Fermandara YPS-JIN’ê: Bi xweprastinê mirov dikare AKP’ê têk bibe

Fermandara YPS-JIN’ê Hogir li dijî polîtîkayên destdirêjî, qirker ên AKP’ê banga pêşvebirina xweprastinê kir.

Rejîma AKP’ê ya 15 salî ji bo tinekirina Kurdan her rêbaz ceriband. Hemû rêbaz rewa dîtin. AKP li Kurdistanê bû hikûmeta şerê qirêj. Faşîzma AKP’ê ya ku bi komkujî, talan mezin bûyî, li Kurdistanê bi saziyên dewletê destdirêjiya li zarokan mezin kir, cezayê herî giran da wekîl û siyasetmedarên jin ên HDP’ê. Li ser qadên berxwedanê ,li Sûrê yê ku  bû sembola tecawiza li beden û jiyana jinê jî AKP ye.

Derbarê polîtîkayên AKP’ê û li dijî vê derbarê xweparastinê Fermandara YPS-JIN’ê Dîlan Horgir bersiv dane pirsên me.

AKP bi hesabê tinekirina Kurdan hate ser kar, ev 15 salên AKP’ê derbas bûn, faşîzma AKP’ê ya li Kurdistanê ya van 15 salan hûn çawa dinirxînin?

Weke ku tê zanîn ev 15 sal in hikûmeta AKP’ê desthilatdar e. Lê di vê pêvajoyê de tiştên ku AKP’ê kirine qirkirin û tecawiz e, hem di hêla fizikî û hem di hêla çandî d qirkirinê dike. Bi ser de weke ku ev ji xwe re kiribe çandek her roj vê bi pêş dixe. Em bi bîr bînin; polîtîkayên wan ên derbarê Kurdistanê her demê guherîne. Pêşî gotin ‘’pirsa Kurd nîn e’ û piştre hatin Amedê û gotin ew ê pirsê çareser bikin. Polîtîkayên wan ên beriya hilbijartinê û piştî hilbijartinê pir ji hev dûr bûn. Operasyonên qirkrina siyasî pêş xist, ‘girtinên KCK’ê’ dest pê kirin, kesên ku siyasetê dikin hewl dan ku wan bipirnisînin. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd giran kirin, xwestin Kurd ji Rêberê xwe ne agahdar bin, xwestin ji Kurdan qut bikin lê bi ser neketin,. Ji bo vê jî dest bi qirkirinê kirin, ji hêla siyasî ve asteng danîn, gelê sivîl bi girtinê, bi qirkirinê ji xwe re kire hedef, ev jî bi ser neket. Şêwaza Erdogan her ku çû çespand ku ber bi Hîtlerbûnê ve diçe.

Hikûmeta AKP’ê her roj jin, rêxistiniya jinê û bedena wê ji xwe re kire hedef. Di dema dawî de em li asta tecawiza li jinê û komkujiya li ser jinê binerin, di vê sala dawî de 140 jin hatin kuştin. Kê kuşt? Ji hêla bav, hevser û hezkiriyê wan ve. Kî ne bav, hevser an jî hezkiriyên wan? Sempatîzanên AKP’ê ne. Ango yê ku tecawizê dide kirin, tecawizkaran diparêze û vê ne exlaqiyê meşrû dike AKP ye. AKP di bin gotinên exlaqê de bê exlaqiya herî mezin dike. Piştî ku gelê Kurd bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd li Kurdistanê, bi tîbûna xwe ya azadiyê li dijî van polîtîkayên qirêj derket, ev rêbaza gemarî herî pir li Kurdistanê hate kirin.

Bi rastî jî AKP li Kurdistanê her rêbaz ceriband. Sivîl kuştin, zarok kuştin, tecawiza li zarokên keç meşrû kir. Ji bûyera Ozgecan wê bi bîra we were..Ê ku tecawiz bi pêş xist û li ser wê siyaset kirî jî bû AKP. Hem tecawizê dide kirin, hem teşwîq dike û hem jî siyaseta vê dike û meşrû dike. Çima? Ji ber ku AKP bawer dike ku tenê di rewşeke tecawizê de dikare serweriya xwe domdar bike.

AKP ji kîjan hêlê ve bi kîjan rêbazî li Kurdistanê çanda tecawizê bi pêş dixe?

Her cure tecawiz heye. Ji şewitandina zeviyên Kurdistanê bigirin ta bi bombekirinê, bi qedexeya derketina derve a li ser gel, her roj bi hawan û balafiran bi kuştina Kurdan..Ev bûyer her roj bi qasî ku hejmara wan nayê zanîn tê jyiîn, ev hemû rengên tecawizê ne. Bi vê çandê destavêtina bi ser gelê Kurd de tecawiz e. Ji hêla beden, giyan û siyasî ve qir dike. Girtîgehên Tirkiyê bi girtiyên siyasî tije bûne. Ev hemû cureyên tecawizê ne, bi rengekî berbiçav jî yên ku bi rewşên ku jinê re tîne bîra mirov vê pêk tîne.

Çima?

Ji ber ku AKP ji ragihandina ‘’em ê bi hêza jinê bi ser bixin’ a Rêberê Gelê Kurd, ji hişmendiya ku vê afirandiye, ji hêza jinê ditirse. Ji ber ku AKP’ê dît yê ku herî pir li ber xwe dide rastiya jina Kurd e, milîtanên Kurd in. Ev jî jê re dibe têkçûn.

Li Gimgimê Ekîn Van bi panzêrêve girêdan, bedana wê teşîr kirine û xwestin jinên Kurd çavtirsandî bikin. Ev peyam dane gelê Kurd; hûn çi qasî li ber xwe bidin jî em ê we bikujin, em ê çanda tecawizê li her deverê bikin! Ev rewş heta bi kuştina dayikan, keçikên biçûk çû. Lê li dijî vê tiştekî girîng jî diyar bû; ev jî berxwedana jina Kurd bû, ev li ber çavan bû. Mînak li Kurdistanê pêşengên berxwedana xwerêveberiyê dayik bûn, jin bûn, keçikên zarok bûn. Ango jin û dayik bûn ku xwediyê vê jiyanê ne. Û bi şêwaza xwe ya têkoşînê, bir ola xwe AKP pûç kirin. Gelek şevan di êrîşên dijmin de dayik derketin derve û tilîlî dan. Ev li dijî dijmin rengekî protestoyê bû, berxwedan bû. Li dijî tililiya dayikan hawan dihatin avêtin.

Hewanek ji bo tilîliyekê! Ev ne nîşaneya tirsê ye?

AKP ji vê berxwedana gel ku her çi jî dikarin nikarîbûn vê berxwedê bişkînin tirsiya. Ji bo ku vê berxwedanê bişkînin zilma xwe her roj zêdetir dikirin û ji berk u dizanîn ev zilm jî wê dawiya wan bîne ditirsiyan. Tîmên taybet dane xebitandin, artêş dane xebitandin, hemû Ergenekon, genarel ji girtîgehê derxistin da ku vê berxwedanê, vê hêzê bişkînin.

.

Erdogan ketibû erdê xwe, ji ber ku desthilatdarî ji dest diçû, li bajarên Kurdistanê otorîteya wî dikete destê Kurdan, a ku ev tirs pê re çêkirî berxwedana jinên Kurd bû. Ango bi mînaka Ekîn Van tirsa ku dixwestin di nav jina Kurd de pêk bînin bi ser neket, berevajî vê wêrekî zêdetir bû, hêza berxwedanê derkete pêş. Dayikên me pêşengiya vê dikirin, bi vê hêza xwe dikirin ku tang û panzerên wan vekişin.

AKP ew qasî xwe birêxistin kiriye bi hemû hêza xwe bi ser bajarên Kurdistanê de çû, lêli dijî wan kî di mewziyê de bûn? Ne tang û ne top bûn; hêza te bû ku ji tevgera azadiyê standibûn. Ê ku tu li ser piyan hiştî ev bû. Bi gel re ev çêbûbû. Ji bo vê jî dema ku te dinerî di mewziyên de jinên ciwan ên 14-15 salî hebûn. Li dijî artêşa Tirk a ku NATO’yê de sêyemîn e van hevalan me li ber xwe didan û qerem li wan dişkandin.

Ev rastiyek e. Heke dayik li dijî tangan li ber xwe nedane, heke ciwan li dijî wan ranewestiyane li wan qadên berxwedanê wê ev tirs nehatana şikandin. Li dijî artêşa Tirk radestî qebûl nedikirin. Heval Zinarîn yek ji mînaka vê bû. Heta bi guleya xwe ya dawiyê şer kir û piştre bombe bi xwe de teqand. Artêş ji hevalên me yên ciwa ditirsiya. Li dijî van êrîşan yê ku disekiî berxwedan û helwesta xurt a jinê ya Zerya, Rûkenan bû, wêrekiya wan bû ku artêşa AKP’ê dilerizand.

Hem li Qadên Parastina Medyayê, hem li Kurdistanê, li metropolên Tirkiyê hikûmeta AKP’ê li pêşberî hemû polîtîkayên xwe yên tinekirinê, çewisandinê jinê Kurd dîtin.

Ji bo vê tecawiz weke plana îmha, înkar û çewisandinê hate sazkarkirin?

Belê. Ji bo vê jî çi kir? Tecawiz ji xwe re esas dît. Jiyan bi jinê dest pê dikir û pêşî xwestin ku jinê tine bikin. Bi ser neketin. Bi tecawiz, komkujiyê hikûmeta AKP’ê ji dinyayê re digot, ‘’kî serê xwe rake ez ê bikujim’’. Lê dijî vê berxwedan hate geşkirin, ev jî li dijî siyaseta Erdogan bû helwesteke xurt.

Bajarên ku berxwedana xwerêveberiyê lê hatin jiyîn tine irkin, ji bo ku tiştek ji dîrokê re nemîne dixwazin Sûrê, Nisêbînê, Şirnexê û Hezexê tine bikin. Bersiva jina Kurd jî bû ev: ‘’em desthilatdariya te, hikûmeta te qebûl nakin.’’ 8’ê Adarê û 21’ê Adarê bersiva vê bû. Bi milyonan jin derketin qadan mesaj dan ku ew ê li ber xwe bidin. Kurdan gotin ew li ser piyan in. Jinên ciwan ên ku çûne çiyan, tevlî YPS’ê bûn polîtîkayên AKP’ê pûç kirin. Ango jinan di nav çarçoweya xweparastinê de bersiv dane hemû polîtîkayên AKP’ê yên komkujî, tecawiz û tinekirinê. Ango bersiva herî xurt a li dijî tecawiza AKP’ê xweparastin e.

Hûn ê xweparastınê çawa pêk bînin?

Bêguma li dijî hikûmeta AKP ya 15 salî xweparastin tim li pêş bû. Ji mîtîngan bigirin ta bi tevlêbûna, berxwedanan tim xurt bû. Li gel hemû polîtîkayên gemarî jî gelê Kurd dev ji xweparastinê neqeriya. Niha jî ji her hêlê ve bi pêş ketiye. AKP her roja ku diçe asta êrîşên xwe zêdetir dike. Li dijî vê jinên Kurd, ciwan, divê di qada siyasetê de, li hemû qadan divê em xweparastinê bikin. Peywira me ya pêşî geşkirina xweparastin û berxwedanê ye. Ji bo gelê Kurd mîsogeriya jiyana azad xweparastin e. Hikûmeta AKP’ê jî tenê wiha dikare têk biçe.

Çiye xweparastin? Li hemû qadên jiyanê pêşxistina berxwedanê ye, xwedîderketina li jiyanê ye. Ji her hêlê ve xurtkirina rêxistiniyê ye, bersivdayin e.

Mînak bûyera N.Ç ya duyemîn a li Elihê teqez divê neyê qebûlkirin. Ji girtîgehan bigirin ta bi dibistanan rastî li tecawiza dewletê tên zarokên me. Weke ku tiştek nebûbe em ê tevbigerin? Ew cîranên we, zarokên we û hevalên we ne. Hikûmeta Erdogan dixwaze van bûyeran meşrû bike, normal bike. Li dijî vê divê raperîn çêbibe.

Gelê Elihê teqez divê vî tiştî qebûl neke. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan digot, ‘’li bajarekî Kurdistanê heke tecawizek çêbibe divê hemû Kurdistan rabe ser piyan’’, divê em jî vê bê exlaqiyê qebûl nekin, divê em berxwedana xwe geş bikin. Li dijî polîtîkaya tecawizê divê em rêxistiniya xwe geş bikin, derkevin qadan û vê teşîr bikin.

Divê em wiha bikin, yên ku di nav AKP’ê de destûrê didine vê, sempatîzanên wê divê bitirsin, li dijî vê divê em têbikoşin. Em milîtanên jin vê rewşê ti caran qebûl nakin, li djî vê heta dawiyê em ê şer bikin, li dijî sîstema tecawizê ya AKP’ê têkoşîna me wê pir xurt bidome. Em ê şêwaza xwe ya berxwedanê, rêbazên xwe bi pêş bixin û bersiva herî mezin em ê bidin.