Fenda 'tûwaletê' ya wezîr û qeyûm

Qeyûm Arif Çîçeklî xwedî li tûwaleta li ser goristana Ermeniyan hatiye çêkirin, derket.

Parlamenterê Stenbolê yê HDP'yî Garo Paylan, beriya niha daxuyaniyek dabû û gotibû ku li navçeya Artemêtan a Wanê li ser goristana Ermeniyan tûwalet hatiye çêkirin. Wezîrê Çand û Tûrîzmê Nûman Kûrtûlmûş jî bersiv dabû vê daxuyaniyê û gotibû, avaniya hatiye çêkirin wê bê rakirin.

Lê belê Atif Çîçeklî ku weke qeyûm dest daniye ser şaredariya Artemêtanê îro daxuyaniyek da û îdîa kir ku li wê herêmê goristaneke Ermeniyan nîne û avaniya hatiye çêkirin wê neyê xerakirin.

Çîçeklî her wiha ji bo parlamenterê HDP'yî Paylan got, 'Ev wekîlê Ermenî Garo Paylan' û 'Hezkiriyên Ermenî'.