Fermandariya Biryargeha Navendî eyaleta Amedê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navendî, eyaleta Amedê ya ser bi Fermandariya Herêma Navîn pîroz kir, ji ber ku operasyona artêşa Tirk a bi beşdariya 10 hezar leşker û cerdevanan têk bir.

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî de wiha hate gotin:

"Li eyaleta Amedê, ku ser bi herêma we ve ye, operasyona hêzên dewleta Tirk a mêtinger-faşîst, ku di 20'ê Îlonê de dest pê kir, roja 25'ê Îlonê qediya. Têkbirina vê operasyonê encameke girîng e. Piştî sekn û çalakiyên we yên li dijî vê operasyonê, ku bi beşdariya cerdevanan û 10 hezar leşkerî pêk hat, roja 26'ê Îlonê we bi çalakiya xwe ya kemînê ya li herêma navbera gundên Resuleynê û Benê yên Karazê, encama bi dest xistî mezintir kirin.

Di şexsê fermandariya we de, em hemû hevrêyên tevlî van çalakiyan bûne û keda wan hene pîroz dikin û bi coş û kelecana şoreşgerî, ji hemû hêzên Herêma Navîn re daxwaza serketinê dikin."