Fermandarê YRK’ê Şevger: Li dijî tecrîdê em rabin ser piyan!

Ji fermandarên YRK’ê (Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê) Şiyar Şevger bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê kir ku li dijî tecrîdê rabe ser piyan. Her wiha bang li ciwanên Rojhilat kir ku berê xwe bidin çiyayên azad ên Kurdistanê.

Ji fermandarên YRK’ê Şiyar Şevger derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî. Şevger got divê gelê Rojhilatê Kurdistanê li dijî tecrîda li ser Ocalan rabe serhildanê, bang li ciwanan kir ku berê xwe bidin nav gerîla çiyayên azad. Şevger her wiha got ew divê sala 2020’an bikin sala yekîtiya netewî ya Kurd.

Şevger wiha axivî: ’’Em ji Rojhilatê Kurdistanê, qadroyê tevgera Apocî, felsefe û îdeolojiya Rêber Apo ji xwe re esas digirin û ji bo gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê têdikoşin. Dewleta dagirker a Tirk her diçe tecrîda li ser Rêber APO giran dike, nahêle fikir û ramanên wî derkevin derve, naxwazin gelên Rojhilata Navîn û bi taybet gelê Kurd li ser vî esasî, tevgerin û rêxistiniya xwe bikin.

Şerekî li Rojhilata Navîn dimeşe şerê cîhanê yê sêyemîn e. Rêber APO beriya niha bi deh salan ev pênase kir û got ew şer ancax bi sîstema konfederalîzma demokratîk çareser bibe. Hemû gel bikaribin di nav de xwe îfade bikin, rêxistiniya xwe bikin. Ji bo wê jî dagirker li pêşiya xwe fikir û felsefeya Rêber Apo asteng dibinin û ji ber vê nahêlin parêzer û malbat wî bîbîne.’’

‘GELÊ ME YÊ ROJHILAT LI DIJÎ TECRÎDÊ DIVÊ RABE SER PIYAN’

Fermandar Şiyar Şevger bi berdewamî bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ‘’Dagirker ji bo gelê Kurd tine bikin hemû rêbazan bi kar tînin. Ji ber ku em xwe bi felsefe û îdeolojiya rêber Apo rêxistiniya xwe dikin, xwe hazir dikin, têdikoşin, erkekî li ser milê me ye ku tecrîdê li ser Rêber APO were rakirin. Çi erek dikeve ser milê me kadroyan, gerek em pêk bînin. Di sala 2020’an de em ê çawa rolê xwe bilîzin, çawa tekoşînekî xurt bikin, ji bo em tecrîda li ser Rêber Apo rakin, Rêber APO azad bikin, ew erk li ser milê mene û pêwîste em dagirkeran poşman bikin. Ji qadên gerîla çi erk bikevin ser milê me gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê em ê pêk bînin û di asta herî xurt de jî em ê xurtir bikin û bi vî awayî têbikoşin.

Pêwîst e, gelê me yê Rojhilatê Kurdistan rêxistinbûn û girêdana xwe, li gel hareketa Apoyî xurtir bike, ji bo ku em tecrîdê bişkînin gelê me divê nesekine. Gel ji bo ku tecrîda li ser Rêber APO bişkîne, pêwîst e di nava serhildanan de bin. Ti dagirker nikarin pêşiya meşên demokratîk ên gel bigirin, mafê her gelî ye ku bimeşe û li dijî tecrîda heyî dengê xwe bilind bike.

‘2020’AN EM KONGRA NETEWEYÎ PÊK BÎNIN’

Şevger bal kişande ser giringiya yekîtiya netewî ya Kurd û got, ‘’Bi dengê gelên demokrasîxwaz yên her çar parçê Kurdistanê xwe bikin yek, em sala 2020’an bi yekgirtina gelê Kurd, netewbûna gelê Kurd, Kongra Netewî bi serkeftî pêk bînin. Ji bo gelê Kurd ew dibe sedemek ku tecrîda li ser Rêber Apo rakin û Rêber APO azad bikin. Rêber APO bi dehan caran di nava hevdîtin û pirtûkên xwe de behsa yekîtiya gelê Kurd dike. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê pêwîst e, vêya ji xwe re bike bingehek. Em ji tu kesî hêvî nekin, hêviya me felsefe û îdeolojiya Rêber APO ye. Felsefe û pêşengtiya Rêber Apo me ji koletiyê, tunebûnê, zilmê, zorê, dagirkeriyê xilas dike, yekîtiya gelê me ava bike. Li ser vî esasî divê em bikaribin ji bo yekîtiya netewî xurt bikin bixebitin û li hember tecrîda li ser Rêber Apo, em serî rakin.’’

‘CIWANÊN KIRMAŞAN, CIWANRO, MÊRÎWAN DIVÊ BERÊ XWE BIDIN ÇIYAYÊN AZAD’

Fermandarê YRK’ê Şiyar Şevger bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd, giringiya serhildanan a bi pêşengiya ciwanan û got, ‘’Ji bo tecrîd bê rakirin, çi ji destê me bê, gerek em bikin. Serhildan dibe em serhildanan bikin, ciwan pêşengatiyê bikin, hewce ye tevlî nav gerîla bibin, berê xwe bidin çiyayên azad. Ji bo tecrîd were şikandin ev erkên li ser milê ciwanên me yên Rojhilatê Kurdistanê ne. Pêwîst e em têkoşînê geş bikin.

Gelê me ji bo ku tecrîdê bişkîne divê rêxistiniya xwe bike. Li bajar, navçe, tax, kolanan divê rêxistiniya xwe bike. Ji bo tecrîda li ser Rêber Apo were şikandin, yekîtiya xwe ava bikin. Rêber Apo bi dehan pirtûk nivisî û nirxand li ser pirsa, ‘’Em çawa dikarin xwe biparêzin, çawa em ê xwe rêxistinî bikin û çanda xwe biparêzin, çawa em li hev xwedî derkevin’’. Ev hemû di pirtûkên Rêber Apo de hene. Gelê me, ciwan, xwendevan, rewşenbîr dikarin bixwînin, fêhm dikin, bi vê çarçoweyê tevbigerin û rêxistiniya xwe bikin.’’

Ciwanê me jî pêwîst e tevlî nav gerîla bibin, fêhm bikin, nas bikin. Heke jiyanek hebe ev din av tevgera Rêber Apo de ye, di nava gerîla de ye. Ji ber vê, ciwan pêwîst e, şev û roj kar bikin, tevlî têkoşînê bibin. Ciwanên me yên Kirmaşan, Ciwanro, Merîwan, Sine, Seqiz, Dîwandere, Bane, Mehabat, Serdeşt, Urmiye, Mako dem dema seknandinê nîn e, dema rehetiyê nîn e, dem dema tekoşînê ye. Tekoşîn jî azadî jî di nava gerîla de ye, li çiyayên azad e. Ji bo jiyaneke azad divê em têbikoşin, li hemberî dagirkeriyê şer bikin, ji bo em xwe nas bikin, welatê xwe nas bikin û dagirkeriyê bin bixin.

Erkê me hemûyan şikandina tecrîda li ser Rêber Apo ye. Dagirkerî wê têk biçe. Dagirkeriya li ser welatê me wê têk biçe. Dema wê hatiye ku têk biçin. Ew ê xwe bi xwe li hev bikin û hev xilas bikin. Ev serdem serdema şoreşa gelan e. Bi taybetî li Rojhilata Navîn şoreşa gelê Kurd wê bi ser bikeve.’’