Fermandarê Kurdistan: Zekî Şengalî

Nivîskar û Helbestvanê Kurd Pîrhat Amed, ji bo bîranîna Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî û Konseya Rêveber a KCK'ê Zekî Şengalî, helbesta bi navê ‘Fermandarê Kurdistan’ nivîsand.

Nivîskar û Helbestvanê Kurd Pîrhat Amed, di heman demê de nivîskarê sirûda ‘Ey Şoreşgerên Kurdistan’ e, ji bo bîranîna Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî û Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) ku 15’ê Tebaxê dema ji merasîma salvegera bîranîna qurbaniyên komkujiya gundê Koço vedigeriya, di êrîşa bêbext ya balafirên şer ên Tirkiye de şehd bû, helbesta bi navê ‘Fermandarê Kurdistan nivîsand.

Fermandarê Kurdistan

 

Kar û barê xwe kirin

Bi hevre peyaman çêkirin

Vîn û doza me ret kirin

Mamê me şehîd kirin

 

Nikarim binim ziman

Xortê çeleng şaraza

Îro bûye pakrawan

Fermandarê Kurdistan

 

We çi xwest ji Şengala me

Qordînat dan neyarên me

Kemîn danîn li ser rêya me

Şehîd kirin Zekiyê me

 

Av û petrol rondikê yarê

Dîcle û Firat guliyên xwarê

Ar avêtin êzidîxanê

Şehîd me da li Şengalê

 

Gel sozdarê rêya te

Wê şervan hildin tola te

Dijminan pak bikin ji xaka te

Em ê azad bikin Şengala te

PÎRHAT AMED KIYE?

Sala 1960’an li gundê Firdewsê yê girêdayî navçeya Licê hatiye dinyayê. Di sala 1988’an ji ber zextên dewletê yên li ser malbata wî koçî Amedê dike. Zarokatiya Pîrhat li kolanên amedê û girêdana bi Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd re derbas dibe. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li taxa Şehîdlikê dixwîne. Piştî demekê Pîrhat dibistanên sîstemê dihêle û tevlî nava xebatên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd dibe.