Fermandara YJŞ’ê: Em xwedî li xweseriya Şengalê derkevin

Fermandara YJŞ’ê Reşît diyar kir ku ew ê xwedî li biryara xweseriyê ya gelê Êzidî derkevin û banga piştgiriyê li gelê Kurd kir.

Fermandara YJŞ’ê Hedar Reşît têkildarî xweseriya demokratîk nirxand a ku li Şengalê hate îlan kirin.

Reşît ji ajansa Rojnewsê re axivî û got,  “Em YJŞ, em ji bo xwedîderketina biryarên xweserî û hemû biryarên gelê me bide, amade ne.”

‘HATINE ASTA KU XWE BI RÊ VE BIBIN’

Reşît wisa axivî:

“Wekî tê zanîn di 20’ê Tebaxê de Meclîsa Avaker a Şengal  xweseriya xwe îlan kir. Berê jî ev ji aliyê YJŞ ve hatibû pejirandin û hatibû pîrozkirin. Niha jî projeya xwe weke nexşerêyekê ji raya giştî ya cîhanê re parvekirina wê bi 23 madeyan hat çêkirin. Pîvanên pir girîng bûn. Ji komîsyonekî bigire ji derketina wê wek a navneteweyî, ji hêzên ku tê de cih bigirin, gelên Ezîdxanê yên ku tê de cih bigre û bixwe bibe îradeya xwe pîvanên xwe diyar kirin û li ser vî esasî em bi vê kêyfxweş in. Bi rastî jî gelê me yê Ezîdî êdî heq kirine ku bi xwe bibin îradeya xwe, bi xwe biryarên xwe bidin. Ji ber ku bi hezaran salan e ev gel bi êrîşan re rûbirû maye. Her xwestiye li ber xwe bide, her xwestiye berxwedanê bike.

Lê li hemberî vê nehezimkirina deshilatdarî, ne hezimkirina dagirkerî heye ku timî dixwaze vî gelî di bin desthilata xwe de bihêle. Timî di bin biryara wan de be. Wekî tê zanîn di 2014’an de di meha Tebaxê de projeya xweseriyê ragihandin ji tevahî dijmin re bersivek e. Ew di rojên bi wate de di mehekî girîng de hatiye parvekirin, ev jî maneyeke xwe ya pir girîng heye. Tabî fermana 73’an ya ku di 2014’an çêbu hem ji destê dagirkeriyê hem destê xiyaneta ku tê de hebu ku dixwestin vî gelî tine bikin. Bi berxwedaniyeke pir mezin hem bi destwerdana PKK’ê wek hêzên wê yên HPG û YJA STAR dîsa hêzên Rojavayê Kurdistanê YPG û YPJ ku ev gel parastin, ev çiya parastin û xwedî li gelê Êzîdxanê derketin, ev yek bu bersiveke herî mezin. Ji bo wê jî ew gel xwe gihandiye wê astê ku xwe bi rê ve bibe, biryara xwe bide û gihiştiye wê zanebûnê ku xwe bi xwe biparêze.”

‘HETA DAWIYÊ EM Ê BIPARÊZIN’

Hedar Reşît di nirxandinên xwe de anî ser ziman ku pêwist e hemû gelên Kurdistanê piştgirî bide xweseriya demokratîk ya Şengalê û got: “Ji ber ku dîroka gelê Ezîdxanê ji bo gelê Ezîdxanê wateyeke xwe pir girîng heye. Her kesek jî vê yekê dizane. Ji bo gelê Kurdistanê  berpirsiyartiya xwe pêk bîne, zanibe ku ev koka wê ye. Li ser vî esasî pêwîst e her Kurdek vê yekê destek bike û piştgiriya wê bike. Mijarekî din wek hêzên leşkerî di Şengalê de taybetî wek YBŞ–YJŞ ku ji nav fermanê derketiye û xwe ava kiriye wek parastina  cewherî ji bo gelê Ezidxan û taybetî gelê Şengalê. Pêştir jî hatiye ragihandin li ku derê dibe bila bibe, wê YBŞ û YJŞ her tim parastina gelê Ezîdxanê bike û wê tola gelê xwe hilinîn. Ji bo wê jî niha em wek YJŞ vê dibêjin. Di vî milî de çi dikeve ser milê me wek YJŞ ji bo vê meclîsê ji bo biryarên wê, ji bo xweseriya wê û îradebûna vî gelî re em amade ne. Jixwe hemû cemaat û hêzên heyî bi awayekî hevbeş kar û xebat bikin, parastineke rast bikin ku ev gel bibe îradeya xwe, ji bo vê jî me berî jî gotiye em her tim amade ne.”

BANG LI GELAN Û JINAN HATE KIRIN

Hedar Reşît wiha dawî li axaftina xwe anî; “Ji bo parastina nirxên Êzidxanê çi bikeve ser milê me, ji bo pêkanîna wan em amade ne. Em bang li hemû gelan û jinan dikin ku bên, em tifaqa xwe çêbikin. Bi taybetî weke jinên Êzidî, em bibin yek û parastina xwe bikin.  Em projeya gelê xwe yê Êzidî pîroz û girîng dibînin. Em bi vê keyfxweş in. Em YJŞ li ser esasê azadiya jinê ya bi fikir û ramanên Rêber Apo mezin dibe û pêş dikeve, her roj rêxistina xwe bihêztir dikin û ber bi azadiya jinê ve gavan diavêjin.”