Fermadariya Giştî ya YBŞ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser êrîşa 15’ê Çile ya saet 10:30’î ku bi balafirên şer ên bê mirov a bi çek (SÎHA) a dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê agahî da.
Fermandariyê ev agahî par ve kir:
“Di roja 15 Çile seat 10:30’an de dewleta Tirk ya dagirker û hov bi balafirên bê mirov ên bi çek ( SÎHA ) ve li gundê Dîgurê ya girêdayî nahiya Sinûnê êrîşê gelê me û şervanê me kir.
Di vê êrîşê de hevrêyên me Zerdeşt Şengalî, Hemîd Şengalî, Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî gihîştin şehadetê û hevalekî me jî birîndar bû.
‘IRAQ JI VAN ÊRÎŞAN BERPIRS E, DIVÊ BÊDENG NEMÎNE’
Ev êrîşên ku dewleta Tirk ya dagirker li ser gelê me pêk tîne ji bona me û gelê me ti ferqa xwe ji êrîşên DAÎŞ’ê nîne. Ev êrîşên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li ser gelê me û şervanên me pêk tîne, lazim e dewleta Iraqê xwe li hemberî van êrîşan berpirsiyar bibîne. Dewleta Iraqê jî û her kes jî dizane YBŞ li Iraqê de hêzek fermî ye. Rûxmê ku tê zanîn jî çima dewleta Iraqê dihêle ev pênc carin dewleta Tirk êrîşî me û gelê me dike. Lazim e dewleta Iraqê rê nede ku ev êrîşên wisa pêk werin û bêdeng nemîne. Em heman tiştî ji bona hêzên koalîsyonê jî dibêjin, lazim e koalisyon jî xwe berpirsiyar bibîne.
‘DIVÊ GELÊ ME DI ASTEKE PIR XURT DE XWEDÎ LI ŞEHÎDÊN XWE DERKEVIN’
Gelê me lazim e vê tiştê baş û rast bixwîne, xwedî li fermandarê xwe yê mezin Zerdeşt Şengalî, Hemîd Şengalî, Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî derbikevin. Çawa ku gel di Iraqê de xwedî li Qasim SIleymanî û Ebû Mehdî Mûhendis derketin lazim e gelê me ji xwedî li fermandar û şervanên xwe derbikevin. Ji bona van çar şehîdên xwe em ê bi bîryardarî û cesaret her tim xurt tevbigerin, di her kêliyê de ji bon bîranînên wan kar û xebat bikin.
‘EM Ê XEYALÊN ŞEHDÎNÊ XWE BI CIH BÎNIN’
Hedefên kU van qehremanên mezin dixwastin pêk bînin em ê xwe bigîhîjînin wan hedefan. Bila dijminê me û dostên me bizanibin kesek nebêje ew ê bi van êrîşan lewaz bikevin, berovajî wê em ê xurtir bibin. Her şehîdekî me ji bo me fermaneke ya rêya azadî û serkeftinê ye.
Em di serî de ji malbatên xwe û hemû gele xwe sersaxiyê dixwazin. Dûbare soza mezinkirina têkoşîna rêhevalên xwe didin.”
Nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav- Zerdeşt Şengalî
Nav û Paşnav: Nezar Bapîr Murad
Navê Dayîk û Bav- Kinê Salim- Bapîr Murad
Cîh û Dîroka Şehadetê- 15-01-2020- Şengal/Digurê
***
Nasnav: Şervan Cîlo
Nav û Paşnav: Eymen Bapîr Murad
Navê Dayîk û Bav: Kinê Salim/ Bapîr Murad
Cîh û Dîroka Şehadetê: 15.01.2020- Şengal/Digurê
***
Nasnav: Hemîd Şengalî
Nav û Paşnav: Hemîd Xelîl Qasim
Navê Dayîk û Bav: Xanê Keso- Xelil Qasim
Cîh û Dîroka Şehadetê: 15.01.2020- Şengal/Digurê
***
Nasnav: Êzdîn Şengalî
Nav û Paşnav:Elî Hiseyn Xidir
Navê Dayik û Bav: Nora Xidir- Hiseyn Xidir
Cîh û Dîroka Şehadetê: 15.01.2020- Şengal/Digurê