Ferac: Dengê xwe bilind bikin

Piştî ku li gundê Seydanê Xwaru ya navçeya Çemçemal wesayîtek hate bombekirin û di encamê de 2 sivîl birîndar bûn, gel berê xwe da cihê bûyerê. Li vir Nivîskar Letîf Fatîh Ferac li ser navê gel axivî û got divê her kes bibe xwedî helwest.

Li nêzî gundê Seydanê Xwaru ya navçeya Çemçemal a Silêmanî balafirên bê mirov û biçek bombe li wesayîtekê barand, 2 kes birîndar bûn.

Piştî êrîşê gel berê xwe da cihê bûyerê û helwesta xwe nîşan da. Li vir li ser navê girseyê Nivîskar Letîf Fatîh Ferac axivî û helwesta xwe nîşan da.

Nivîskar Letîf Fatîh Ferac diyar kir ku ev herêmê hemû jî sivîl lê dijîn. Ferac anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi sedan kêlometre dûrî vê herêmê tên bombe dikin û got: “Tirkiye ji Enqere û Îzmîr tê van herêman bombe dike. Sivîlan qetil dike û ziyanê dide zevî û lawirên welatiyên sivîl.”

ferac bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk a dagiker a li ser xaka Başûrê Kurdistan û wiha pêde çû: “Tirkiye bi çekên kîmyewî herêmên sînor bombe dike.”

Nivîskar Ferac anî ziman ku ev bomberdûmana li ser herêmên sivîl metirsiyek mezin bi xwe re tîne. Ferac wiha domand: “Tirkiye ji ber bêdengiya Emerîka, NATO û welatên Ewropayê li kûderê ber mirovan qetil dike. Li Kanîmasî, Ezmer li vir qetil dike. Ji bo wê berpirsiyariyeke mezin dikeve li ser milê Iraqê û dîsa hemû cîhanê divê li ber vê bibin xwedî helwest. Divê di serî de Kurd, parlemeterên Kurd ên li Parlementoya Bexda, dîsa Neteweyên Yekbûyî li ber vê rabin.”

Ferac li ser cihê hatî bombekirin jî axivî û diyar kir ku cihê hatî bombekirin bi qasî 15 deqe ji Kerkûk dûre û bi qasî 6 deqe jî ji Çemçemalê dûre û got: “Ev der navenda jîngehên sivîlane, ji bo wê divê her kes li ber vê rabe û bibe xwedî helwest. Ne ciheke welê ye ku mirov bêje nebe xwedî helwest.”