'Fermandar Yilmaz Dersim li gel rêbertî dijiya'

Gerîlayê HPG'ê Kemal Pilind behsa Endamê Konseya Fermandara HPG'ê Yilmaz Dersim kir û got, "Heval Yilmaz tim bi Rêbertî re dijiya, wiha tevdigeriya weke ku Rêbertî tim li cem be."

Endamê Konseya Fermandar a HPG'ê û Fermandarê Qada Dersimê Yilmaz Dersim (Ismaîl Surgeç) 10'ê Midarê di operasyona artêşa Tirk de ku li Geliyê Ahpanosê û li herêma Avtenga Elî ya navçeya Xozatê ya Dersimê dayî destpêkirin şehîd bû.

Fermandarê HPG'ê Kemal Piling behsa Fermanarê HPG'ê Yilmaz Dersim û bîranînên xwe yên li gel kir. Gerîla Piling diyar kir dema ku ew nû tevlî nav gerîla bûye Yilmaz Dersim nas kiriye û wiha pê de çû: ''Ez û komek hevalê xwe em ji Stenbolê tevlî nav gerîla bûn. Li Dersimê hinekî perwerde da me. Wê demê nêzîkatiya wî ya li me, ya li derdorê pir bala min dikişand. Li gel ku em nû bûn jî nêzîkatiya wî ya li me bala min kişandibû. Piştre em çûne Eniya Rojava. 2012'an li Eniya Rojava, li rêveberiya eniyê bû. Dema ku min ew dîtî kêfxweş bûm, ji ber ku gerîlayê ku min pêşî dîtî ew bû.

Heta ku bi me re bû bi jiyan, helwesta xwe û bi parvekirina xwe bal kişand. Bi me re nîqaş dikir, civatk dikir, carinan bîraînên xwe digot. Behsa pêvajoya ARGK'ê dikir. Wê demê tişta ku bala me pêşî kişandî ew bû ku bi hevalan re têkilad bû. Ferq nedikir nav şervan û fermandaran. Li Geliyê Mûnzirê me yê çalakiyek bikira. Nêz^katiya wî ya li wê derê ya li me gelek tişt dane me. Di nav ti rêxistin an jî pergala leşekrî, artêşê de têkiliyeke wiha ya fermandar û şervanan nîne. Helbet ev bi hewldana Rêbertiya me, bi îdeolojî û perspektîfa ku danî holê derkete holê. Heval Dersim jidil ev dijiya. Tim weke ku Rêbertî li cem be dijiya.''

HER DEM LI CEM HEVRÊYÊN XWE BÛ

Piling, dilsoziya Yilmaz Dersim a li Rêbertî jî wiha vegot: ''Dema ku mirov li şehîd Yilmaz dinere mirov bi rastî jî Rêbertî hîs dike. Ew hîs bi we dida jiyîn. Têkoşîna me ya hem ji bo azadiya Rêbertî hem jî ji bo rizgariya gelê m li ser wî esasî ye ku em çawa dikarin ji serdemê re zêdetir bibin bersiv, zêdetir derbêl li dijmin bidin. Hewldana wî hebû hebû bê ka mirov çawa dikare zêdetir ji bo azadiya Rêbertî kedê bidin û zêdetir lê kûr bibin. Di nêzîkatiya heval Yilmaz de mirov dikarîbû van hemû tiştan bibîne. Em bi salan li cem hev neman. Ji 2011'an heta 2013'an em bi hev re bûn û di eynî kampa zivistanê de bûn.

Heval Yilmaz bi rastî jî pir cuda bû. Bi her tiştê xwe cuda bû. Digot hevrêtî ji xwîşk û biratiyê wêdetir e, divê mirov ew çend ji hev hez bike divê mirov karibe di ber hev de biçe mirinê. Bawer dikir ku divê mirov hev xurt bike. Bi rastî jî bi tevlêbûneke xurt û kûr bû. Tim li gel şervanê xwe bû, li gel hevrêyên xwe bû.

Di pêvajoya vekişandinê de me li gel hev bû. Pêvajoya rêwîtiyê ji bo ewlehiya hevalan, ji bo ku bi ewle derbasî başûr bibin tişta ku jê dihat kir. Tim bi komê re têkildar dibû. Tanzêr ji bo ku li komê binerin hatibûn û heval şehîd Yilmaz di cih de xwe da pêş û ji bo ku heval bi rengekî ewle derbasî qadê bibin çû ser girekî bilind. Li wir li tanzêran dinere û heval derbas dikirin. Şehîd heval Yilmaz Dersim bi karakterekî wiha bû.''