Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê nasnameya şervanê xwe Ferhat Dilêm ê 28’ê Kanûna 2019’an di encama qezayekê de şehîd bûbû, eşkere kir.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyeke nivîskî şervanê xwe Ferhat Dilêm bi rêzdarî bibîr anî.

Fermandariya YBŞ’ê ev agahî parve kir: “Di roja 28’ê Kanûna 2019’an de şervanê me Ferhad Dîlêm di encama qezayekê de şehîd ket.

Şervanê me rêheval Ferhad di malbatek welatparêz de hat dinyayê. Ev walatparêziya malbatê ji bo xwe kir çûrûska têkoşînê û dilsoziyek axê. Dema sala 2014'an 8'ê Tebaxê çeteyên DAÎŞ'ê êrîşê Şengalê kir bi malbata xwe ve xwe dan aliyê têkoşîna azadiyê. Hevalê Ferhad Dema berxwedaniya şervanan li hemberî DAÎŞ'ê ji nêzde dibîne jê bandor dibe û di sala 2016 de berê xwe dide nava refê têkoşînê.
Êşa ku gelê me kişand ji boa xwe kir soza tolhildanê, serkeftinê û azadiyê. Her tim li ser vê soza xwe meşiya û gelek qadên berxwedanê de cih girt û erkên girîng girt ser milê xwe. Di van erkên girtinê ser milê xwe her tim bi serkeftî encam dikir. Ji bo vê jî di nava hevalên xwe de bi awayekî mezin di hat hezkirin û mînak dihat girtin. Hevalê Ferhad bi tevlîbûyîna xwe û girêdanbûyîna xwe a têkoşîna azadiyê nûmûneyek bû. Ji bo vê jî herî dawî ji bo Fermandarê Siriye ( fermandarê tabûrê) hat erkdarkirin.

Hevalê me Ferhad ti carî perwerde û jiyan ji hev cuda ne digirt dest digot: ''Perwerda herî mezin jiyana me ye, em çiqas ji jiyana xwe hez bikin wê perwerda me ji ew qas bi encam be, em çiqasî ji perwerda xwe hez bikin wê jiyana me jî ewqas serkeftî be.'' Bi van helwestê xwe di jiyanê de ti carî şaştî qebul nedikir û li hember şaştiyan jî timî xwedan helwest bû. Hevalê me Ferhad çawa ku di jiyanê de di çeperan de û di helwestên xwe yên rêxistinî de bandorek ê xwe di nava hevalên xwe de hebû şehadeta wî jî ku di encama qazayekê de çêbûye bandorekê xwe çêkir.

Di serî de em ji malbata xwe ya Şehîd Ferhad û tevahî malbatên şehîda re sersaxiyê dixwazin. Em dibêjin çawa ku hevalê me Ferhad soza ku dayê şehîdan û ser şopa Mam Zekiyan, Mahir Teyawiyan, Ciger Şengaliyan û Alî Mistefayan meşiya bi teybet gelê me û ciwanên me yên Ereb wê bidin pey şopa şehîd Ferhad. Em ji careke din di şexsê şehîdê xwe şehîd Ferhad Dilêm de soza ku me dayî şêhîdên xwe yên qehreman dubare dikin. Em dibêjin wê bîranînê wan her tim jibona me bibe riya serkeftinê û azadiyê.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Ferhad Dilêm

Nav Paşnav: Hesan Eswed Ehmed Kerdoş
Navê Dayikê û Bav: Aîde Salih Ezîz - Eswed Ehmed Kerdoş
Cihê Jidayikbûnê: Beac
Cih û Diroka Şehadetê: 28’êKanûn 2019 / Kolik – Medîban”