Ferît Şenyaşar ê bi destê AKP'iyan birîndar bû, hate destgîrkirin
Ferît Şenyaşar ku li Pirsûsê di komkujiya AKP'iyan de birîndar bû, piştî ku ji nexweşxaneya li Dîlokê derket hate destgîrkirin.
Ferît Şenyaşar ku li Pirsûsê di komkujiya AKP'iyan de birîndar bû, piştî ku ji nexweşxaneya li Dîlokê derket hate destgîrkirin.
Namzetê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz dema ku li Pirsûsê li nava esnafan digeriya, çekdarên wî yên AKP'î gule li dikana malbata Şenyaşar reşandibûn û ji ber êrîşa AKP'iyan bav Esvet Şenyaşar û zarokên wî Celal û Adil Şenyaşar jiyana xwe ji dest dabûn. 3 birayên Şenyaşar ên di bûyerê de birîndar bû, Fadil Şenyaşar piştî ku tedawî bû ji aliyê mehkemeya Tirkan ve hate girtin. Mehmet Şenyaşar jî piştî ku îfadeya wî hate girtin, hate berdan.
LI BER NEXWEŞXANEYÊ HATE DESTGÎRKIRIN
Yek ji birîndaran Ferît Şenyaşar jî piştî tedawiya li nexweşxaneya li Dîlokê îro ji nexweşxaneyê derket. Lê belê bi hinceta ku dozgeriya Tirk biryara destgîrkirina wî daye, Ferît Şenyaşar li ber deriyê nexweşxaneyê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin destgîrkirin.
Ferît Şenyaşar birin edliyeya li Rihayê.