Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û rewşa dawî ya li herêmê daxuyaniyek weşand.
ARTÊŞA TIRK LI SER SÎNORÊ ROJAVA TANK Û MAŞÎNÊN ZIRXÎ BI CIH DIKE
Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Tevî hemû hewldanên koalîsyona navneteweyî û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ji bo kêmkirina aloziyê û ragihandina agirbestê li Minbicê û hemû herêmên me, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pabendî vê biryarê nebûn û êrîşên xwe yên li ser eniya başûrê Kobanê li Qerqozax û Bendava Tişrînê didomînin. Artêşa Tirk a dagirker doh 18’ê Kanûnê êrîşek berfireh li ser xeta Bendava Tişrîn da destpêkirin. Şer û pevçûnên dijwar heta saetên êvarê berdewam kirin û hêzên me karîn hemû êrîşên wan têk bibin. Her wiha gelek deverên bajarê Kobanê ji aliyê balafirên bêmirov ên dagirkeriya Tirk ve hatin bombebaran kirin. Li aliyê din liv û tevgera artêşa Tirk a li herêma Pirsûsê dewam dike, li ser sînorê Bakurê Kobanê û Rojavayê Qereqozaxê jî tang û maşîneyên xwe yên zirxî bicih dikin."
'KOBANÊ WÊ JI HÊZÊN DAGIRKER RE BIBE ÇALA KU DERKETINA JI WÊ ZEHMET BE'
Fermandariya QSD'ê diyar kir ku weke Hêzên Sûriyeya Demokratîk ew tekeziyê li ser girîngiya rawestandina aloziyê, rawestandina hemû operasyonên leşkerî û çareserkirina hemû pirsgirêkan bi rêya diyalogê dikin û got, "Lê di heman demê de li hemberî her êrîş û hedefgirtina gelê xwe û herêmên xwe em ê bê bersiv nemînin. Her wiha em piştrast dikin ku hewldana dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya êrîşa li ser Kobanê ji bo wan nabe seyrangeh û hêzên me tevî gelê me yê Kobanê wê bi hemû hêza xwe li ber xwe bide. Bi saya berxwedana lehengî ya QSD’ê û gelê me wê Kobanê ji bo hêzên dagirker bibe çala ku derketina ji wê zehmet be.
ŞERÊ KOBANÊ WÊ BIBE ŞERÊ SERKETINA MEZIN
Ji ber vê yekê em beriya her kesî ji gelê xwe re piştrast dikin ku hêzên me û gelê me yê hêja li Kobanê wê ne tenê li ber xwe bidin. Şerê Kobanê wê di heman demê de bibe şerê serketina mezin. Ruhê lehengiyê ku hêzên me hefteyekê li derdora Qerqozax û Bendava Tişrînê nîşan dan, nîşaneya herî zelal a serketina berxwedana Kobanê ye. Em beşdarbûna çalak a gelê Kobanê di nava refên berxwedanê de silav dikin. Her wiha em bang li hemû gelê Kobaniyê dikin ku bila çek hilgirin û bi şervanên xwe re li eniyên şer çepera xwe bigrin. Em ê bi hev re her gundê Kobanî û her quncikekî bajarê Kobanî bikin keleha berxwedanê. Divê em bizanibin ku yekane rêya serketinê, rêya jiyana azad û bi rûmet, berxwedan e. Em ji gelê xwe yê Kobanê û hemû gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dibêjin ku hûn ne bi tenê ne, îro li her derê wijdanê mirovahiyê û cîhanê bi we re ye. Em dibînin ku beriya êrîşa mezin were destpêkirin, bertekên navneteweyî destpêkirine û em piştrast dikin ku hemû cîhan wê şahidiya destana we ya qehremaniyê bike."
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Weke Hêzên Sûriyeya Demokratîk me helwesta xwe ya erênî di derbarê biryara civîna Aqebê ya li ser rawestandina operesyonên leşkerî ji bo Sûriyê piştrast kir, her wiha em spasiya hewldanên hevalbendên xwe yên di hevpeymaniya navdewletî dikin ku ji bo kêmkirina aloziyê kar dikin. Lê em bang li hemû welat û hêzên têkildar dikin ku ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê, divê helwesteke bi biryar û zelaltir derkeve pêş. Em bang li welatên Ereb û gelê Ereb bi hemû pêkhateyên wê dikin ku divê zanibin gefa herî mezin li ser yekîtî û ewlekariya xaka Sûriyê, dewleta Tirk e. Îro her kes dibîne ku dagirkeriya Tirk bi hincetên pûç hewl dide zêdetir xaka Sûriyê dagir bike. Em bang li hemû kesên bi yekîtî û serweriya xaka Sûriyeyê re mijûl in, bila li hemberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê helwestên zelaltir nîşan bidin."