Fermandara YJA Starê: Bersiva me wê pêkanîna şoreşa Kurdistanê be

Fermandara YJA Starê Xelat diyar kir, ku keda Diyar Xerîb wê belasebep nebe û got, "Em ê tola hevalê xwe Helmet hilînin. Bersiva me ya herî biçûk wê şoreşa Kurdistanê be."

Ji fermandarên YJA Starê Şaraza Xelat ji radyoya Dengê Welat re axivî. Xelat diyar kir ku dewleta Tirk ne tenê li Başûr li hemû parçeyên Kurdistanê di pozîsyona dagirkeriyê de ye û got, "Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û komên wî yên çete dibînin ku astengiya herî mezin a li pêşiya dagirkeriya wan gerîlayên HPG û YJA Starê ye."

Xelat bi bîr xist ku dewleta Tirk hewl dide hebûna hêzên gerîla li Başûr ji bo rewakirina dagirkeriya xwe nîşan bide, lê belê ev yek bi xwe jî nîşan dide ku yekane hêza li pêşiya dagirkeriya wan asteng e gerîla ye.

Fermandar Xelat got, "Gerîla bûye kabûsa faşîzma Erdogan-Bahçelî. Erdogan ji ber çalakiyên gerîlayên HPG-YJA Starê nikare razê."

'HEVALÊ HELMET TEMSÎLIYETA SAZIYEKÊ DIKIR'

Der barê qetilkirina endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb (Helmet) de Xelat got, "Şehîdxistina hevalê me Helmet ne şehadeteke welê hêsan e ku em qebûl bikin. Em qala kesayetekî dikin ku pîvanên milîtanî û şoreşgeriyê di xeta herî rast de temsîl dikir, di heman demê de ji bo afirandina yekîtiya demokratîk sekneke girîng a şoreşgerî nîşan dida û di vê çarçoveyê de kar dikir. Hevalê Helmet temsîla xetekê dikir, ne kesayetekî bi tenê bû, saziyek temsîl dikir."

Xelat destnîşan kir ku PKK'ê her tim tola hevrêyên xwe hilaniye û diyar kir, ku keda hevalê wan Helmet wê belasebep nebe.

Xelat diyar kir, ku mezinahiya êşa wan wê bibe mezinahiya tola wan.

'GEL PÊWÎSTÎ BI AVAKIRINA HÊZA XWEPARASTINÊ DÎT'

Xelat ragihand, gerîla li dijî dagirkeriyê hewl dide wezîfeya xwe ya parastina gelê Kurd û Kurdistanê bi xurtî pêk bîne û got, "Gerîla bi çalakiyên xwe nîşan dide ku li dijî dagirkeriyê bêdeng nîne. Sekna gerîla li holê ye. Her wiha amadekariyên me yên mezin ji bo dema bê hene."

Xelat destnîşan kir ku gerîla artêşa parastinê ya gel e û got, "Lê belê pêwîstî pê heye ku gelê me li hemû parçeyan xwe biparêze. Herî dawî avakirina hêza xweparastinê ya gelê Başûrê Kurdistanê hewldaneke rast e. Gel pêwîstî pê dît ku hêza xweparastinê ava bike. Divê partiyên malbatî yên Başûrî hemû bi vê zanibin, ji ber ku gel dibîne ku ew hêz wan naparêzin."

Xelat diyar kir ku jinên li Başûrê Kurdistanê jî divê guh bidin tespîta Ocalan ku dibêje, 'Şoreşa Başûr divê bibe şoreşa jinê' û bi vê têgihiştinê li dijî dagirkeriyê derkevin.

Fermandara YJA Starê Xelat got, "Li pêşberî raya giştî dixwazim careke din bêjim; ji bo hevalê me Helmet tola me wê mezin be. Bersiva me ya herî biçûk wê pêkanîna şoreşa Kurdistanê be."