Fermandar û şervanên YBŞ/YJŞ’ê bi gel re civiyan

Fermandarên YBŞ/YJŞ’ê bi civînekê hêzên parastina Şengal û nûnerên gel li hev civand.

Nûnerên gel ên Şengal, nûnerên ol û baweriyan, malbatên şehîdan, rûspî, Meclîa Jinan, Asayîşa Êzidxanê, Nûnerên Meclîsa Gel, Ciwanên Êzidî û nûnerên saziyên din tevlî civîna hate lidarxistin bûn.

Ji Fermandarên YBŞ/YJŞ’ê Mezlûm Şengalî ê di aktivîteyê de axivî, bal kişand ser berxwedana Şengal, dîrok û berdêlên dayîn. Şengalî li ser pêvajoya têre derbas dibin, her wiha ewlekarî û siberoja Şengalê nirxandin kir.

Li ser navê Fermandariya YJŞ’ê jî Hezda Helîqî jî mafê axaftinê girt û berxwedana jinan silav kir. Helîqî rêzdarî û spasiyên xwe pêşkêşî dayikên ku ji roja yekê ya berxwedanê ve bûne parçeyek ji wê berxwedanê kirin. Helîqî diyar kir ku ji niha û şûnde zêdetir rol û mîsyon dikeve ser milên jinan a di nava têkoşîna jinan de. Helîqî destnîşan kir ku serkeftinên dîrokî di serî de bi saya şehîd û berxwedana dayikan hatiye bidestxistin.

Nûnertên tevlî aktivîteyê bûn jî, ji ber ewlekariya Şengalê spasdariyên xwe pêşkêşî hêzên YBŞ/YJŞ’ê kirin. Nûneran anî ziman ku ji bo ewlekariya Şengalê weke gel û nûnerên saziyan her erk û berpirsyariyên bikeve ser milên wan wê bi cih bîne.

Nûneran dîsa bal kişand ser hebûna hêzên YBŞ/YJŞ’ê yên ji bo gelê Şengalê berdêl dayîn û xwedî li gelê Şengalê derketin, daxwaz kirin ku YBŞ/YJŞ a ku weke hêza xwe ya parastinê dibînin ji derveyî wan naxwazin ewlekariya gelê Şengalê û Şengalê radestî hêzekî din bê kirin.

Her wiha nûneran bibîr xist ku yên wan ji felaketên mezin rizgar kirin û wan bi hebûna wan da nasîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Piştre jî ji Fermandarên YBŞ/YJŞ’ê Zerdeş Şengalî, diyar kir ku bi hatina gel hev a civaka Şengalê ji bo azadiya Şengalê hêvî û serkeftinê dide çêkirin. Şengalî da xuyakirin ku ji bo civakîbûn û hê bihêzbûnê tişta ji destê wan bê wê bike.

Ji Fermandarên YBŞ/YJŞ’ê Mezlum Şengalî, Zerdeş Şengalî û Hezda Helîqî yên piştî axaftinên nûneran û şûnde dîsa mafê axaftinê girtin, hevdîtin girîng û baş nirxandin, diyar kirin ku wê ji bo daxwazên gel bibin bersiv, wê heta dawî gelên Şengalê biparêzin, wê Şengalê ne din tu kesê. Şengal wê ya Şengalê be.