Ferîde Alkan: Serketina li dijî faşîzmê tenê bi berxwedanê dibe

Fermandara YJA Starê Ferîde Alkan diyar kir ku armanca bingehîn a dijminên Kurdan, tunekirina yekîtiya gelê Kurd e û got, xeta berxwedanê wê li dijî faşîzmê bi ser bikeve.

Fermandara YJA Starê Ferîde Alkan êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdistanê nirxand û got; "Dewleta dagirker û faşîst a Tirkiyeyê li ser gelên Kurd û Tirk, li ser hêzên gerîla êrîşên dagirkeriyê û şerekî pir dijwar dimeşîne. Li hember vê yekê çalakiyên gerîla jî berdewam dikin."

Fermandara gerîla Ferîde Alkan bi berdewamî got, faşîzm ji bo ku temenê xwe dirêj bike şer gur dike, gelê Kurd jî bi berxwedanê bersivê dide vî şerî û diyar kir, "Li hemberî faşizmê tenê bi berxwedanê mirov dikarin bi ser bikevin."

Ferîde Alkan wiha domand: "Dijmin bi şerê taybet dixwaze gelê me bêmoral bike, lê belê gelê me hişyar e, li azadiyê rawestiyaye. Divê gelê me li hember şerê taybet hişyar be. Dijmin şerekî derûnî, taybet û dagirkeriyê dimeşîne. Li ser destketiyên gelê Kurd û her kesê ku li dijî rejîma faşîst disekinin dikin hedefa êrîşên xwe. Di vî şerî de mafên mirovan tên binpêkirin. Li tevahiya Kurdistanê bi taybetî li qadên gerîla êrîş û operasyon bi armanca dagirkeriyê dewam dikin. Li hemberî vê yekê berxwedana gelê Kurd û gerîlayan dewam dike. Gerîlayên azadiyê ji bo hilweşandin û binxistina van êrîşan ji biharê ve li hember êrîşên dagirkeriyê, êrîşên li ser Rêber Apo û girtiyên azadiyê berxwedana xwe bilindtir dikin."

 'GERÎLA JI BO NIRXÊN AZADIYÊ TÊDIKOŞE'

Fermandara gerîla Alkan bal kişande ser çalakiyên gerîla û wiha got: "Li herêma Serhedê heval Sema Koçer starta vê berxwedanê da û ev yek li hemû çeperên gerîla de belav bû. Li Xerzan, Amed, Dersim, Botan, Serhed û hemû qadên gerîlayan çalakiyên karîger çêbûn. Heman demê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Xakurkê, Heftanîn, Zagorsan hember faşîzmê çalakiyên karîger hatin kirin. Bêguman evê hîn bidome. Hêzên dagirker di nava êrîşan de ne, ji ber vê li her derê Kurdistanê hêzên parastinê di nava tevgerê de ne. Çalakiya Xerzanê bi pêşengtiya hêzên YJA Starê bi serketî hat lidarxistin. Hêzên dagirker derbên mezin xwarin. Li seranserê Kurdistanê çalakiyên karîger hatin lidarxistin, çeperên dijmin hatin rûxandin. Bihar dema gerîla ye, li hember dagirkeriyê gerîlayên azadiyê bi ruhê êrîşê di nava liv û tevgerê de ne. Dewleta dagirker bi şerê taybet hewl dide hêviyên gel lawaz bike ango tine bike, ji ber ku gerîla hêviya gelan e, cîhê baweriyê ye. Lê çalakiyên gerîla derewên dagirkeriyê nîşan didin. Gerîla her tim bi hêza lêdanê têbikoşe. Çalakiyên gerîla ev ispat kirin. Gerîla bi însiyatîf, bi biryar û îrade têdikoşe. Gerîla ji bo bijî derneketiye serê çiyayên Kurdistanê, bêguman ji bo gel bijî, ji bo ku nirxên azadiyê bijîn xwe feda kiriye. Di vê oxirê de şer dike. Her şahadet jî vê têkoşînê bilindtir dike. Bi vî rengî her biçe ev pêvajo xurtir be, teqez ev sal wê bibe sala serketina li dijî dagirkeriyê."

'BI RÊK Û PÊK ÊRIŞÊ DIBIN SER GELAN'

Fermandara YJA Starê Ferîde Alkan şerê taybet û derûnî yê dewleta Tirk nirxand û wiha got: "Dewleta Tirk şerekî qirêj dimeşîne, ji ber ku dewleta şerê taybet e, dagirker û faşîst e. Desthiladariya ku dewleta Tirk bi rê ve dibe, deshilatdariya şerê taybet e. Ji ber vê, şerekî pir qirêj û kîret dimeşîne. Ev şerekî taybet û derûnî ye, ji ber vê êrîşê tevahî nirxên gelê Kurd dikin. Êrîşê gorên şehîdan û şehîtgehan dikin, bi cenazeyên gerîla dileyîzin, bi rêbazên pir kîrêt cenazeyên gerîla didin malbatan an jî nadin. Herî dawî cenazeya hevê Egîd di nava qutiyekî de şandin malbatê wî. Hestûyê mirovan ji goristanan derxistin. Di rastiyê de zîhniyeta îttîhat terakî ji destpêka sedsala 20’an heta niha bi heman kiryaran xwe rêvedibe. Ev zîhniyeta faşîst, li beramberî hêzên ku li dijî dagirkerî têdikoşin, nahêlin zîhniyeta îttahat terakî xwe bicîh bike bi hêrs êrîş dike, hewl dide tola xwe rabike. Ev bi rêk û pêk tê meşandin. Zîhniyeta îttahat terakî ku heta niha dewleta Tirk bi rê ve dibe her gavekê jî bi plan dimeşîne. Sîstematîk ev êrîş li ser gelan tê meşandin. Di bingeha vê de jî kîneke mezin li hember gelê Kurd, tevgera azadiyê, Serokatî û gerîla heye. Lewra hesabê wan ji aliyê Serokatî ve hatiye pûçkirin,  ji ber vê ewqasî êrîş dikin. Zîhniyeteke wiha ye ku heta dawî neyarê gelan û nirxên azadiyê ye. Destpêka sedsalê nêzî 2 milyon Ermenî, Êzîdî, Çerkez, Asûrî qir kirin. Ji destpêka sedsalê heta niha bi awayekî sîstematîk gelê Kurd qir dikin. Ev zîhniyeta ku niha dimeşe ji qirkirina Ermenî, Asûrî, Zîlan, Dersîm, Agirî, Sasonê ne qut e. Çawa li Sasonê pêşengên şoreşê dixistin qazanan, di nava ava germ de kuştin, li Dersîmê zikê jinên ducanî qelişandin û zarok ji nav derxistin, qetil kirin, çawa ku li geliyê Zîlanê bi mîtralyozan bi hezaran mirovan kuştin, çawa ku çemê Dîcleyê bi xwîna keç û xortên Êzîdî herikandin, çawa bi milyonan Ermen qir kirin, niha jî heman tiştî dikin. Çawa gorên Seyîd Riza, Şex Seîd nîne bi temenên xwe yên ewqas kal darvekirin, niha jî heman tiştî dikin, ji ber vê tiştekî nû di dewleta Tirk de nîne, hîn bi sistematik vî şerî dimeşînin. Ji destê wan bê di rojekê de wê tevahiya gelên Kurdistan, Anatolyaya Navîn qir bikin. Li derveyî xwe û alîgirên xwe kesî nehêlin. Êrîşê wan jî li ser vî esasî ne ku gel ji aliyê derûnî ve bikeve nava aloziyê. Ji ber vê bi nirxên wan ên herî pîroz, gorên şehîdan re dileyîzin, da ku hêza wan a têkoşînê lawaz bikin."

'DIJWARBÛNA ÊRÎŞAN LAWAZBÛNA FAŞÎZMÊ NÎŞAN DIDE'

Fermandara gerîla Ferîde Alkan bal kişande ser geşkirina têkoşînê û wiha got: "Faşîzm di dema xwe ya herî lawaz de ye. Ji ber vê herî zede êrîşê gerîla dike lewra niha herî çalak hêzên gerîla ne. Ji ber vê êrîşê dibe ser goristanên şehîdan, nirxên ku bi gerîla ve têkîldar in, dikin hedef. Heke tevahiya gelê me û raya giştî çalak be, bi îrade be wê demê faşîzm wê xurt nebe, gav paşde biavêje, ango gerîla tenê nemîne, ji ber vê girînge ku gelê me çalak be, yekîtiya xwe xurt be. Heke gel çalak be, yekîtiya xwe xurt bike wê çaxê êrîşên li ser gerîla û goristanan jî wê lawaz bin û paş bikevin."

Alkan wiha domand: "Faşîzm naxwaze nirxên gelê Kurd bijî, ji ber ku goristanên şehîdan manewiyat û bîreke. Rastiya têkoşîna azadiyê pênase dikin, ji ber vê êrîş dikin û xira dikin, binpê dikin. Bi taybetî êrîşê tînin ser gerîla û goristanên şehîdan. Kesên ku di zindanan de têdikoşin, Rêber Apo û girtiyên azadiyê, beşên rewşenbîr, hûnermend ku li ber xwe didin dikin hedef. Ev jî nîşan dide ku dijwariya êrîşan tengavbûna faşîzmê îfade dike. Çiqasî ber bi windakirinê ve diçe, lawaz bûye, her tiştî winda dike, tirsa wî mezin dibe ewqasî jî bi çavsorî û hovane êrîş dike. Ev zihniyet, zîhniyeteke faşîst, dagirker a îttahat terakî ye û li hember gelan e. Niha jî bi rengekî sîstematik û dijwarî êrîşê tînin, ev jî bi lawazî û têkçûna faşîzmê ve girêdayî ye. Dibîne ku dawiya wê hatiye êrîşên xwe berfirehtir dike û piralî êrîş dikin. Bêguman li hember van êrîşan, yekîtî û têkoşîna gelan girîng e. Bi giştî gelên bindest Ermenî, Asûrî, Çerkez, Kurd divê yekîtiyê xwe xurt bikin. Çi dibe bila bibe divê bêtirs li hember faşîzmê têbikoşin. Li hember faşîzmê bêdengî tê wateya tinebûnê. Li hember faşîzmê çiqasî bi îrade, cesaret bisekinin, têbikoşin ewqasî faşîzm wê gav paş de biavêje. Heke li hember faşîzmê bêhelwest bimînin wê demê faşîzm wê hîn wêrek bibe û êrîşên xwe zêdetir li dijî gelan bike."

'GELÊ BOTANÊ YÊ BERXWEDÊR SERÊ XWE NATEWÎNE'

Ferîde Alkan berxwedaniya gelê Botanê nirxand û wiha got: "Li hember xaka Kurdistanê bi giştî êrîş dewam dikin, lê navenda van êrîşan li qada Botanê ye, ji ber ku Botan herêmeke navendî ya Kurdistanê ye û gelekî welatparêziya xwe derdikeve pêş, berxwedêr e. Navenda Kurdistanê ya têkoşînê ye. Ji destpêka têkoşîna azadiyê heta niha gelekî pêşeng û berxwedêr e, li hember faşîzmê çoknedeyna ne. Li Bakur berxwedana xweseriyê bi pêşengiya Mehmet Tûnç  jî ev yek hat nîşandan ku faşîzm ti carî nikare îradeya gelê Kurd radest bigre. Wek pêşengê mezin Mehmet Tûnc jî îfade kir; 'Çi dibe bila bibe li hemberî dagirkerî û faşîzmê wê çoknedeynin', ji ber vê li hember vî gelî û gerîlayên ku li vê qadê ne êrîşeke pir berfireh tê meşandin. Ji bo gundan dîsa vala bin, ji bo însan Kurdistanê biterikînin êrîşan tînin. Bi artêş, polîs, cerdevan, qeymeqamên xwe êrîşeke pir alî dimeşînin. Bi giştî Kurdistanê lê taybetî navenda xwe Botanê, dixwazin ji gel re bikin dojeh da ku nikaribin nefes jî bigrin. Ji bo gel bitirsînin êrîşên pir alî tînin. Derdora çiyayên Cudî bi sedan qalekol, qarekol, ocaxên komûrê, şantiye çêkirine. Ev şerekî taybetê aboriyê li Kurdistanê tê meşandin. Dewleta faşîst a Tirkiyeyê heman demê dewleteke rantxwar e, şerê dirêj dike. Bi rêya vê şerî qanûnên taybet derdixe, rewşên awarte ragidihîne, hêzên paramîlîter li Kurdistanê diafirîne, gel ji warên xwe koçber dike, xwezaya Kurdistanê dagir dike. Bi hemû hêza xwe ya şerê qirêj êrîşê wan dike."

DEWLETA TIRK BI KUŞTINA MALBATA ASÛRÎ DIXWAZE PEYAMÊ BIDE ASÛRIYAN

Fermandara YJA Star Ferîde Alkan bûyera qetilkirina malbata Asûrî nirxand û wiha got: "Li Cûdî gundê Mêhrê yê girêdayî navçeya Elkê malbateke Asûrî hatin qetilkirin. Gundê Mêhrê gundekî qedîm, kevnar ê Asûriyên Kurdistanê ye,  lê hatine qirkirin û koçber kirin. Di van salên dawî de cardin hatine bi cih bûne, li ser axên bav û kalên xwe dixwazin bijîn. Kal û pîran sond xwarine dîsa axa xwe neterîkînin. Heke hebe mirinek an jî jiyanek dixwazin li ser axa xwe be. Bi rastî mirovên welatparêz bûn, li hember nirxên têkoşîna azadiyê bi hûrmet bûn. Bi têkoşîna azadiya Kurdistanê re yek bûn. Dizanibûn ku ev têkoşîn ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên bindest Asûr, Kurd, Ermen, Çerkez û ji bo giştî gelan e, ji ber vê xwedî bi têkoşîna azadiyê derdiketin. Dayika Beybûn û Apê Hûrmûz jî mirovên kal û pîr bûn. Kurdistanî bûn, girêdayî axa xwe bûn. Lê tepisandinên mezin li ser wan hebû. Beriya vê zarokê wan jî xwestibûn li axa xwe bi cih bin lê bele hatibûn destgîrkirin, bi awayekî faîlî meçhul winda bûbûn. Lê tevî vê cih û warên xwe neterikandibûn, bi taybetî piştî şerê 2015'an jî dev ji gundê xwe bernedabûn. Dijmin ji bo valakirina vî gundî gelek caran operasyon kir, her sal du sê caran ev yek dikirin. Bi navê alîkariya gerîla dikin apê Hûrmûz çend caran hatibû girtin, dijmin her demî gef li wan dixwar. Çileya sala 2020'an bi rêya kontgerîla bi ser gund de girtine û ew revandin. Piştî demekê cenazeya dayika Beybûn li derdora gund hatiye dîtin, lê apê Hûrmûz hêj nehatiye dîtin."

'EM Ê XEYALÊN DAYIKA BEYBÛNA KURDISTANA AZAD PÊK BÎNIN'

Fermandara YJA Starê Ferîde Alkan herî dawî bal kişande ser yekîtiya gelan û wiha got: "Diyare ku dewleta Tirk bi vê bûyerê dixwaze mesaj bide gelê Asûr, Ermen, Turkmen û hemû gelên azadîxwaz ku hatine qirkirin, wê carekî din nezivirin Kurdistanê. Gundê Mehrê asê ye, di nav qadên gerîla de ye ji ber vê dixwazin li wir qarekol çêbikin. Dixwestin ev însan ji wir derbikevin, lê wan dev ji warên xwe bernedidan, ji ber vê destûr nedîtin ku li wir qarekolan çêbikin. Niha bi kuştinê wan hem mesaj didin gelê Asûrî, Xiristiyan hem bi vî rengî gund desteser bikin, qarekol çêbikin, dorpeç bikin, şerê li hember gerîla bidomînin. Li ser vê esasê ev hovîtî kirin. Heman demê ev bûyer zivirandin şerê taybet û derûnî ji ber kukontgerîla ev kiriye ev bûyer wek kiryarê wî nediyar nîşan bidin heta davêjin ser gerîla. Bi vê yekê re jî armanca wan navbera gerîla, tevgera azadiyê ya Kurdistanê û gelên Asûrî xira bikin. Lê kes ji vê yekê bawer nake. Kesên ku dewleta Tirk nas dikin, ji gefên dewleta Tirk agahdar in ji vê yekê bawer nakin. Dixwazin yekîtiya gelan xira bikin, lê teqez wê xeyalên dayika Beybûn pêk were. Wê Kurdistan bibe cihê hemû gelên qedîm, dagirkerî ji holê rabe, herkes bizivire ser axa xwe, Kurdistan ji dagirkeriyê, bindestiyê rizgar be, azad be. Bi vê mebestê vê qirkirinê şermezar dikin. Wê xeyalên dayika Beybûn û apê Hûrmûz li Kurdistaneke azad, bi yekîtiya gelan pêk were."