe pîroz dikin.”

Kaya bibîr xist ku zarokên Mexmûrê tevî hemû êrîş û dagirkeriyê jî bi zimanê xwe perwerdehiyê dibînin û serî li ber dagikeran nade û wiha pêde çû: “Ji bo vê yekê zarokên Mexmûrê zarokên serhildanê ne.”

Kaya wiha domand: “Zarokên Kurdan yên li her çar parçeyên Kurdistanê hemû li ber bişaftin û qirkirina dewletên dagirkeranin, ne wek zarokên Mexmûrê xwedî şansê xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî ne. Li vêderê di bin şert û mercên perwerdeyek azad de, jiyanek ya zarokan avakirin, bingehê wê danîn û taybetiya rojek wisa ji bo gelê wargehê kêfxweşiyek mezine. Bi taybet di rojek wisa de lidarxistina festivalek bi vî awayî di kesayeta şehîd Bêrîtan de pêvajoya jina berxwedêr ya ku li hemberî dijminahiya herî hov û îxanetê  bersîvek ji bo dijmine.”

Piştî axaftina kaya. Festîval bi rêzê ve koma mûzîkê ya  Kevana Zêrîn dû komên govendê û kolografita reqsê, şanoya TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn, koma muzîkê ya Weqfa Jinê, Şehîd Botan dom kir.

Her wiha di festîvalê de xwenekarên Navenda Hêvî ku zarokên xwedî pêwîstiyên taybet lê tên perwerdekirin,  şanoyek pêşkêş kirin.

Festîval bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û Şehîd Namirin’ bi dawî bû.