Fermandarê YBŞ'ê: Em li dijî çeteyên ji aliyê TC ve hatine perwerdekirin şer dikin

Ji fermandarên YBŞ'ê Zerdeşt Şengalî li ser şer axivî û destnîşan kir, ku ev şer di navbera çeteyan û Êzîdxanê de diqewime.

Li Şengalê, şerê di navbera hêzên YBŞ'ê û komên ji aliyê PDK û dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin, dewam dike.

Ji fermandarên YBŞ'ê Zerdeşt Şengalî li ser şer axivî û destnîşan kir, ku ev şer di navbera çeteyan û Êzîdxanê de diqewime.

Fermandar Şengalî got, "Hêzên me di çarçoveya parastinê de bersivê didin êrîşên çeteyên ku ji aliyê TC ve hatine perwerdekirin. Zarokên Şengalê, bi coş û moraleke gelekî mezin, li çeperên xwe bersivê didin êrîşên çeteyan."

Zerdeşt Şengalî ev bang li pêşmergeyên Êzidî kir: "Banga min li pêşmergeyên Êzidî ye; ev şer ne şerê navbera pêşmergeyan û şervanên YBŞ'ê ye. Ev şer şerê di navbera çeteyan û Êzîdxanê de ye. Hûn jî werin axa xwe biparêzin."