Fermandar Menal malbata xwe jî tevlî nava têkoşînê kir

Guney Şonmez (Fermandar Menal), weke kurê polîsekî Kurd ê ji Rihayê li Mersînê ji dayik bû û dixwest bibe pîlotekî Tirk. Lê dev ji vê xeyala xwe berda û bû gerîlayekî Kurd. Fermandar Menal malbata xwe jî tevlî nava refên têkoşînê kir.

Guney Sonmez (Fermandar Menal), weke kurê polîsekî Kurd ê ji Rihayê li Mersînê ji dayik bû û dixwest biçe Dibistana Şer a Hewayî û bibe pîlotek. Kurdbûyîna wî bû sedem ku bibe gerîlayekî endezyar. Piştî du salên têkoşînê, şehîd bû. Bav û dayika wî xwedî li mîrateya wî derketin û têkoşîna wî dewam kirin.

Guney Sonmez, di 27'ê Çileya 1973'an de li navçeya Gulnar a Mersînê, weke zarokê herî mezin ê malbata ji 4 zarokan ji dayik bû. Bi porê xwe yê zer û çavên xwe yên rengîn, zarokekî gelekî dihat hezkirin bû. Bavê Guney polîsek e. Tevî vî pîşeyê bavê xwe jî, ji ber apên xwe yên bi rengekî çalak siyaset dikirin, di nava malbateke rêxistinbûyî de mezin bû. Mirovekî ji xwendinê hez dikir û timî hewl dida xwe bi pêş bixîne.

DIXWEST BIBE PÎLOT

Di emrê zarokatiyê de xeyala wî ew bû ku biçe Dibistana Şer a Hewayî û bibe pîlot. Piştî perwerdeya lîseyê xwe ji bo ezmûnên zanîngehê amade kir û li Zanîngeha Çûkûrova ya Edeneyê beşa Endezyariya Makîne ya Fakulteya Endezyariyê qezenç kir. Hem rêxistinbûyî ye, hem jî zîrek e. Li zanîngehê, xwe ji karên siyasî venagire. Di rêxistinkirina xwendekaran de bi rola pêşengiyê radibe. Cihê razanê yê wargeha lê dima, ji bo balê bikişîne ser zextên li gelê Kurd tên kirin, tevî çend hevalên xwe dişewitîne. Cezayê îdarî ku rêveberiya wargehê lê birî, vediguherîne cezayê pere û bavê wî vî pereyî dide.

BERÊ XWE DIDE ÇIYÊ

Gelekî bi malbata xwe ve dilsoz e, lê berê wî her tim li çiyê ye. Tevî ku vê hezkirina xwe hewl dide ji malbata xwe veşêre jî, malbata wî, bi taybetî diya wî pê dihese. Ji bo malbata wî hê bêhtir nekeve nava fikaran, vê parve dike. Dibêje, "Dayikê tu ne êş e. Ji xwe rojekê em ê hemû bimirin. Lê ji bo min a girîng e ku ji bo çi dimirim. Berdêla ji bo şeref, rûmet û rastiyê, mirina di vê oxirê de nabe para her kesî."

DI POLA 3. DE DEST JI ZANÎNGEHÊ BERDIDE

Malbata wî li Ceyhanê dijî û di dawiya her hefteyê de serdana malbata xwe dike. Dema di pola 3. a zanîngehê de bû, piştî ku betlaneya somestr qediya naxwaze careke din vegere dibistanê û venagere. Ji bo kêliyên xwe yên dawî bi malbata xwe re derbas bike, dibêje dixwaze xwişk-birayên xwe bibîne û piştî ku dayika xwe hembêz dike, xatir dixwaze. Di sala 1991'ê de diçe qadên azad û tevlî nava refên gerîla dibe.

Piştî demeke kurt malbata wî vê nameya wî dibîne: "Min meraq nekin û li min negerin. Ji zûdeyî ez ji sînor derbas bûme." Têkiliya xwe ya bi malbatê re qut nabe û çend caran dema bavê wî ne li malê ye, bi rêya telefonê bi dayika xwe ra daxive. Dibêje ku ew li Kurdistanê ye û gelekî kêfxweş û aram e.

ÊDÎ FERMANDAR MENAL E

Êdî Fermandar Menal e, ku di nava têkoşîna çekdarî ya PKK'ê de bi karên xwe yên serketî di nava du salan de dibe fermandar. Piştî têkoşîneke xurt a du salan, li navçeya Mehsert a Mêrdînê, di 8'ê Tîrmeha 1993'an de, ji ber îxbarekê di dema şerê ji ber operasyona bi helîkopteran de şehîd dibe.

BAVÊ WÎ CENAZEYÊ WÎ RAKIR

10 roj piştî ku Fermandar Menal li Mehsertê hate veşartin, bavê wî dibêje, "Hestiyekî kurê min jî ma be ez ê bixim bêrîka xwe û bînim." Û diçe Mehsertê. Piştî ku cenazeyê kurê xwe radike, tîne navçeya Xelfetî ya Rihayê. Tevî dorpêçiya bi sedan polîsan jî, ji bo Fermandar Menal merasîmeke bi heybet tê lidarxistin.

KURÊ MIN TEVLÎ KARWANÊ NEMIRAN BÛ

Bav Sonmez, ji ber vê dorpêçiya leşker û polîsan a di dema merasîma veşartinê de bi hêrs dibe, li leşkerê Tirk vedigere û dibêje, "Nebêjin ku we Guneyê min, Menalê min kuştin. Kurê min ji vê kêliyê û pê ve tevlî karwanê nemiran bûye. We kir ku malbat hemû tevlî vê têkoşîna mafdar û pîroz bibe." Dayika wî jî bi heman rengî tevdigere.

ZÛ TEQAWÎT BÛ TEVLÎ TÊKOŞÎNÊ BÛ

Bav, ji ber dilsoziya xwe ya bi kurê xwe zû teqawît dibe. Di nava siyaseta Kurd de cih digire û dibe hevserokê partiyê yê herêmê. Piştî vê hewldanê, bi hesreta kurê xwe xatir ji jiyanê dixwaze. Dayik jî tevlî karê partiya siyasî dibe û têkoşîna xwe didomîne.