BI DÎMEN

Fermandarên Odeya Çalakiyê: Em ê bi ser bikevin!

25’ê meha 10’ê ya 2016’an ku ji aliyê odeya çalakiyê ya Xezaba Firatê ve pêngava rizgarkirina Reqa hatibû destpêkirin, piştî pêngava yekemîn û duyemîn, 4’ê Sibatê jî bi daxwiyaniyeke odeya çalakiyê da diyar kirin ku dest bi pêngava sêyemîn dikin.

Li ser giştî pêngava Xezeba Firatê û herwiha pêngava sêyemîn berdevk û fermandarên hêzên Suriya Demokratîk QSD’ê nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

‘HER QADÊN KU EM RIZGAR DIKIN, BI HEZARAN KEÇ Û XORT TEVLÊ HÊZÊN QSD’Ê DIBIN’

Berdevka odeya çalakiyê ya Xezeba Firatê Cîhan Ehmed diyar kir ku wan heya niha bi sedan gund û bajar rizgar kirine û niha jî ji bo azadkirina başûrê Reqa dest bi pêngava sêyemîn kirine. Ehmed wiha tîne ziman; “Di 25’ê vê heyvê de me rojavayê bajarê Reqa rizgar kir. Ev cihek stratejîk bû û pir berfireh bû. Pêngava duyemîn di qadek stratejîk de hate despêkirin û her wiha bajarên ku hatin rizgarkirin jî bajarên stratejîk yên di destê DAIŞ’ê de bûn. Bajarên wek Mahmûdê, Sûwediyê û Qela Cabir Hatin rizgarkirin. Li Rojavayê Reqa me bi sedan gund rizgar kirin. Her wiha giştî di pêngava yekemîn û duyemîn de me bi sedean gund rizgar kirin. Herwiha di van pêngavan de me bi hezaran mirov ji DAIŞ rizgar kir. Piştî rizgarkirina gundan şûn de ev gund ji mayîna hatin paqijkirin. Di pêngava duyemîn de gel zivirîn cihên xwe. Ji van gundên ku me rizgar kirin bi sedan keç û xort tevlê nav hêzên QSD’ê bûn. Me ew perwerde kirin û niha jî ew tevlê pêngava sêyemîn dibin. Ev daxûyaniya ku me ji bo pêngava sêyem jî da ji bo rizgarkirina Başûrê Reqa bû.” 

‘EV PÊNGAV LI SER RUHÊ KU KOBANÊ HAT PÊŞ XISTIN TÊ MEŞANDIN’

Şervan Dewrêş berdevkê fermî yê meclîsa leşkerî ya Minbİcê jî li ser pêngava Xezeba Firatê nêrînên xwe wiha tîne ziman; “Piştî serkeftinên pêngava yekemîn û duyemîn, Îro pêngava sêyemîn dest pê kir. Armanca vê pêngavê jî dorpeçkirina bajarê Reqayê ye. Ev merhele jixwe ji hev ne qut in, di nav hevdu de pêk tên. Ji xwe merheleya me ya duyemîn jî neqediya ye, em ya sêyemîn dest pê dikin. Gelek hêz tevlê vê pêngavê dibin. Dîsa bi hezaran xortên ji pêkhateyên Ereb ku ji qadên nû hatine rizgar kirin tevlê nav QSD’ê bûne, niha perwerdeya xwe qedandine û ew jî tevlê vê pêngavê dibin. Ji xwe armanca me yek jî ew e ku dema me xwe gihand gund û bajarên Reqayê ji wan jî hêzek xurt ava bikin. Tevlîbûnek mezin heye. Ji xwe gelên ku hê di bin zilma DAIŞ’ê de ne hêvî û bendewariyek wan ya mezin ji me heye. Rojane bangawaziya wan gelan jî ji bo me heye. Ji xwe ji ber daxwazî û bangawaziyên pêkhateyên heremê û êşîrên ereban ev hêz hatiye ava kirin. Bi salane em li hember DAIŞ’ê şer dikin û tecrubeyek me ya mezin di vir de heye. Em êdî gihiştine wê hêzê ku em çi armanc û pêngavê bidin pêşiya xwe em bi ser bixînin. Çawa ku pêngavên despêkê serkeftî derbas bûn û ev pêngava sêyemîn jî wê serkeftî derbas bibe, ji xwe di vê pêngavê de jî armanca ma ew e ku hê bêtir qadê ji DAIŞ’ê re teng bikin û di warê erdnigariyê de jî bêtir wan dorpeç bikin, rêyên ku diçin Reqayê em bikaribin wan rêyan hemû qut bikin, heya ku em derbasî hundirê Reqayê bibin. Li ser vê piştgiriyek zêde ya peymana navneteweyî jî zêdetir bûye, him li ser erdê û him hewayî zêdetir bûye. Wek hêz serkeftinên me yên wek ku di rizgarkirin û serkeftina Kobanê de dest pê kiriye û ew giyanê ku li Kobanê hat avakirin di avakirina Hêzên Demokratîk yên Sûrî de jî bûye bingeh. Ev rih heya niha tu carî têk neçûye û çi armanc dane pêşiya xwe bi serkeftî derbas kirine.”

‘EM Ê BAJARÊ REQAYÊ BI DESTÊ JINÊ RIZGAR BIKIN’

Fermandara QSD’ê Rojda Felat jî diyar dike ku wek hêzên jin yên di vê pêngavê de her ku nêzîkê Reqa dibin hêz û tevlîbûna pêngavê ji aliyê wan de zêdetir dibe û Felat wiha didomîne “ Pêngava sêyemîn me da despê kirin. Di destpêka ku biryara vê pêngavê de, me diyar kirbû ku ev wê wek merheleya pêngavan bê meşandin û heya Reqa bê dorpeç kirin, herdu pêvajoyên ku me dabû destpêkirin pêvajoya duyemîn hê didome. Pêngava sêyemîn jî ji du milan de hatiye destpêkirin. Milekî wê milê Metmenê û milê din jî ji milê Sulukê ve hatiye destpêkirin. Armanca me ya bingehîn jî wek yên din heman armanc e. Ev milê ku me daye despêkirin jî ji bo azadkirina gundên rojhilatê Reqa û her wiha em bikaribin bajar dorpeç bikin. Wek tevlîbûnên jin ji bo quwetên QSD’ê jî ez dikarim vê bêjim; her ku em nêzîkê Reqa dibin tevlîbûn bêtir xwirt dibin, bêtir alîkarî û pişgirî tên kirin. Dîsa wek YPJ’ê û wek jinên Suryanî û jinên ku tevlê hêzên QSD’ê dibin, em ji niha ve rêxistinbûna wan çêdikin ku bi destê jinê Reqayê ji destê çeteyan rizgar bikin. Ji ber ku armanca me ya sereke ew e ku me wek jin jî ev soz ji bo xwe daye ku em wan jinên ku destê DAIŞ’ê de ne, jinên Êzîdî yên ku li wir hatine girtin, em wan rizgar bikin, li ser vê bingehê tevlîbûn û daxwaz jî pir hene û em jî li ser vê tevdigerin.”

‘HÊZ Û HIJMARA ME JI BO HEMÛ SERKEFTINAN DI ASTA HERÎ JOR DE YE’

Fermandarê pêngava Xezeba Firatê Ebdilqadir Hevdellî jî dibêje ku DAIŞ ji bo hemû cîhanê xeteriya wê heye, ji ber ber vê jî pêwiste hemû hêzên dij teror alîkarî û piştgiriya xwe ji bo wan zêdetir bikin. Hevdellî wiha berdewam dike; “Ji heyva dehê ya sala 2016’an ve pêngava giştî rizgarkirina Reqa dest pê kir. Ev wek pêngav hat rêxistinkirin û heya ku bajar rizgar bibe  wê bidome. Pêngava yekem û duyem bi serkeftî derbas bûn û ya sêyem jî wek gava yekem hat destpêkirin. Ev jî vê dide xuyakirin hêzên me di warê hijmarê de têra xwe heye. Hêza wê ya leşkerî gelek zêde ye, li ser vê bingehê jî ev pêngavên ku hatine dest pê kirin, armanca xwe bi giştî rizgarkirina bakurê Reqa ye. Di vê pêngavê de taybet ji aliyê hêzên dij teror alîkarî berê jî dihat kirin lê di vê pêngava sêyem de zêdetir di aliyê alîkarî de gavên zêde hatin avêtin. Hin erebeyên leşkerî hatin dayîn. Her çiqas di warê hijmar de ev erebe kêm bin jî lê dîsa jî em wek gavên baş dibînin. Niha DAIŞ xeteriya wê ji bo cîhanê giştî heye. Li ser vê bingehê ez di wê baweriyê de me ku ev alîkarî û pişgiriyên hê bêtir bên dayîn. Di vên pêngavê de tiştek pir vekirî jî derket holê ku gelên heremê bi awayek vekirî û bi kêfxweşiyek mezin pêşwaziya hêzê dike, tevlê vê pêngavê dibe ku gund û bajarên xwe rizgar bike. Di vir de nêzî 3-4 hezar însan tevlê Hêzên Sûriya Demokratîk bûne û dest bi pêngavê kirine. Ez bawer dikim ev tevlîbûn wê pêş bikeve.”