Fermandar Yaşar Çiya: Şerê şoreşgerî yê gel û gerîla, dewleta Tirk xistiye nava panîkê

Ji fermandarên HPG'ê Yaşar Çiya destnîşan kir ku şerê nêzî 4 meh in li qadên gerîla li dijî artêşa Tirk a dagirker tê meşandin, ji bo wan hîn destpêk e û got, "Şerê şoreşgerî yê gel û gerîla, dewleta Tirk xistiye nava panîkê."

Ji fermandarên HPG'ê Yaşar Çiya êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên çar mehên dawî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û têkoşîna gerîla ya li dijî dagirkeriyê nirxand. Çend ji xalên sereke yên nirxandina fermandar Yaşar Çiya wiha ne, ku li malpera Gerîlla TV hatiye weşandin.

"Ji bihara 2021'ê û vir ve dewleta Tirk ketiye nava êrişeke mezin, li dijî gelê Kurd bi taybetî li ser gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê. Nêta dewleta Tirk dagirkirina tevahiya Kurdistanê û qirkirina gelê Kurd e. Ji xwe vê nêta xwe bi rengekî eşkere dibêje. Li dijî vê yekê gel û gerîla bi xurtî li ber xwe didin.

Tevgera me bîlançoya vî şerê 4 mehên dawî bi rêk û pêk ji raya giştî re eşkere kir. Tevî ku tevgera me encamê şer eşkere dike, dewleta Tirk bi heman rengî eşkere nake, encamên vî şerî vedişêrin. Bi şerekî psîkolojîk û taybet dixwaze raya giştî bixapîne. Dewleta Tirk bi taybetî di nava 2 mehên destpêkê de bi rengekî mezin şikest. Bandora vê yekê di çapemeniyê de jî çêbû. Gelek caran wezîrê wan, serokê fermandariya giştî ya artêşa wan hatin eniyê û hewl dan moralê bidin leşkerên xwe. Her wiha rêveber, fermandarên şerê xwe guhertin. Ji gelek cihan çete anîn û xwestin bi pêş ve biçin. Lê nekarî bi pêş ve biçin. Li hemberî vê yekê li Metîna, Zap û Avaşînê berxwedaneke mezin a gerîla derkete holê. Her roj dewleta Tirk derbe xwar. Heta niha jî derbeyê dixwe. Piştî ku dît bi vî rengî nikare bi pêş ve biçe, bi dek û dolaban kete nava hewldanan ku hêzeke hevpar bixe nava vî şerî. Bi vî rengî xwestin êrişî herêmên gerîla bike. Li hemberî vê yekê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi xwînsarî tevgeriya.

Dewleta Tirk di vî şerî de nikare bi ser bikeve. Di rewşeke wiha de ew çeteyên bi rêxistin kirine gelo ew ê bi ser bikevin? Niha hinek bi van xewn û xeyalan tevdigerin. Bila kes bi van xeyalan tevnegere. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê çil sal in li dijî dewleta Tirk şer dike û gelek caran ew dewlet li bin xistiye. Bi dehan caran hikumetên wan ketine nava kaosê, serokkomar, serokwezîr, fermandarên xwe yên artêşê kuştine. Ji ber çi? Ji ber ku li hemberî gerîla li bin diketin. Wê niha jî li bin bikevin.

Gerîla kî ye? Gelê me jî baş zane ku gerîla mirovên welê ku heta niha li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd bi canê xwe parastine û hîn jî diparêzin. Ji bilî vê yekê ti jiyaneke xwe ya şexsî nîne. Mirovên heta dawiyê weke fedayî şer dike, şeref û namûsa gelê Kurd parastiye û diparêze. Dewleta Tirk niha êrişî şeref û namûsa gelê Kurd dike. Bêdengiya li hemberî vê yekê nayê qebûlkirin. Dewleta Tirk êrişî gel û xwezaya Başûrê Kurdistanê dike, talan dike, dagir dike. Gelo ne ew roj e ku her kes rabe ser piyan û li kêleka gerîla li ber xwe bide? Welatparêzî ev e.

Gerîlayekî bi tenê jî li ser vê xakê bimîne wê rê nede dewleta Tirk a faşîst ku li ser vê xakê bimîne. Ya ku niha diqewime jî ew e. Divê em gerîla bi tenê nehêlin. Stratejiya Rêber Apo ji bo rizgariya Kurdistanê şerê gel ê şoreşgerî ye. Stratejiya şoreşa me gel û gerîla bi hev re ye. Li her çar parçeyên Kurdistanê mirovekî ku dibêje ez welatparêz û mirov im, li hemberî faşîzma AKP-MHP'ê divê bêdeng, bêçalakî nemîne. Divê her kes bi erkê xwe yê welatparêziyê rabe.

Li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê çi tê kirin? Herî dawî li Îzmîrê welatparêzeke Kurd Denîz Poyraz qetil kirin. Li Konyayê malbateke Kurd qetil kirin, 7 mirovên me yên bêsûc bêguneh qetil kirin. Li ber çavê faşîzma dewleta Tirk, kî Kurd be, kî bi Kurdî biaxive divê bê kuştin. Lewma divê em erkên xwe yên welatparêziyê bi cih bînin.

Zêdeyî 3 meh in têkoşînek meşiya û di vê têkoşînê de dewleta Tirk li bin ket. Dewleta Tirk bi israr dixwaze şer tenê li çiyê asê bike. Divê em vê lîstikê xera bikin. Gelê Kurd ji her alî ve berpirsyar e. Têkoşîneke ku niha tê kirin têkoşîneke pîroz û hêja ye. Em bang li ciwanên Kurd dikin, divê weke fedayiyan be. Divê kes nikaribe li pêşiya ciwanên Kurd bisekine. Têkoşîna li metropolan tê meşandin divê bi vî rengî be. Ji xwe gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê erka xwe pêk tîne. Li Bakur, Başûr, li her derê wê erkê pêk tîne, li çiyayên azad erka xwe pêk tîne. Dewleta Tirk ji xwe li vê yekê asê bûye, ewqasî dîn û har bûye. Çima li Konyayê êriş kirin û ew mirovên me şehîd xistin? Ev tiştekî merdane ye? Kuştina mirovên sivîl, ku Erdogan, Bahçelî bi xwe rabûn xwedî li vê komkujiye derketin, ev yek derketina ji mirovahiyê ye. Eger tu mirovên bêguneh qetil bike, eger tu xaka Kurdistanê bombardûman bike û bişewitîne, wê demê ciwanên Kurd, fedayiyên Rêber Apo wê qiyametê li serê te rabikin. Wê her tiştî li te bike jehr.

Bendewariya têkçûna desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê di hilbijartinê de xeflet e. Faşîzma dewleta Tirk wê bi têkoşîna me li bin bikeve. Wê bi berxwedana gelê Kurd û gerîlayên azadiyê yên gelê Kurd li bin bikeve. Dewleta Tirk nikare xwe ji vê rizgar bike. Bi taybetî AKP-MHP sûcên ku 6 salên dawî li dijî gelê Kurd kir wê hesabê wê bide. Divê her kes ji vê bawer bike.

Amadekarî, îdîa û biryardariya me ew e ku em ê dewleta Tirk ji sedî sed li vir bişikîne. Şerê ku ev sê meh û nîv e li çiyayên azad tê meşandin ji bo me nû nû destpêk e. Dewleta Tirk jî vê baş zane. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê xwedî tecrûbeya şerekî çil salî ye. Xwedî ilmê şer ê demê ye. Dewleta Tirk li gel bikaranîna çekên kîmyewî jî nikare li hemberî gerîla bi ser bikeve. Lewma, em zanin ku em ê çawa şer bikin. Me çil salî li hemberî dewleta Tirk a faşîst şer kir. Em rastiya wê, ruhê wê baş zanin. Dewleta Tirk di dema xwe ya herî xurt di salên 1990'î de nekarî bi ser bikeve. Niha qet nikare bi ser bikeve. Bila pişta xwe bi teknîkê germ neke. Manewiyata xwe ya şerkirinê nîne. Em îdîa dikin ku eger xiyaneta navxweyî nebe û ne ji teknîkê be leşkerên Tirk nikare 24 saetan li van çiyayan bisekine. Gelek caran tîmeke gerîla li hemberî bi hezaran leşkerî şer dike.

Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê gerîlayên serketinê ne. Ji bilî serketinê tiştekî qebûl nake. Şoreşa gelê Kurd tenê aydî têkoşîna gerîla nîne. Gel û gerîla ye. Ev yek bi taybetî sala dawî eşkere bû, lewma dewleta Tirk ketiye nava panîkê. Ji ber vê yekê bi israr dixwaze komkujiyê bike, qirkirinê bike, şer li nava gelan belav bike. Çima? Ji ber ku AKP-MHP li bin ketiye.

Li hemberî dewleta faşîst, li hemberî AKP-MHP'ê helwesta me divê pir tûj be. Yê ku vê jiyanê li gel biherimîne û dest biavêje şerefa vî gelî, divê fedayiyên vî gelî jî jiyanê li wan biherimîne. Divê jiyanê li faşîst Erdogan û Devlet Bahçelî bike jehr. Welatparêzî hebe, ev e. Fedayîtî, milîtantiya şoreşê ev e. Ciwan û gelê Kurd; erka me ya demê ya welatparêziyê ev e. Tiştekî em winda bikin nîne. Tiştê ku dewleta Tirk jê bitirse heye. Dewlet hatiye ber ketinê."